Piştî cejnê ji bo ATM’ên bankan serdemeke nû dest pê dike
Ji bo ATM’ên Bankan piştî cejnê serdemeke nû dest pê dike. Êdî li ATM’an banknotên 10 û 20 TL nayên bikaranîn.
Li Şaredariya Ceyhanê 287 kes ji kar hatin derxistin
Şaredarê Ceyhanê yê CHP’î Kadîr Aydar ku mazbataya xwe wergirt, 287 kes ji kar derxist. Karkeran bertek nîşan dan û gotin dê têkoşîna xwe bidomînin.
Meclisa Kedê ya HDK’ê: Qadên xebatê veguherîn qadên qetlîaman!
Meclisa Kedê ya HDK’ê xwest ku kesên di şewata li Beşîktaşê de ku 29 karkeran jiyana xwe ji dest dabûn û di cînayetên kar ên din de berpirsyartiya wan heye bên darizandin û cezakirin.
Li sûk û bazaran rûyê tu kesî nakene
Welatiyên ji bo dan û standinên Cejna Remezanê berê xwe dayîn sûk û bazaran, ji ber buhabûnê destvala vedigerin. Esnafên ku nikarin tiştên xwe bifiroşin jî wiha bertek nîşan dan: “Di demên berê de xelk di cejnan de keyfxweş dibû lê niha ew keyfxweşî nema ye.”
Karker dê di 1’ê Gulanê de li Taksîmê bin
Karker û kedkar dê piştî 11 salan dîsa di 1’ê Gulanê de li Qada Taksîmê bin. Berdevkê Platforma Şaxan a KESK’ê ya Stenbolê Huseyîn Tosû, ev bang kir: “Em herkesên ku pirsgirêka wan li gel vê pergalê heye vedixwînin Taksîmê.”
Li Sêrtê welatî nikarin ji bo cejnê tiştekî bikirin
Şêniyên Sêrtê diyar kirin ku di meha Remezanê de ji ber krîza aborî nikarin mêvanan biezmînin û gotin ku ji bo cejnê tu tişt nekirîne. Welatiyan bilêv kir ku berpirsê vê rewşê Serokkomarê AKP'î Erdogan e.
TUÎK’ê enflasyona meha adarê eşkere kir
TUÎK’ê daneyên enflasyonê yên meha adarê parve kir û got ku enflasyona mehane ji sedî 3,16 û ya salane jî ji sedî 68,5 e. ENAG’ê jî enflasyona salane weke ji sedî 124,63 hesab kir.
Stenbolî: Berpirsê krîzê desthilat e
Li Stenbolê welatiyan diyar kir ku ew nikarin debara xwe bikin bertek nîşanî polîtîkayên desthlata AKP'ê yên şer û aboriyê dan.
DÎSK: Dê 1’ê Gulanê li Taksîmê were pîrozkirin
Seroka Giştî ya DÎSK’ê Arzu Çerkezoglû daxuyand ku ew ê îsal 1’ê Gulana Cejna Karkeran di Qada Taksîmê de pîroz bikin.
Di konteynirên ku karker lê diman de şewat derket
Li Semsûrê, di konteynira ku karkerên di înşeata TOKÎ’yê de dixebitîn lê diman de şewat derket.
Karkerên Agrobayê destkeftiya xwe ya ewil bi dest xist
Karkerên Agrobayê ku ji ber endambûna Sendîkaya Tarim-Senê ji kar hatibûn derxistin, ragihandin ku mûçeyên wan ên meha tebaxê û destûra wan a salane hatine dayîn.
Qeyûm navenda jinan salane bi hezar û 500 lîreyî da bi kirê
Qeyûmê Şaredariya Êlihê, beriya hilbijartinê Navenda Jinê ya Selîsê salane bi hezar û 500 lîreyî bi kirê da Serokatiya Weqfa Alîkarî û Piştevaniyê ya Civakî.
Li kana madenê ya qaçax cînayeta kar
Karkerê bi navê Muhammet Korkut ku li kana madenê ya qaçax a li navçeya Kîlîmliyê dixebitî, di navbera vagon û vînçê de ma û jiyana xwe ji dest da.
Ên nikarin goşt bikirin berê xwe dane hestiyan!
Goştê sor ku bihayê wî li gorî par du qat zêde bûye, êdî li ser sifreyan naxuye. Welatiyên ku nikarin goştê spî jî bikirin hestî û bermayên mirîşkan yên ji goş hatine xalîkirin û berê li qesabxaneyan belaş dihatin dayîn, distînin.