Rageşiya li herêmê bihabûn bandoreke neyînî li turîzma Wanê dike
Rageşiya li herêmê bihabûn bandoreke neyînî li turîzma Wanê dike

Rageşiya li Rojhilata navîn, krîza aborî, bihabûn û pêşbaziya turîzmê bandoreke neyînî li ser turîzma Wanê kir. Hejmara turîstan ku par 980 hezar kes bû, îsal daket 380 hezar kesan. Serokê Anatoliyaya Rojhilat a TURSAB’ê Cevdet Ozgokçe got: “Bihabûn û şerên li herêmê bandoreke neyînî li turîzmê kir.”

Rapora ÎSÎG’ê ya Mijdarê: 216 karkeran di cînayetên kar de mirin
Rapora ÎSÎG’ê ya Mijdarê: 216 karkeran di cînayetên kar de mirin

ÎSÎG’ê di rapora xwe ya meha Mijdarê de ragihand ku 216 karkeran di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan.

TUÎK’ê dîsa rêjeya enflasyonê kêm nîşan da
TUÎK’ê dîsa rêjeya enflasyonê kêm nîşan da

TUÎK’ê rêjeya enflasyonê ya meha Mijdarê weke ji sedî 31,07 û ENAG’ê jî weke ji sedî 58,62 aşkera kir.

Teqawidan ‘budçe’ protesto kir
Teqawidan ‘budçe’ protesto kir

Teqawidan, daxwazên xwe yên têkildarî hevdîtinên budçeya 2026’an rêz kirin û gotin: “Em xwedî wê zanetî û hostetiyê ne ku pêşî li parçebûnê bigirin û têkoşîna teqawidan mezin bikin.”

‘Rêya xelasiya ji krîza aborî aştî ye’
‘Rêya xelasiya ji krîza aborî aştî ye’

Welatiyên navçeya Tarsusê yên çûn bazarê û danûstandin kirin, diyar kir ku rêya xelasiya ji krîza aborî serkeftina pêvajoya çareseriyê ye.

Mitînga KESK'ê ya Wanê: Ne ji şer, ji aştiyê re budçe
Mitînga KESK'ê ya Wanê: Ne ji şer, ji aştiyê re budçe

KESK'ê bi dirûşmeya “Em nikarin debara xwe bikin” mitîngeke herêmî li dar xist. Di mitîngê de girîngiya aştiyê hat destnîşankirin. Parlementer Berîtan Guneş Altin ku di mîtîngê de axivî got: “Em ê têkoşîna xwe bidomînin heta ku em welatekî azad ji bo gelê xwe, ji bo jinan û ji bo karkeran biafirînin.”

Tenduristkarê hat îxrackirin 10 sal in li nav zeviyan dixebite
Tenduristkarê hat îxrackirin 10 sal in li nav zeviyan dixebite

Tenduristkar Îbrahîm Çîçek ku piştî di sala 2016'an de hat îxrackirin û niha li nav zeviyan dest bi kar kir, anî ziman ku ger li welatekî aştî tune be ne aborî heye ne tenduristî ne jî demokrasî. Çîçek, got: "Ez baweriya xwe bi Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk tînim."

Ekonomîst Doguş: Aborî ji siyasetê hatiye qutkirin
Ekonomîst Doguş: Aborî ji siyasetê hatiye qutkirin

Aborînas Îlhan Doguş ê li ser budçeyê ku di Komîsyona Plan û Budçeyê ya Meclisê de tê nîqaşkirin axivî, diyar kir ku karê budçeçêkirinê ji polîtîkbûyînê hatiye derxistin û got: "Demokrasî, tevkariyeke girîng li pêşveçûna aborî dike. Li çaraliyê cîhanê mînakê vê hene."

Budçeya şer a 2026'an 2.1 trîlyon e: Dê rê li ber pirsgirêkên civakî yên mezintir veke
Budçeya şer a 2026'an 2.1 trîlyon e: Dê rê li ber pirsgirêkên civakî yên mezintir veke

Aborînas Ozgur Muftuoglû da zanîn ku ji bo sala pêş 2.1 trîlyon budçe ji bo şer hatiye veqetandin û got: "Budçeya 2026'an dê rê li ber pirsgirêkên civakî yên mezintir veke."

Kedkarên tev li mitînga KESK’ê bûn: Em budçeya ji bo gel dixwazin
Kedkarên tev li mitînga KESK’ê bûn: Em budçeya ji bo gel dixwazin

Kedkarên tev li mitînga herêmî ya KESK'ê ya Edeneyê diyar kirin ku ew nikarin debara xwe bikin û gotin: "Bi kevçî didin me, bi kemçeyê ji me distînin. Em budçeya ji bo gel dixwazin."

Têkoşîna di nava zincîra xizanî, bêewlehî û tundiyê de
Têkoşîna di nava zincîra xizanî, bêewlehî û tundiyê de

Jinên ku 25’ê Mijdarê bi xebata li zeviyan pêşwazî dikin, balê dikişînin ser tundiya ku zexta aborî û civakî li jinan çêdike û daxwaza başkirina şert û mercên xebatê û bidawîkirina bêcezakirina tundiyê kirin.

'Ji bo kirêya xwe bidin eşyayên xwe difiroşin'
'Ji bo kirêya xwe bidin eşyayên xwe difiroşin'

Li Wanê esnafekî ku amûrên kevn difiroşe têkildarî şert û mercên xizaniyê de wiha got: "Piraniya kirrîgerên tên cem me, ji ber ku nikarin kirêya xwe bidin makîneyên xwe, qoltixên xwe difiroşin. Hin dayik erebokên pitikên xwe difiroşin, ji bo mama bikirin."

KESK dê li Wanê mîtîngê li dar bixe
KESK dê li Wanê mîtîngê li dar bixe

Ji Komîteya Amadekar a mîtînga "Em nikarin debara xwe bikin! Ji bo gel butçe, Tirkiyeya Demokratîk" a KESK'ê Şemsettîn Bakir, anî ziman ku aboriya welêt divê êdî ne ji bo şer ji bo gel bê xerckirin.

Pêkanîna lastîkên zivistanê dest pê kir: Fiyet duqat biha bûne
Pêkanîna lastîkên zivistanê dest pê kir: Fiyet duqat biha bûne

Pêkanîna lastîkên zivistanê ku her sal mecbûrî be, ji 15'ê Mijdarê ve dest pê kir.

Şîroveya welatiyan a ji bo budçeyê: Dawiya me ne baş e
Şîroveya welatiyan a ji bo budçeyê: Dawiya me ne baş e

Weşatiyên Enqereyê têkildarî civînên budçeya sal 2026’an axivîn û destnîşan kirin ku budçe têrî gel nake û hêza kirînê nemaye.

< 1 2 3 4 5 > Rupel 2 / 245