Dê di bin navê ‘teserûfê’ de ceyrana cotkaran bibirin
Dê di bin navê ‘teserûfê’ de ceyrana cotkaran bibirin

Serokê Komeleya Cotkeran Mîkaîl Erbeyî bertek nîşan da ku wezaret di bin navê “teserûfê” de ji şîrketên ceyranê dixwaze ku ceyranan bibire û wiha got: “Ev tê wateya hişkbûna berhemên cotkaran.”

HDP çû serdanda karkerên ku şaredariyê ji kar derxistine
HDP çû serdanda karkerên ku şaredariyê ji kar derxistine

Parlamenterê HDP’ê Mûsa Pîroglû tev li çalakiya rûniştinê ya karkerên ku ÎZBB'ê ji kar avêtine bû û anî ziman ku ji holê rakirina ewlehiya kar dema ji aliyê şaredariyên ji xwe re dibêjin rexnegir tê kirin, gelek nexweş û tirsnak dibe.

Konteynerên karkeran şewitîn
Konteynerên karkeran şewitîn

Zêdetirî 30 konteynerên karkerên înşaetê yên li ser înşaeta TOKÎ ya Bayrakliyê dixebitiyan, şewitîn.

Komîsyona Kedê ya HDP’ê: Di 6 mehan de li dijî kedkaran hezar û 718 binpêkirin hatin kirin
Komîsyona Kedê ya HDP’ê: Di 6 mehan de li dijî kedkaran hezar û 718 binpêkirin hatin kirin

Di rapora ji hêla Komîsyona Ked û Polîtîkayên Civakî ve hatiye amadekirin de hat gotin ku di navbera mehên çile û hezîranê de ji ber sedemên aborî 38 kesan întîhar kiriye û hezar û 718 binpêkirin jî li dijî kedkaran hatine kirin.

HDP, Kemal Turkler di salvegera 43'yemîn de bi bîr anî
HDP, Kemal Turkler di salvegera 43'yemîn de bi bîr anî

HDP, Serokê Giştî DÎSK'ê Kemal Turkler di salvegera 43'yemîn de bi bîr anî û got: "Em ê di rêya ku Kemal Turkler ronî kiriye de, meşa xwe bidomînin."

Wesayîta karkerên çandiniyê wergeriya
Wesayîta karkerên çandiniyê wergeriya

Li navçeya Ulubey a Uşakê mînîbûsa karkerên çandiniyê wergeriya û di encamê de karkerekî jiyana xwe ji dest da û 14 karker jî birîndar bûn.

Berhemên Baxçeyên Hewselê bûne çavkaniya debara welatiyan
Berhemên Baxçeyên Hewselê bûne çavkaniya debara welatiyan

Li Amedê gelek welatî bi berhemên çandiniyê yên Baxçeyên Hewselê debara xwe dikin. Ji van welatiyan Melek Ozdemîr diyar kir ku ji ber krîza aborî êdî gelek zehmetiyan dikişînin û hêza kirînê kêm bûye.

Li Edenê komekî avêt ser nexweşxaneyê û gef li xebatkaran xwarin
Li Edenê komekî avêt ser nexweşxaneyê û gef li xebatkaran xwarin

Komek ji 50 kesan pêk diha bi ser Serwîsa Lezgînî ya Nexweşxaneya Dewletê ya Çûkûrovayê ve girt. Kedkarên tenduristiyê ji ber ku ewlehiya canê wan tune bû dest ji kar berdan.

'Tahdeya li ser tenduristiyê berhema desthilatê ye'
'Tahdeya li ser tenduristiyê berhema desthilatê ye'

Serokê Odeya Bıjişkan a Rihayê Bulut Ezer diyar kir ku hişyariyên wan ên li hemberî tahdeya li ser tenduristiyê esas nehatine girtin û got: "Dawiya vê yekê tune ye. Tahdeya li tenduristiyê berhema polîtîkayên tenduristiyê ya desthilatê ye."

Bertek nîşanî girtina Hevseroka Giştî ya SES’ê Atabey dan
Bertek nîşanî girtina Hevseroka Giştî ya SES’ê Atabey dan

Şaxa SES’ê ya Amedê bertek nîşanî girtina Hevseroka Giştî yê SES’ê Selma Atabey da.

Bê şekir û qûrban cejnê pêşwazî dikin
Bê şekir û qûrban cejnê pêşwazî dikin

Welatiyên li Wanê dijîn di arefeya Cejna Qûrbanê de anîn ziman ku ew nekarîn şekir û qûrbanan bistînin û berpirsyarê vê feqîriyê desthilata AKP’ê ye

Sewalên wî di dest de mane: Ê ezyetê dikişîne em, yê qezenc dikin hinekî din
Sewalên wî di dest de mane: Ê ezyetê dikişîne em, yê qezenc dikin hinekî din

Sewalvan Mûzaffer Çetîn ku di arîfeya Cejna Qurbanê de tenê 3 heywan firotine got: "Mesrefa rojane ya heywanekê 100 TL ye. Ez kîloya heywana sax bi 85 TL'yî difiroşim, lê li qesêb kîloya goşt 180 TL ye."

'Îsal dê zexîre bêtir bê îthalkirin'
'Îsal dê zexîre bêtir bê îthalkirin'

Li gor daneyên FAO'yê Tirkiye di warê îthalata ceh û genim de li seranserê cîhanê di rêza 3'yan de ye. Serok Odeya Endezyarên Çandiniyê Samet Ûcaman da zanîn ku îsal li dor 9-10 milyon genim dê were îthalkirin û û cotkaran jî got, desthilat li şûna ku genim îthal dike bila alîkariya cotkaran bike.

Platfoma Tenduristiyê ya Mêrdînê: Sedema tundiyê têkçûna pergala tenduristiyê ye
Platfoma Tenduristiyê ya Mêrdînê: Sedema tundiyê têkçûna pergala tenduristiyê ye

Platfoma Tenduristiyê ya Mêrdînê ku têkildarî Dr. Mûrat Fîlîz ê rastî êrişa xizmên nexweşan hatibû, daxuyanî da, diyar kir ku sedema tundiyê têkçûna pergala tendûristiyê ye û xwest bi lezgînî gav bên avêtin.

ÎSÎG: Di 6 mehan de herî kêm 842 karker canê xwe ji dest dane
ÎSÎG: Di 6 mehan de herî kêm 842 karker canê xwe ji dest dane

Meclisa ÎSÎG’ê ragihand k udi 6 mehên ewil ên salê de herî kêm 842 karker jiyana xwe ji dest dane.

< 70 71 72 73 74 > Rupel 72 / 245