'Bila dest nedin Munzur Baba'
Alî Baba Akdogan ku 17 salin bi dildarî li Navçeya Pilûrê ya Dersîmê Kaniyên Munzûrê Diparêze û çira difiroşe, xwest tu kes desetên xwe jî nedin dilopek ava Mûnzûrê.
Mehmet Atli ‘Morî Mircan’ pêşkêşî hezkiriyên xwe kir
Hunermend Mehmet Atli albûma xwe ya bi navê “Morî Mircan” pêşkêşî hezkiriye xwe kir. Atli dibêje ku wî di albûmê de cih daye motîfên folklorîk û kevneşopiyê.
Piştî 2 meh û nîvan Qesra Îshaq Paşa cardin mêvan hewandin
Piştî 2 meh û 16 rojan deriyên Qesra Îshaq Paşa cardin hatin vekirin û mirov dest bi serdana wê kirin.
Navê 'Arîn Mîrkan' li albuma xwe kir
Albûma solîstê Koma Agirê Jiyan Alî Jiyan derket a bi navê "Arîn Mîrkan" derket.
2 hezar kesî serî li kursa onlîne ya kurdî daye
25 komele û weşanxaneyên kurdî bi awayekî onlîne kursên kurdî dabûn destpêkirin. Hat diyarkirin ku 2 hezar û 70 kes beşadarî van kursên onlîne bûne.
Psychology Kurdî bi hejmarek taybet derket
Kovara derûnnasiyê Psychology Kurdî bi hejmareke taybet li ber destê xwînerên xwe ye. Vê Hejmara taybet li ser vîrûsa koronayê hatiye amadekirin.
Bûn bêhna zaravayeke li ber xeterê
Hunermendên kurd ku ji bo balê bikişînin ser zextên li ser zaravaya kirmanckî hatin gel hev, bi navê "Vengê Royî II” albûmek derxistin. Hunermendan, diyar kir ku ji bo zaravayeke di xetereyê de ye bûne bêhn û xwestin ku herkes bi zarokên xwe re bi zimanê xwe yê zikmakî biaxive.
Grup Yorûm ji bo konser bide serlêdan kir
Grup Yorûm, ji bo k udi 9’ê Tebaxê roja Bazarê li Qada Mînîngê ya Yenîkapi konser bide, serlêdan kir.
Ji bo Mûsa Anter xebata pirtûkê tê destpêkirin
Di çarçoveya kampanya “Apê Mûsa 100 Salî” ye de ji aliyê Weşanxaneya Aramê de xebata pirtûka bi navê “Bîranînên Mûsa Anter” hat destpêkirin.
Temaşevan dikarin belgefîlma Siya Avê di înternetê de temaşe bikin
Belgefîlma “Siya Avê” ku çîroka 2 jinên gundê wan di bin avê de maye vedibêje, li ser Înternetê jî ji xwegihandinê re vebû.
Zimanê zikmakî bi weşaneke hevpar diparêzin
Endamê Weşana Giştî ya Rojnameya JINEPS'ê Erdogan Yilmaz, anî ziman ku ji bo balê bikişînin ser zextên li ser zimanê wan ê zikmakî salê 4 caran bi çerkezî bi hin rojnameyan re weşaneke hevpar dikin û got, ev hevkarî li dijî "tunebûnê" ji bo destpêkê gaveke baş e.
Fîlmê Dilop li ser youtube weşandin
Kurtefîlmê Dilop ku derhêner Alî Kemal Çinar li ser malbateke xizan a di malê de kişandî, li ser malpera youtubê weşandin.
Bernameya 'Zaravayên Kurdî' li dar xistin
Lêkolînerê Zimanê Kurdî Jiyar Cehaferd di gotûbeja ku Tora Ziman û Çanda Kurdî li dar xist de diyar kir ku li bakûr û rojhilatê Kurdistanê ziman di rewşeke xirab de ye û got: “Dema mirov bi zarokên xwe re neaxive ew ziman winda dibe. Gava ku zimanek biçe gelek tiştan bi xwe re dibe.”
Saziyên Ziman ên Kurdî kampanyaya alfabeya kurdî didin destpêkirin
Endamê MED-DER’ê Mûrat Bîlgîç, diyar kir ku saziyên ziman yên kurdî dê bi boneya Roja Cejna Zimanê Kurdî di 15’ê Gulanê de kampanyaya alfabeya kurdî bidin destpêkirin.
Behsa Baba Tahirê Uryan û dubeytiyên wî kirin
Prof. Dr. Qedrî Yildirim, di gotûbêja ku Tora Ziman û Çanda Kurdî li dar xist de, behsa jiyan û dubeytiyên Baba Tahirê Uryan kir û got: “Baba Tahirê Uryan di dîrok û baweriya gelê kurd de xwedî cihekî girîng e. Yekem nûner û zanayê zaravayê Lorî ye.”