KDV’ya kahwexane û xwaringehan hate zemkirin
KDV’ya xwaringeh û qehwexaneyan ji sedî 2 hate zêdekirin.
‘Heke desthilat were guhertin dibe ku em bikarin bêhnê bistînin’
Welatiyên diyar kirin ku ji ber krîza aboriyê kirîna pêdîviyên xwe yên bingehîn kêm kirine û anîn ziman ku encax bi guhertina desthilatê krîza aboriyê dikare were çareserkirin.
Banga ji bo mîtînga 1'ê Gulanê ya Êlihê
Hevberdevkê Komîteya Amadekar a Mîtînga 1'ê Gulanê ya Êlihê Cîhan Tuzun got: "Em li dijî kedxwarî, çewisandin, bêedaletî û newekheviyê bibin yek."
Karkerên înşaetê dê di 1’ê Gulanê de li Qada Taksîmê bin
Karkerên Înşaetê diyar kirin ku dê li dijî “mercên koletiyê” di 1’ê Gulanê de li Qada Taksîmê bin.
Li 3 bajaran pîrozbahiyên 1'ê Gulanê
1'ê Gulanê wê li Êlih, Dêrsim û Wanê bê pîrozkirin. Sendîkayên li Amedê banga "Em li qadan li hev kom bibin û têkoşîna xwe xurt bikin" kirin.
Serokê DSMMMO'yê Bozhan: Kêr gihaştiye hestî
Serokê DSMMMO'yê Şiyar Bozhan diyar kir ku ew bi pirsgirêkên aborî re rû bi rû ne û wiha got: "Kêr gihaştiye hestî."
OHD û Dev Yapi-Îş: Kardêr û rêveberiya herêmî ji mirina 29 karkeran berpirsyar in
OHD’ê û Dev Yapi-Îş’ê aşkere kir ku kardêr û rêveberiya herêmî yên tedbîrên pêwîst negirtin, ji şewata ku 29 karkeran jiyana xwe ji dest dan berpirsyar in.
DEM Partiyê ji bo 1’ê Gulanê bang kir
Rêxistina DEM Partiyê ya Mêrsînê bang li hemû kesên ji polîtîkayên îktîdarê nerazî û xwedî li maf û keda xwe derdikevin kir ku biherikin qadên 1’ê Gulanê.
Seroka Giştî ya DÎSK’ê: Peywira walîtiyê ne nîşandana cih, parastina ewlehiyê ye
Seroka Giştî ya DÎSK’ê Arzu Çerkezoglû diyar kir ku Taksîm qada 1’ê Gulanê ye û wiha got: “Biryara AYM’ê ya di vê mijarê de heye. Peywira walîtiyê ne nîşandan cih, parastina ewlehiyê ye.”
Krîza aborî bandor li îsota Rihayê jî kir
Bazirganên Sûka Qada Haşimiyê yên îsotan difroşin bi lêv kirin ku ji ber krîza aboriyê edî kes nikare îsotan bikire.
Serlêdana DÎSK’ê ya ji bo Taksîmê hate redkirin
DÎSK’ê ji bo pîrozbahiya 1’ê Gulanê li Qada Taksîmê li dar bixe serlêdan kiribû û ev serlêdan ji hêla Walîtiya Stenbolê ve hate redkirin.
Banga 1'ê Gulanê: Bi dirûşma 'ji bo nan û aştiyê azadî' ber bi Qada Taksîmê ve
Berdevkê Meclisa Kedê ya HDK'ê ya Stenbolê Şiyar Şevlî diyar kir ku ew ê îsal bi dirûşmeya "Ji bo nan û aştiyê azadî" li Qada Taksîmê bin û got: "Îro pirsgirêka azadiyê û daxwazên aboriyê du parçe ne ku ji hev nayên veqetandin."
Navnîşana 1'ê Gulanê Qada Taksîmê ye
Li Stenbolê wê cihê 1'ê Gulanê Qada Taksîmê be. Nûnerên sendîkayan bang li hemû beşên civakê kirin ku li Taksîmê daxwazên xwe bînin ziman.
Li Rihayê cînayeta kar
Di dema xebatên binesaziyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê de hezaz çêbû û karkerê bi navê Sînan Kubat jiyana xwe ji dest da.
Ji Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrsînê banga 1’ê Gulanê
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrsînê bernameya xwe ya 1’ê Gulanê aşkere kir û wiha got: “Em ê ji bo xwedî li mafên xwe derkevin û daxwazên xwe biqêrin em ê li qadan bin.”