7'emîn Fuara Gurmeyê ya Mezopotamyayê dest pê kir
7'emîn Fuara Gurmeyê û Xwarinên Herêmî ya Mezopotamyayê ku ji hêla DTSO ve tê lidarxistin, dest pê kir.
Êdî kes nikare penîrê bisîrik jî bikire
Penîrê bisîrik ê Wanê ku her diçe hilberîna wî kêm dibe, fiyetê wî jî zêde dibe. Penîrê bisîrik ku par kiloya wî bi 350-450 TL'yî bû îsal bûye 700 TL.
Ji bo ceyranê zema veşarî: Fatûreya 900 TL dihat dê bibe hezar û 900 TL
Rêxistinên pîşeyî yên enerjiyê, bertek nîşanî zema dê ji 1’ê Çileyê ve bikeve meriyetê dan. Nûnerên li Amedê gotin ku fatûreya îro 900 TL dihat dê bi sala nû re bibe hezar û 900 TL.
Welatiyên Wanê: Divê kêmtirîn mûçe 50 hezar TL be
Welatiyên Wanê têkildarî nîqaşên zema li ser kêmitîn mûçeyê gotin divê herî kêm 50 hezar TL be.
Xelkê Enqereyê li dijî budçeya sala nû bibertek e
Welatiyên Enqereyê pêşniyarqanûna budçeyê nirxandin û xwestin budçeya ji bo şer tê veqetandin bo gel bê xerckirin.
Cotkarên Mûşê: Em êdî ber bi îflasê ve diçin
Cotkarên ku li Deşta Mûşê çandiniya silqê dikin, diyar kirin ku bi buhayê hatiye dayîn ve nikarin lêçûnên xwe dabîn bikin û gotin: “Em roj bi roj ber bi îflasê ve diçin.”
Ji ber fiyetê kêm bi hezaran berhem di nava zeviyê de man
Ji ber ku komîsyonvan bihayê di biniya lêçûnê de diyar dikin, li navçeya Payîzava û Westanê firingî, îsot, petêx û şebeş li nav zeviyê man.
Dikandarên biçûk ji ber marketên mezin naxebitin
Piştî hejmara zincîremarket zêde bûn, gelek esnafên biçûk bi tunebûnê re rû bi rû man. Esnafan ragihand ku êdî hatine asta ku nikarin debara xwe bikin û gotin ku dixebitin lê nikarin deynê xwe jî bidin.
Li Amedê dê ‘Bazara Pevguhertinê’ bê danîn
Dê bi hevkariya Serokatiya Daîreya Guherîna Avhewayê û Avêtiyan a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Komeleya Ekolojiyê “Bazara Pevguehrtinê” bê danîn.
Li Wanê ji ber zivistanê eleqeyeke zêde ji bo biharatfiroşan heye
Li Wanê bi hatina zivistanê re eleqeyeke zêde ji bo biharatfiroşan çêbû. Çaya herî zêde tê kirin axlemûr e kîloya wê di navbera hezar û 750 TL û 2000 TL’î de diguhere.
Karkerên ku daxwazên wan hatin qebûlkirin çalakiya xwe bi dawî kirin
Karkerên ku di şantiyeya Nexweşxaneya Bajêr a Peyasê de dixebitin ji ber ku 3 meh in meaşê xwe nestendine çalakî li dar xistin, piştî soza ku meaşdayînê, çalakiya xwe bi dawî kirin.
Karkerên nexweşxaneya bajêr doza meaşê xwe kirin
Li navçeya Peyasê karkerên li şantiyeya Nexweşxaneya Bajêr a Peyasê dixebitin, ji ber ku 3 meh in meaşê xwe nestendine, li banê înşeatê çalakî li dar xistin.
Bihayên xanî û kirê li Wanê zêde dibin: Her kes mexdûr e
Zêdebûna enflasyona ku encama krîza aborî ya li Tirkiyeyê ye, li Wanê kirêdaran û welatiyên ku dixwazin xanî bikirin mexdûr dike. Welatiyan diyar kirin ku di sala nû de wê zemên nû werin û gotin ku êdî kirîna xanî bûye xeyal.
Têkoşîna 223 karkeran didome
Çalakiya 223 karkerên ku ji aliyê qayûm ve ji kar hatine derxistin, di roja 97’an de berdewam kir.
ENAG: Enflasyona salane ji sedî 60 e
TUÎK: Enflasyon ji sedî 37.15 e
Daneyên enflasyonê yên meha Cotmehê hatin aşkerakirin. Li gorî TUÎK’ê enflasyona sala ne ji sedî 2.55 û li gorî ENAG’ê jî ya Cotmehê ji sedî 3.74 e.