Mînîbusa karkeran wergeriya: Kesek mir, 15 kes birîndar bûn
Mînîbusa karkeran wergeriya: Kesek mir, 15 kes birîndar bûn

Li navçeya Bazarcixê, mînîbusa ku karkerên çandiniyê tê de bûn, qeza kir. Di qezayê de kesekî jiyana xwe ji dest da û 15 kes birîndar bûn.

Cotkarên ku pirsgirêka avê dijîn çalakî pêk anîn
Cotkarên ku pirsgirêka avê dijîn çalakî pêk anîn

Cotkaran, diyar kir ku ji ber pirsgirêka avê berhemên wan riziyan û ava qenala avdanê birîn.

Muftuoglû: Ewilî demokrasî pişt re aborî
Muftuoglû: Ewilî demokrasî pişt re aborî

Aborînas Ozgur Muftuoglû, diyar kir ku ji polîtîkayên neo-lîberal ku AKP bi rêbazên zextan pêk tîne muxalefet jî berpirsyar e û destnîşan kir ku hişmendiya rêveberiyeke ku demokrasiyê pêk neyne dê ji AKP’ê necudatir be.

Hezkirina bizinan a çiya!
Hezkirina bizinan a çiya!

Bizinên ku li navçeya Pasûrê ji aliyê dermalekaran ve tên tercîhkirin, ji ber xwedîkirina wan a li çiyayên bi hezaran metre bilind, gelî û daristanan zehmetiyên mezin bi şivanê xwe didin kişandin.

Rexneyên ji bo sendîkaya wan tên, arasteyî SES’ê dikin
Rexneyên ji bo sendîkaya wan tên, arasteyî SES’ê dikin

Hevserokê SES’a Amedê Şiyar Guldîken diyar kir ku li saziyên xizmeta civakî mobîng li xebatkaran tê sepandin û sendîkaya rayedar ji bo rexeneyên werin nebihîze di rûpelên fermî yên webe de nimreya telefona SES’ê hatiye parvekirin.

Ji ber hişkesaliyê dest bi firotina sewalên xwe kirin
Ji ber hişkesaliyê dest bi firotina sewalên xwe kirin

Li navçeya Artemêtanê, ji ber hişkesalî û zêdebûna mesrefan bera giha nîvî nîvî kêm bûye û cotkar weke çareserî dest bi firotina sewalên xwe kirine.

Li Cizîr û Sîlopyayê berhevkirina pembû dest pê kir
Li Cizîr û Sîlopyayê berhevkirina pembû dest pê kir

Li navçeyê Cizîr û Silopyayê berhevkirina pembû dest pê kir. Tevî ku îsal kîloya pembû 3 TL zêde bûye jî cotkar mesrefa xwe bi zorê derdixin.

Li Sûka Kemeralti ya Dîrokî di salekê de 250 dikandaran îflas kirin
Li Sûka Kemeralti ya Dîrokî di salekê de 250 dikandaran îflas kirin

Li Sûka Kemeraltî ya Dîrokî ya herî qerebalix de, ji ber qeyrana aboriyê, di nava salekê de nêzî 250 dikandaran îflas kirin.

Qezenca esnafan ji sedî 20’an daketiye ji sedî 2’yan
Qezenca esnafan ji sedî 20’an daketiye ji sedî 2’yan

Esnafên ku ji ber qeyrana aborî û pandemiyê zirar kirin neçar man ku yek bi yek deriyên kargehên xwe bigirin. Serokê SMMMO yê Wanê Îbrahîm Şahîn, diyar kir ku qezenca esnafan ji sedî 20’an daket ji sedî 2’yan.

Ji mutehîtan biryara boykotê: Lêkirina avahiyan rawestiya
Ji mutehîtan biryara boykotê: Lêkirina avahiyan rawestiya

Mutehîtên Rihayê, li dijî bihabûna serktora înşaatê ji bo 15 rojan biryara rawestandina kar girtin û gotin ku pêkanîna bihaya yekdestî û zemên kêfî wan neçarî vê biryarê kiriye.

Karkerên tenduristiyê ne 'razandina zêde' 'razandina heq' xwestin
Karkerên tenduristiyê ne 'razandina zêde' 'razandina heq' xwestin

Rêxistinên pîşeyî yên tenduristiyê, diyar kir ku razandinên zêdek ên ji bo xebatkarên tenduristiyê tên dayîn di asta rûmetşikandinê de ne û daxwaza kirin ku razandina ji bo wan ji sedî 150 bê başkirin.

Karkerên Înşaatê: Ne sedeqe mafê xwe dixwazin
Karkerên Înşaatê: Ne sedeqe mafê xwe dixwazin

Karkerên înşaatê ku ji bo girtina mûçeyên xwe yên 7 mehan 6 roj in li ber dere Holdînga Ronesansê bê navber çalakî li dar dixin, ev tişt gotin: “Ne sedeqe, em tenê mafên xwe dixwazin.”

DTSO:  Em ê fabrîkayên hawirdorparêz ava bikin
DTSO: Em ê fabrîkayên hawirdorparêz ava bikin

Serokê DTSO’yê Mehmet Kaya diyar kir ku ew dixwazin Amedê veguherînin navenda tekstîlê û ew ê fabrîkayên ku hawirdorparêz in û mafên karkeran diparêzin ava bikin.

Di tebaxê de 11 jê zarok 174 karkeran jiyana xwe ji dest daye
Di tebaxê de 11 jê zarok 174 karkeran jiyana xwe ji dest daye

Meclîsa ÎSÎG’ê ragihand ku di meha tebaxê de 11 jê zarok bi giştî 174 karkeran di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dane.

Dive karker li dijî karsazan dengê xwe derbixin
Dive karker li dijî karsazan dengê xwe derbixin

Karkerên Şaredariya Bakirkoyê ku ji ber endamtiya xwe ya sendîkayê ji kar hatin derxistin, ev tişt gotin: "Divê karker bi awayekî birêxistinkirî hişmendiya çînê tevbigerin û êdî dengê xwe li dijî karsazan derbixin."

< 94 95 96 97 98 > Rupel 96 / 245