Di referandume de 'Erê' bi ser ket lê aborî têk çû
Hikûmeta AKP'ê beriya referanduma Serokomariyê ya 16'ê Nîsanê soza "Ger erê derkeve dê aborî baş bibe" dan, lê piştî AKP di referandumê de dengê "erê" bi dest xist dijberî sozên AKP'ê bêtir aborî xera bû û dolar 4 tl derbas kir. Bi sedan kargerî û şîrket hatin girtin. Bi sedan şîrket hatin firotin.
Dewrkirina erdên çandiniyê ya ji bo şîrketan dest pê kir
Li gundê Kabali yê navçeya Kadişehîr a Yozgatê 11 hezar donim erd ku tapoya wê hat çêkirin, li 5 donimê wê baxçeyê fêkiyan hat çêkirin. Çend roj berê jî erdên tapoya wan hat çêkirin ji bo 25 salan bi kirê dan şîrketekê.
Pêşketina sanayê pîşeya merşên destan qedand
Li Dîlokê ku berê 10 hezar dezgehên merşkeran hebûn, niha tenê hoste Yaşar Elbîr vî karî dike. Elbîr anî ziman ku berê bajar debara xwe bi merşkeriyê dikir, lê belê niha qîmeta vî karî nemaye.
Qoserî: 24'ê Hezîranê firsendeke baş e
Li Qoserê ku ji ber rewşa aborî ya her diçe xirabtir dibe di demên dawî de bi dehan fîrmayên îxracatkar îflas kirin, welatiyan diyar kir ku hilbijartina zordest ji bo rizgarbûyîna ji krîzê firsendeke baş e.
Polîsan piştî pîrozbahiyê êrîş kir û du kes binçav kir
Li Eneqereyê piştî bidawîbûna pîrozbahiyên mitînga 1'ê Gulanê polîsan êrîşî kedkarên ku ji hev belav bûn kir û 2 kes binçav kirin.
Li çar aliyên Tirkiyeyê 1’ê Gulanê hat pîrozkirin
Li dehan navendan ên Tirkiyeyê karker û kedkar daketin qadan 1’ê Gulanê Cejna Karker û Kedkaran pîroz kirin û dirûşmeya “Bijî Yekê Gulanê” ji qadan bilind bû.
Temellî: Ji yên li vir kurd in û li Enqereyê gur in re deng nîn in
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî di mitînga 1’ê Gulanê ya Amedê de axivî û diyar kir ku di hilbijartina zordest a 24’ê Hezîranê de çareserî bi HDP’ê pêkan e û ev hişyarî kir: “Ya hûnê bi HDP’ê re siyasetê bikin an jî hûnê birizin û biçin.”
Li qadên 1’ê Gulanê qîr kirin: Hûn nikarin vîna me têk bibin
Li Dîlok, Semsûr, Êlih, Dersım, Riha û Meletiyê bi hezaran karker û kedkar li qadên 1’ê Gulanê Cejna Karker û Kedkaran, bi dirûşmeya “Hûn nikarin vîna me têk bibin” pîroz kirin.
Turk-Îşê jî piştgirî da operasyona OSO
Turk-Îş, 1'ê Gulanê Roja Karkerên Cîhanê, bi armanca piştgiriyê bidin operasyona TSK û OSO ya li dijî gelê Efrînê pêk anî li Hatayê mîtîng pêk anî.
Li Beşîktaşê mudaxeleya Taksîmê: 20 kes binçavkirin
Komek xwest ji Beşîktaşê derkevin Qada Taksîmê 1’ê Gulanê pîroz bikin, rastî mudaxeleya polîsan hatin. Polîsan 20 kes binçav kirin.
Taksim li karkeran qedexe ye ji Hak Îş’ê re serbest e!
Qada Taksimê ku ji bo pîrozbahiya 1'ê Gulanê Roja Karkerên Cîhanê li karkeran hat qedexekirin, ji bo Hak -Îş û Sendikayê Xizmetkarên Saglikê serbest e.
Çîna karkeran li 75 navendan 1'ê Gulanê piroz dike
Çîna karker û kedaran û rêxistinên ked û pîşeyî dê 75 Navendan kom bibin û 1'ê Gulanê Roja Karkerên Cîhanê pîroz bike. KESK, DÎSK, TTB û TMMOB dê li Stenbol, Amed, Îzmir, Enqere û Edene jî mîtîngên girseyî pêk bîne.
Rezervasyon tên betalkirin, turîzmvan bêhêvî ne
Turîzmvanên Bodrûmê ku di bin şert û şirûtên Rewşa Awarte de dest bi serdema nû kirin, diyar kirin ku rezervasyonên tune ne û îsal jî tu hêviya wan tune ye. Otelvan Huseyîn Ozturk got: "Piştî şerê Efrînê û krîza hilbijartinê rezervasyon hatin betalkirin."
'Pîrozbahiya 1’ê Gulanê dê bandorê li ser hilbijartinê bike’
Komîteya Amadekar a 1’ê Gulanê ya Stenbolê aşkere kir ku dê girseya 1’ê Gulanê encamên hilbijartinê jî bi bandor bike û banga beşdariya mitîngê kir.
Bernameyên 1’ê Gulanê yên li bajaran diyar bûn
Bernameyên bajaran ên pîrozbahiyên 1’ê Gulanê Cejna Karkeran a Cîhanê diyar bûn. Bi sedhezaran kedkar dê sibe dakevin qadan û daxwazên xwe bînin ser ziman.