Hem selikan difiroşe hem jî xurdeyan berhev dike: Debara min nabe
Necmettîn Elîk ku ji bo debara xwe bike hem selikan çêdike û di ber re jî xurdeyan berhev dike, anî ziman ku dîsa jî debara wî nabe.
Di dema AKP'ê de 28 hezar û 380 karkeran jiyana xwe ji dest daye
Meclisa ÎSÎG'ê, ragihand ku di dema AKP'ê de 28 hezar û 380 karkeran jiyana xwe ji dest daye.
Her meh herî kêm 80 bijîşk berê xwe didin derveyî welat
Endamê Konseya Navendî ya TTB'ê Halîs Yerlîkaya, diyar kir ku her meh herî kêm 80 bijîşk serî li TTB'ê didin ku biçin li derveyî welêt bixebitin. Yerlîkaya, an, ziman ku wisa bidome dibe ku li nexweşxaneyên dewletê bijîşk nemînin.
Şîroveya gelê Dîlokê ya qrîzê: Êdî kirîna nan jî zehmet e
Berovajiyê gotinên desthilatê yên mîna "Qrîza aborî tune ye" û "Aboriya me difire" gelê Dîlokê dibejê ku êdî kirîna nan jî ji bo wan zehmet e.
Hilberînerên silqokê ji ber kotayê dixisirin
Paleyiya silqokê dest pê kir, lê hilberîner ji ber zêdebûna maliyetan û kotaya hatiye danîn hindik mane top bavêjin. Hilberîneran, anîn ziman ku sala bê dê nikaribin çandiniyê bikin.
Li Amedê KHK hatin şermezarkirin: Wê hesabê bidin
Berdevkê Demê yê Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê Mehmet Ceylan, diyar kir ku ew kesên ji KHK’yan hêz girtin û her cure bêhiqûqî pêk anîn, wê teqez li pêş darazê hesabê bidin.”
Li Rihayê fiyetên avahiyan du qat biha bûne
Li Rihayê fiyetên avahiyan ji sedî sed biha bûne. Nûner ÎMO'yê Rûken Okyay Çîçek, anî ziman ku sedemek bihabûnê jî ew e ku avahî û erse ji ber krîza aborî wekî amûreke veberhênanê tên bikaranîn.
Tundiya li mamoste hatibû kirin hat şermezarkirin
Li Amedê tundiya ji aliyê malbatên xwendekaran ve li dibistanekê li mamosteyan hatibû kirin hat şermezarkirin.
‘Heya meseleya kurdî çareser nebe dê yên din jî çareser nebin'
Serokê Genel-Îşê yê Şaxa Mêrsînê Kemal Goksoy, diyar kir ku krîza aborî kiriye ku civak bipeqe. Goksoy, destnîşan kir ku heya meseleya kurdî neyê çareserkirin, dê pirsgirêkên din jî çareser nebin.
Budçeya Gel: Em ê dawî li şatafata Qesrê bînin
Komîsyona Aboriyê ya HDP’ê “Budçeya Gel” eşkere kir û ew ê dawî li şatafata Qesrê bînin û ew bikin ku budçe ji bo polîtîkayên aştiyê were xerckirin.
Dolar derket 9,85 TL'yan û rekoreke din şikand
Piştî fermana daxistina faîzê ya Erdogan û geşedanên piştî wê dolar bi rekorê dest bi hefteyê kir û derket 9,85 TL'yan.
Cotkarê petixan: Heta kîngê em ê xesar bikin?
Cotkar Ferhat Încesû ku cara yekemîne petixan çandiye, bi van gotinan bertek nîşanî xesara ku dikin da: "Me îsal ji binî ve xesar kir. Heta kuderê xesar?"
Şîroveya rihayiyan a ji bo aboriyê: Dawî kendal e
Recep Okkaşê 27 salî diyar kir ku ji ber zemên her roj tên kirin xeyalên xwe taloq kiriye û Alî Kaya yê 75 salî yê ku li kuçe û kolanan tizbî û gustîlkan difiroşe, got: "Dawî kendal e."
‘Heke em dengê xwe dernexin wê budçeya 2022’an jî bibe budçeya şer’
Cîgirê Hevserokên Giştî yê HDP'ê Garo Paylan, diyar kir ku divê her kes li dijî pergala talanê dengê xwe bilind bike û heke kes dengê xwe bilind neke wê budçeya sala 2022'an jî wê bibe budçeya qesrê, alîgir û şer.
44 sal in sewalkariyê dike lê zirarê dike
Haci Demîr ê ku 44 sal in li Tarsûsê sewalkariyê dike bertek nîşanî zêdebûna bihayê êm, ka û dermanan da û got: "Êdî em nikarin bigihîjin leza zeman.”