Kedkarên şanoyê: Dewlet dixwaze em tune bibin
Kedkarên şanoyê: Dewlet dixwaze em tune bibin

Kedkarên şanoyê anîn ziman ku ji ber pandemiyê êdî nikarin karê xwe bikin. Şanogeran, anîn ziman ku dewlet dengê wan nabihîse û gotin: "Dewlet dixwaze em tune bibin."

Avahiya NÇM’ê wê ji şaredariya AKP’î re bê terxankirin
Avahiya NÇM’ê wê ji şaredariya AKP’î re bê terxankirin

Xebatkarê NÇM’ê Ferît Elalmış, bertek nîşanî derxistina NÇM’ê ya ji avahiya wê ya 18 salan da û diyar kir ku îhaleya qezenc kirine hatiye betalkirin û mijarê birine darazê. Elalmiş, xwest herkes piştgirî bide wan.

Aram Tîgran bi stranên xwe hat bibîranîn
Aram Tîgran bi stranên xwe hat bibîranîn

Li Mêrsînê, hunermendan Aram Tîgran bi stranên wî bi bîr anîn.

Her kes Feqiyê Teyran nas dike, lê kes xwedî lê dernakeve
Her kes Feqiyê Teyran nas dike, lê kes xwedî lê dernakeve

Cihwar û tirbeya Feqiyê Teyran çendî bêkes û kûs maye jî, lê belê hîn jî li ser piyaye.

Hejmara nû ya Jineolojiyê derket
Hejmara nû ya Jineolojiyê derket

Hejmara nû ya kovara Jineolojiyê bi dosyeya "Nîqaşên Malbatê" derket.

32'yemîn Hêjmara Kovara Moderniteya Demokratîk derket
32'yemîn Hêjmara Kovara Moderniteya Demokratîk derket

32'emîn Hêjmara Kovara Moderniteya Demokratîk ku naveroka nivîsê wê ji fikr û teoriyê pêk tê, derket.

Li Amerîkayê li dijî asîmlasiyonê bi kurdî distrê
Li Amerîkayê li dijî asîmlasiyonê bi kurdî distrê

Berfîn Işik Oztoprak a dersimî ku koçî Amerîkayê kiriye û li dijî asîmlasiyonê bi kurdî distrê, piştî hatiye Dersimê jî gund bi gund digere û guh li çîrokên mirovan dike û dixwaze wan daxilî nav muzîka xwe bike.

Ji ber vîrûsa koronayê wê Mihrîcana Mûnzûrê neyê lidarxistin
Ji ber vîrûsa koronayê wê Mihrîcana Mûnzûrê neyê lidarxistin

Şaredariya Dersimê û Federasyona Komeleyên Dersimê, ragihandin ku ji ber vîrûsa koronayê wê îsal Mihrîcana Xweza û Çandê ya Mûnzûrê li dar nexin.

Berê rêya betlaneya xwe bidin Wanê
Berê rêya betlaneya xwe bidin Wanê

Ji bo ku hûn strêsa salê ya li ser xwe bavêjin, berê rêya betlaneya xwe teqez bidin Wanê. Bajarê ku bi hewaya xwe ya hênik, gol û cihên xwe yên dîrokî bi rovan dide hîskirin, bi taybetî di salên dawî de, bûye cihê betlanê yê gelê herêmê.

Ji bo dengbêjiyê dîwanxaneyek ava kir
Ji bo dengbêjiyê dîwanxaneyek ava kir

Dengbêj Îsmaîl Seyranoglû, ji bo jiyandina kevneşopiya dengbêjiyê li Wanê dîwanxane vekir. Seyranoglû, li dîwanxaneyê dengbêjiyê hînî nifşa nû dike û bang li ciwanan kir ku bên dîwanxaneya wî.

Avahiyên Rûmenan en li Gîresûnê bi tunebûnê re rûbirû ne
Avahiyên Rûmenan en li Gîresûnê bi tunebûnê re rûbirû ne

Li semta Zeytînlikê ya Gîresûnê 85 avahiyên dîrokî ku aydê Rûmê ne hatine tomarkirin bi hilweşandinê re rûbirû ne.

Ergezen a derhêner: Pêdiviya me ne bi asayîbûnê bi azadiyê heye
Ergezen a derhêner: Pêdiviya me ne bi asayîbûnê bi azadiyê heye

Derhênara Belgefîlman Elîf Ergezen diyar kir ku di pêvajoya pandemiyê de karê kedkarên hunerê zehmet bûye û got: “Pêdiviya me ne bi asayîbûnê pêdiviya me bi azadiyê heye.”

Kovara ZEND’ê tevî zextan jî 26 sal in tê weşandin
Kovara ZEND’ê tevî zextan jî 26 sal in tê weşandin

Kovara zanist, çand û lêkolîna kurdî ZEND’ê piştî demek dirêj hejmara xwe ya 27’emîn derxist. Hevserokê Komeleya Lêkolînên Kurdî Eyyûp Sûbaşi diyar kir ku kovar ji bo xebatên kurdolojiyê çavkaniyek e.

Malbata Çobaz di 15 salan de muzeya amûrên çandiniyê ava kirin
Malbata Çobaz di 15 salan de muzeya amûrên çandiniyê ava kirin

Hevjînên hev Zeynep û Mûstafa Çobaz ên li bajaroka Xalfelî ya Idirê dijîn, di nava 15 salan de, amûrên berê yên çandiniyê ji herêmê kom kirin û di baxçeyê mala xwe de pêşan didin. Malbata Çobaz, bi keyfxweşiyek mezin xwedî amûrên dîrokê derdikevin û wan diparêzin.

Birca Keçikê wê ji polisan dewrî DTSO’yê bê kirin
Birca Keçikê wê ji polisan dewrî DTSO’yê bê kirin

Birça Keçikê ku ji ber qedexeyê 5 sal bûn girtî bû, piştî vekişandina polisan dê radestî DTSO’yê bê kirin. Ji bo ku Birca Keçikê bi navê “Navenda Çand û Hunerê” ji bazirganiyê re veke DTSO’yê milyonek û 200 hezar TL hîbe girt.

< 118 119 120 121 122 > Rupel 120 / 183