Berhema Apê Mûsa bû stran
Hunermenda Kurd a operayê Pervîn Çakar, berhema Apê Mûsa a bi navê “Qimil” kir stran û bi boneya sedsaliya wî belav kir.
Qeyûm cihê Sînemaya Yilmaz Guney dike hawiz
Qeyûmê ku di sala 2016'an de tayinî Şaredariya Êlihê hatibû kirin, Sînemaya Yilmaz Guney xera kiribû. Lê belê qeyûmê ku niha hatiye tayinkirin jî wê cihê sînemayê bike hawizê xemlê û wê daxilî nav Parka Ataturkê bike.
Ji bo perwerdeya bi zimanê zikmakî banga tevgerandina hiqûqa navneteweyî
Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî, diyar kir ku mafê perwerdeya bi zimanê zikmakî di peyman û lihevkirinên navneteweyî de hatiye ewlekirin û bang li Tirkiyeyê kir ku berpirsyarên xwe yên van peyman û lihevkirinên navneteweyî ku aliyê wan e bi cih bîne.
Perestgeha Rojê bi tûnebûnê re rûbirû ye
Perestgeha Rojê ya li navçeya Hezexê ku diyarî xwedayê rojê Şamaş hatiye kirin û raboriya wê heta beriya zayînê diçe, bi tunebûnê re rûbirû ye.
Pêşengeha ‘Dengê Azadiyê’ di navbera girtî û derve de bûye pir
Ozcan Yaman diyar kir ku ew bi pêşengeha “Dengê Azadiyê” di navbera girtî û derve de pir ava dikin û got: “Belkî em nikaribin bi hunerê tiştek biguherînin lê em bidin nîşandan ku rê lê ber guhertinê vekin.”
Qursên Komeleya Çand û Hunerê ya Dicleyê dest pê kirin
Komeleya Çand û Hunerê ya Dicleyê qeydên qûrsên xwe yên ji bo serdema nû dan destpêkirin. Rêveberê Komeleyê Ehmed Yilmaz ji bo serlêdanên qûrsan banga beşdariyê kir.
Kuçe bi klamên wî olan didin
Li Wanê kuçe her roj bi klamên ku welatiyê bi navê Şehmûz Yas dibêje olan didin.
Divê Sînemaya Yilmaz Guney cardin bê çêkirin
Keça Yilmaz Guney Elîf Guney Putunê xwest Sînemaya Yilmaz Guney ku qeyûmê Şaredariya Êlihê ew girtibû, cardin bê vekirin û got, Yilmaz Guney mîrateyeke çandî û dîrokî ye.
Piştî ji kar hat derxistin sehneyeke alternatîf ava kir
Şanoger Arkin Selek ku piştî ji Şaredariya Efelerê hat derxistin Atolyeya Ekîbî ya Komeleya Çand û Hunerê ava kir, karê xwe yê 32 salan niha tevî ekîba xwe ya ji 60 kesan pêk tê didomîne.
'Heke îro saxbûya teqez wê fîlmê pirsgirêka kurd çêbikira’
Keça Yilmaz Guney, Elîf Guney di salvegera koça dawî ya bavê xwe de got: “Heke îro bavê min sax bûya wê bi gelê xwe re bi zimanek hevpar sînemayê çêbikira.” Hevalê Guney, Ahmet Soner jî got: “Heke Yilmaz saxbûya teqez wê fîlmê pirsgirêka kurd çêbikira.”
Gopalên ku çêdike bêheq dide extiyar û şivanan
Peyal Guç (55) ku piştî qeyrana dil derbas dike û nikare karê bax û baxçeyê xwe bike, dest bi çêkirina gopalan dike û kesên pêdiviya wan bi gopalan hebe jî bêheq dide wan.
Hejmara 16’an a Kovara Dilopê bi Dosya Osman Sebrî derket
Hejmara 16’emîn a Kovara Dilopê ku ji du mehan careke tê derdikeve bi Dosya rewşênbîrê kurd Osman Sebrî derket. Mijara hejmara beriya niha jî di vê hejmarê de hatiye berdewamkirin û qala aliyê aborî û polîtîk ê ziman hatiye kirin.
Weşanxaneya Aramê 8 pirtûkên nû çap kir
Weşanxaneya Aramê 5 jê helbestên (kurdî), 2 romanan (kurdî), yek jî bîranîn (tirkî) bi giştî 8 pirtûkên nû çap kir.
Weşanxaneya Aramê Pirtûka Apê Mûsa 100 Salî ye çap kir
Pirtûka Apê Mûsa 100 Salî ye (Apê Mûsa Musa Anter 100 Yaşında) ku bi boneya 100'emîn salvegera rojbûna wî hatibû amade kirin ji hêla Weşanxaneya Aramê ve hat çapkirin. Bi bangewaziya Rojnameger Huseyîn Aykol bi dehan nivîskar, helbestvan, rewşenbîr, hunermend, siyasetmedar, bîranînên xwe yên bi Mûsa Anter re nivîsandin.
Zimanê kurmancî, dengbêjî û kemaçe wî dike muzîkologê kurdî
Akademîsyenê antropolojiyê û muzîkolog Dr. Argûn Çakir ê ji Mûglayê ewilî fêrî kurdî dibe û pişt re jî dide pey şopa çand û hunera kurdî. Çakir li ser dengbêjî û amûr û muzîka ribabê (kemaçê) dikeve. Ew li herêma Torê salek li ser kemaçê lêkolînê dike. Ew du masterên xwe û doktroya xwe li ser dengbêjî û muzîka kemaçê amade dike. Çakir got meraqa wî ya ji bo çanda kurd wî aniye vê astê.