Ji Meclisa DTSO’yê bang: Ji bo aştî û aboriyê divê gav bên avêtin
Di civîna Meclisa DTSO’yê de bang li Meclisê hat kirin û hat xwestin ku ji bo aştî û aboriyê gavên şênber bên avêtin.
Di protestoya mûçeyê kêmtirîn de banga têkoşîna hevpar
Cîgirê Serokê Giştî yê EMEP’ê Sedat Başkavak di çalakiya protestokirina zema ji bo mûçeyê kêmtirîn hatiye kirin de axivî û li dijî hewldana mayindekirina erzankirina kedê û xizaniyê, banga têkoşîna hevpar kir.
Tenduristkar: Alternatîfa pergala tenduristiyê ya heyî modela 'komunê' ye
Tenduristkaran bal kişand ser bazarkirina pergala tenduristiyê ya heyî û îşaret bi modela komunî ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirin û gotin: "Di demeke wiha de ku tiba kapîtalîst laşên me kontrol dike, komun wekî barîkatekê ye ku vê kontrolê bişikîne."
Di vê dikanê de pere derbas nabe: Armanc bibîrxistina civaka komunê ye
Di Dikana Hevgirtinê ya Kezî ya ku ji aliyê Şaredariya Cizîrê ve hat vekirin de, pere derbas nabe. Nûran Kaplan a ku ji kedkarên dikanê ye diyar kir ku armanca dikanê bibîrxistina civaka komun a ku di cewherê mirovahiyê de ye û got: "Werin em vê tora hevgirtinê bi hev re bihûnîn."
Komîsyona Tespîtkirina Mûçeyê Kêmtirîn cara duyemîn civiya
Di civîna duyemîn a Komîsyona Tespîtkirina Mûçeyê Kêmtirîn de Wezareta Xizîne û Darayî, Wezareta Bazirganiyê û TUÎK’ê rapor pêşkeş kirin.
Dê kardêr kêmtirîn mûçeyê diyar bikin: Rêjeya herî bilind ji sedî 30 e
Komîsyona Tespîtkirina Kêmtirîn Mûçeyê ya ku TURK-ÎŞ’ê xwe jê wekişandibû, dê bi nûnerên kardêr û hikûmetê re careke din bicive. Hat zanîn ku dê nûnerên kardêran sê vebijêrkan ji bo zemê pêşkêşî komîsyonê bikin.
Di mercên giran ên zivistanê de sewalkarî
Li gundê Tanêrê yê Xozatê ku zivistan lê dijwar derbas dibe, Ozlem Akdenîz û Zarîfe Akgul ên ku sewalkariyê dikin, diyar kirin ku ji ber zêdebûna lêçûnan sewalkarî her ku diçe zehmettir dibe û ew bi fikar in ka dê zivistanê çawa derbas bikin.
Ji xelkê Aydinê bang: Budçeyê ji bo gel veqetînin
Welatiyên Aydinê diyar kirin ku şert û mercên jiyanê li wan giran bûne û nikarin debara xwe bikin. Welatiyan, xwest ku budçe ne ji bo şer lê ji bo jin, ciwan û kedkaran were veqetandin.
Rapora BÎSAM’ê: Sînorê xizaniyê bû 94 hezar û 393 lîre
Li gorî daneyên rapora BÎSAM’ê ya meha Mijdarê, sînorê birçîtiyê yê malbateke 4 endamên wê hene bû 27 hezar û 289 lîre û sînorê xizaniyê jî bû 94 hezar û 393 lîre.
Milê meşe yê Çûkûrovayê li ser rêya Tarsûsê ye
Di roja duyemîn a meşa "Budçeya Nan û Aştiyê" ya DEM Partiyê de, milê Çûkûrovayê ber bi Tarsusê ve bi rê ket.
Komîsyona Tespîtkirina Mûçeyê Kêmtirîn civîna xwe ya ewil li dar xist
Komîsyona Tespîtkirina Mûçeyê Kêmtirîn, civîna xwe ya ewil li dar xist. TURK-ÎŞ’ê ragihand ku dê tev li xebatan nebe.
Meşa ‘Budçeya ji bo ked û aştiyê’ ya Çukurovayê: Budçeyê ji bo aştiyê veqetînin
Baskê meşa “Budçeya ji bo ked û aştiyê” ya DEM Partiyê ya Herêma Çukurovayê li Samandagê dest pê kir. Sezaî Temellî di meşê de got ku ew ê daxwazên gel bigihînin Meclisê û got: “Budçe ne ji bo çekan, bila ji bo aştiyê bê veqetandin.”
‘Ji bo aştiyê divê xweseriya rêveberiyên xwecihî bê parastin’
TUMBEL-SEN'ê 2'yemîn Sempozyuma Rêveberiyên Xwecihî, Ked û Demokrasiyê li hotêleke Enqereyê li dar xist. Beşdaran destnîşan kirin ku parastina xweseriya rêveberiyên xwecihî û demokrasiya xwecihî ji bo aştiyê jiyanî ye.
Li Colemêrgê kursiya serbest hat danîn
Rêxistina DEM Partiyê ya Colemêrgê di çarçoveya kampanyaya ked û aştiyê de li qada şaredariya kevn kursiya serbest danî.
Mînîbusa karkerên çandiniyê qelibî: 18 kes birîndar bûn
Li navçeya Yuregîr a Edeneyê, mînibusa karkerên çandiniyê qelibî. 18 kes birîndar bûn.