Dolar bi 13,6 lîreyan dest bi rojê kir
Dolar bi 13,6 lîreyî, euro jî bi 15,40 lîreyî dest bi rojê kir.
Esnafên pasajê: Tirkiye noq dibe, divê hikûmet biguhere
Li Rihayê esnafên pasajê yên amûrên elektronîkê difiroşin, diyar kirin ku Tirkiye hatiye asta topavêtinê û xwestin hikûmet biguhere.
Li Enqereyê qeyrana aboriyê şermezar kirin: Bila hikumet îstîfa bike
Polîsan êrişî gelê ku qeyrana aboriyê şermezar kir û hikumet vexwend îstîfayê kir û nûçegihana Jinnewsê Oznûr Deger jî di nav de gelek kes binçavkirin.
Karkerên Bakirkoyê 34 roj in di grevê de ne
Serokê Belediye Îş a Şaxa Jimare 2 a Stenbolê Savaş Dogan, diyar kir ku karkerên Bakirkoyê 34 roj in ji bo mafên xwe li ber xwe didin û dê heya dawiyê bitêkoşin.
Ji sedî 27'ê nifûsê li dijî xizaniyê li ber xwe dide
Li gor daneyên 2020'an ên Ofîsa Îstatîstîkê ya Eurostat a YE'yê, ji sedî 27,4'ê gelheya Tirkiyeyê li hember xizaniyeke maddî li ber xwe dide.
Dolar bi 13,20’an dest bi rojê kir
Dolar bi zêdebûna ji sedî 3'yê bi 13,20’an dest bi rojê kir.
Çalakiya bi teştên hevîr: Em rojekê têr, şeş rojan birçî ne
Jinên bi teştên hevîr û tenekeyên rûn ên vala çalakiyê li dar dixin û balê dikişînin ser krîza aborî, anîn ziman ku sedema hilweşîna aboriyê polîtîkayên şer ên AKP'ê û MHP'ê ne.
Hilberînerên garis: Em bi 4'an didin, bazirgan bi 12'an didin
Li Hewengê cotkar Mehmet Dûrmaz ku garis diçîne, bal kişand ser zêdebûna maliyetê û got: "Berê ku em bi 4 TL'yan didin, bazirgan bi 12 TL'yan didin."
'Çarenivîsa cotkarên garis di destê çend fabrîkeyan de ye'
Ji ber nediyariya fiyetê garis, cotkaran paleyiya garis dan sekinandin. Serokê Komeleya Cotkaran Mikaîl Erbeyî, anî ziman ku bi zêdebûna kûrên dowîzan maliyet zêde bûne û çarenivîsa cotkaran ketiye destê çend 4-5 fabrîkeyan.
KESK: Bila KHK’yî li karê xwe bên vegerandin
Endamên KESK’ê yên Edeneyê û Mêrsînê xwestin ku Komîsyona Lêkolînên Kirariyên OHAL’ê bê rakirin û KHK’yî li karê xwe bên vegerandin.
DÎSK: Divê mûçeya asgarî ya herî kêm bibe 5 hezar 200 lîre
Seroka DÎSK'ê Arzu Çerkezoglu diyar kir ku divê mûçeya asgarî ya herî kêm di asta ku debara malbatê bibe bê diyarkirin û pêşniyaz kir ku mûçeya asgarî divê bibe 5 hezar û 200 lîreyê tirk.
Êdî komirê bi dolar difiroşin!
Fiyetê komirê ku ji ber krîza aborî û kûra dowîzan di du mehan de ji sedî 72 biha bûye. Esnafan anî ziman ku êdî tu fîrmayeke ku komirê tedarik dike TL qebûl nake.
Budçeya Hevkariya Cemawerî-Taybet ji budçeya 7 wezaretan zêdetir e
Di butçeya Midûriyeta Giştî ya Rêyan de ya girêdayî Wezareta Gihandin û Binesaziyê de ji bo bernameya Hevkariya Cemawerî-Taybetiyê 20 milyar û 99 milyon û 556 hezar lîreyê tirk budçe hat veqetandin.
Ji bo meşa ber bi Enqereyê ve bang li tenduristkaran kir: Werin em bi hev re gotina xwe bibêjin
Endamê Desteya Rêvebir a Odeya Bijîşkan a Stenbolê Osman Ozturk, ji bo "Meşa Spî" ku dê Yekîtiya Bijîşkan ber bi Enqereyê ve li dar bixe bang kir: "Ked a me ye, gotin a me ye. Werin em gotina xwe bibêjin."
Gelo li Akkûyê cînayetên kar tên veşartin?
Karkerêkî ku li şantiyeya Santrala Nukleerê ya Akkûyû dixebite, diyar kir ku li şantiyeyê ewlehî tune û di nav 2 hefteyan de 3 karkeran jiyana xwe ji dest daye.