Karkerên TPAO’yê bi daxwaza debara mirovane meş li dar xistin
Karkerên TPAO’yê bi daxwaza debara mirovane meş li dar xistin

Endamên Sendîkaya Petrol-Îş’ê ji ber bihabûn, enflasyona zêde, mûçeyên wan ên têrî wan nakin û bi daxwaza debara mirovane meş li dar xistin.

Bîanetê bi hincetên aboriyê sê edîtorên xwe ji kar derxist
Bîanetê bi hincetên aboriyê sê edîtorên xwe ji kar derxist

Bîanetê bi hincetên aboriyê, edîtorê xwe yê nûçeyên kurdî Ferîd Demîrel, edîtora medyaya dijîtal Dîlek Sarigul û edîtora nûçeyên ingilîzî Pinar Erol ji kar derxist.

Karkerên Agrobayê ber bi Enqereyê ve dimeşin
Karkerên Agrobayê ber bi Enqereyê ve dimeşin

Karkerên fîrmeya Agrobayê ku dema li Bergamayê dixebitîn ji kar hatibûn derxistin û ev 210 roj in li pêşiya serayê li ber xwe didin, piştî daxuyaniya li Bergamayê ber bi Enqereyê ve dest bi meşê kirin.

Kedkarên tenduristiyê di Cejna Tipê de ‘Meşa Spî’ li dar xistin
Kedkarên tenduristiyê di Cejna Tipê de ‘Meşa Spî’ li dar xistin

Kedkarên tenduristiyê li Edeneyê bi boneya 14’ê Adarê Cejna Tipê daketin kolanan û bi pêşmalkên xwe “Meşa Spî” li dar xistin. Di çalakiyê de kedkaran daxwazên xwe yên ji hikûmetê anîn ziman.

Eceleya qeyûmê Wanê heye: 600 hezar mîtroçargoşe erd da ber firotinê
Eceleya qeyûmê Wanê heye: 600 hezar mîtroçargoşe erd da ber firotinê

Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ku gelek neguhêzbar dewrî saziyên fermî kirin, 5 roj beriya hilbijartinê dê 600 hezar mîtroçargoşe erd bifiroşe.

Karkerê ji înşaeta TOKÎ’yê ketî xwarê bi giranî birîndar bû
Karkerê ji înşaeta TOKÎ’yê ketî xwarê bi giranî birîndar bû

Karkerê bi navê Selahattîn Benek ku li ser înşaeta TOKÎ’yê ya Semsûrê dixebitî ji avahî kete xwarê û bi giranî birîndar bû.

TUÎK: Rêjeya bêkariyê bû ji sedî 9,1
TUÎK: Rêjeya bêkariyê bû ji sedî 9,1

TUÎK’ê ragihand ku li gorî mehek beriya vê mehê, bêkariya li welêt ji sedî 0,2 zêde bû û derket ji sedî 9,1’ê.

Qeyûmê Wanê li ber çûyînê neguhêzbaran dewr dike û krediyan dikişîne
Qeyûmê Wanê li ber çûyînê neguhêzbaran dewr dike û krediyan dikişîne

Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ku derket holê ku deynê wî 3 milyar û 697 hezar û 382 lîre ye, li ber çûyînê hemû neguhêzbaran dewr dike, krediyên nû dikişîne û kadroyên vala yên li şaredariyê bi alîgirên xwe dadigire.

Di sibatê de herî kêm 144 karkeran di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan
Di sibatê de herî kêm 144 karkeran di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan

Li gorî daneyên ÎSÎG’ê di meha sibatê de herî kêm 144 karkeran jiyana xwe ji dest dane û ji van 6 jê zarokên karker in û herî zêde di qada înşaetê de mirin çêbûne.

TUÎK’ê enflasyona salane weke ji sedî 67 ragihand
TUÎK’ê enflasyona salane weke ji sedî 67 ragihand

Li gorî TUÎK’ê enflasyon di meha sibatê de li gorî mehek berê ji sedî 4,53 û li gorî meha par jî ji sedî 67,07 zêde bû.

ENAG: Enflasyon di meha sibatê de ji sedî 4,32 zêde bû
ENAG: Enflasyon di meha sibatê de ji sedî 4,32 zêde bû

ENAG’ê ragihand ku enflasyon di meha sibatê de ji sedî 4,32 zêde bû û enflasyona salane weke ji sedî 121,98 ragihand.

Ji xebatkarên ASM’ê daxwaza ‘di bacê de edalet’
Ji xebatkarên ASM’ê daxwaza ‘di bacê de edalet’

Xebatkarên ASM’ê bi daxwaza “di bacê de edalet” daketin qadan û gotin: “Em dikarin pergala bacê ya ne bi edalet biguherînin.”

Peymana Kar a Komelî ya Şaredariya Silopiyayê hat îmzekirin
Peymana Kar a Komelî ya Şaredariya Silopiyayê hat îmzekirin

Peymana Kar a Komelî ya Şaredariya Silopiyayê ku 104 xebatkarên kadro û 214 ên ne kadro digire nav xwe, bi torenê hat îmzekirin. Di çarçoveya peymanê de ji bo mûçeyên karkeran ji sedî 99 û ji sedî 116 zem hate kirin.

Şaredariya Silopiyayê ji bo karkeran ji sedî 99 û 116 zem kir
Şaredariya Silopiyayê ji bo karkeran ji sedî 99 û 116 zem kir

Li gorî lihevkirina di navbera Şaredariya Silopiyayê û Sendîkaya Genel-Îş’ê, ji bo heqdestê xebatkarên bikador ji sedî 99 zem ji bo heqdestê xebatkarên ne kadro jî ji sedî 116 zem hate kirin.

Mafê her kesê heye ku bi zimanê xwe yê dayikê xizmeta tenduristiyê bigire
Mafê her kesê heye ku bi zimanê xwe yê dayikê xizmeta tenduristiyê bigire

Platforma Tenduristiyê ya Amedê bal kişand ser 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê û anî ziman ku mafê her kesê heye ku bi zimanê xwe yê dayikê xizmeta tenduristiyê bigire

< 35 36 37 38 39 > Rupel 37 / 245