Li Bûrsayê di kargeha kîmyayê de teqîn çêbû û karkerek jiyana xwe ji dest da
Li navçeya Kestelê, li kargeheke ku berhemên kîmyewî hildiberîne teqîn çebû. Di teqînê de karkerek jiyana xwe ji dest da û 6 karker jî birîndar bûn.
18 sal in pêlavan boyax dike
Şukru Aktekîn ku şêniyên bajêr jê re dibêjin "Qiralê Boyaxvanan," 18 sal in karê boyaxkirina pêlavan dike.
Li Amedê heqê kirêyan 3 qat biha bûne
Hevserokê Odeya Endezyarên Înşeatê Mûrat Demîr, diyar kir ku li Amedê heqê kirêyan 3 qat zêde bûye û bang kir ku gel di vî warî de baldar be û dewlet jî kontrol bike.
DÎSK-AR: Hejmara bêkaran 7 milyon û 855 hezar kes in
Di rapora ku DÎSK-AR'ê aşkera kir de hejmara bêkaran weke 7 milyon û 855 hezar hat aşkerakirin.
‘Hevdîtinên Budçeyê’ yên HDP’ê: Tifaqa ekolojiyê ya li dijî rantê
Hevberdevka Komîsyona Ekolojiyê ya HDP’ê Menekşe Kizildere, di “Hevdîtinên Budçeyê” yên Stenbolê de axivî û ev bang kir: “Werin em li dijî polîtîkayên sermayê, hilweşandin û rantê tifaqa ekolojiyê ava bikin.”
Yerlîkaya: 8 hezar dixtor îstîfa kirine
Endamê Konseya Navendî ya TTB Dr. Halîs Yerlîkaya diyar kir ku 8 hezar dixtoran îstîfa kiriye, derbasî nexweşxaneyên taybet bûne û ji ber vê li qada tenduristiyê rewşek tevlîhev qewimî.
108 saziyan pişgirî da 300 karkeran
Li Rihayê 300 karker ji tekstîla favrîkayê hatine derxistin. 108 rêxistinên sivîl piştevaniya karkeran kirin.
HDP’ê bi bêkaran re civiya: AKP’ê xelkê perîşan û birçî kiriye
Şandeya HDP’ê ya di çarçoveya “Hevdîtinên Budçeyê” li Agiriyê yê serdana kesên bêkar kir. Welatiyan diyar kir ku AKP’ê xelkê perîşan û birçî kiriye.
Şandeya HDP’ê li Agiriyê got: Ne budçeya Qesrê, budçeya gel û demokratîk
Şandeya HDP’ê li Agiriyê bernameya xwe ya “Budçeya Gel” eşkere kir û şandeyê diyar kir ku budçeya Tirkiyê ji bo şer û alîgiran tê amadekirin û ew ê li dijî vê budçeyê bikin budçeya gel.
Polîsan berhevkarên kaxizan binçav kirin
Polîs û zabitayên li Sancaktepe depoyên berhevkarên kaxizan hilweşandin, gelek karker binçav kirin.
Îsal halê îsotê ne tu hal e!
Îsota ku par li nav erd bi 3 TL'yan dihat firotin, îsal bi TL'yekê tê firotin. Cotkaran got: "Êdî em nikarin hilberînin."
Xwediyê kar hevdîtinê qebûl kir, karkeran jî navbera da çalakiyê
Li Rihayê 300 karkerên ji fabrîkaya tekstîlê hatin derxistin dest bi çalakiyê kiribûn. Xwediyê kar daxwaza hevdîtina bi karkeran re qebûl kir û li ser vê yekê karkeran heta roja înê navbera da çalakiya xwe.
Karkerên ku nanê xwe ji çopê derdixin: Desthilatdarî zilmê li me dike
Karkerên kaxizan berhev dikin ên rastî êrişa polîs û zabiteyan hatin û deriyên depoyên wan hatin morhkirin, dan zanîn ku ji ber ku kar nabînin vî karî dikin û gotin: “Desthilatdarî zilmê li me dike û vî karî ji bo me zêde dibîn e.”
Berxwedana 300 karkeran di roja 3’yemîn de ye
300 karker bi hinceta Kod-18 ji KargehaTekstîlê ya Ûgur hatin derxistin, ligel hemû astengiyan jî 3 rojin çalakiya xwe ya nobetê dewam dikin.
Hestên xwe bi keviran nexş dike
Mîne Kîper a ku keviran ji keviyê çem berhev dike û piştî boyaxkirinê amade dike, hestên xwe bi van keviran nexş dike.