Li Mêrsînê banga tevlîbûna 1’ê Gulanê
Rêxistina HDP’ê ya Mêrsînê, bi armanca tevlîbûna mîtînga 1’ê Gulanê belavok belav kirin.
Li Dîlokê 1’ê Gulanê dê li Parka Kirkayak bê pîrozkirin
Hêzên ked û demokrasiyê yên Dîlokê dê 1’ê Gulanê li Parka Kirkayak a navçeya Şahînbey pîroz bikin.
Îthalatê gelek zêde bû
Li gorî daeneyên TUÎK’ê di meha adarê de bazirganiya derve ji sedî 28.8 zêde bû û derket 5 milyar û 855 milyon dolarî.
Tevinkarê Berikan: Li vê derê patron tune ye
Agit Geyîk ê tevinkariya berikan ji bavê xwe fêr bû, ji zaroktiya xwe ve secadeyan çêdike. Geyîk, diyar kir ku ew kesek sosyalîste û got: “Ez êlekê xwe yê das û çakûç tu carî ji ser xwe naxim. Li vê derê patron tuneye û hemû kes li gorî hilberandina xwe qezenc dike.”
‘Kesên dibêjin krîz tuneye, pareyên wan hene’
Dikandar û serfkarên difikirin ji ber krîza aborî biryara hilbijartina zordest hat dayîn, bawer dikin ku divê êdî hikûmet bê guhertin. Pazarvan Halît Ceylan, bal kişand ser zamên li ser hev hatin û got: “Kesên dibêjin krîz tuneye, pareyê wan hene.”
Ridvan Turan: Em fikarên xwe danîn aliyekê û tenê serkeftinê bifikirin
Berdevkê Komîsyona Kedê ya HDP’ê Ridvan Turan got, “Em hemû fikarên xwe danîn aliyekê û tenê serkeftinê bifikirin. Îro derfetên serkeftinê ji her demê zêdetire. Em ê vê serkeftinê li qadên 1’ê Gulanê û di hilbijartina 24’ê Hezîranê de bibîn in.”
Komiteya Amadekar ya Enqereyê: Em ji 1'ê Gulanê re amade ne
Komîteya Amadekar a 1'ê Gulanê ya Enqereyê amadekariyên mitînga 1'ê Gulanê bi dawî kir. Seroka Komîteya Amadekar Sultan Saygili, diyar kir ku ew di bin qedexeyên OHAL'ê û zextên hilbijartina zordest mîtînga xwe pêk tînin û wiha got: "Gelê Enqere û karker ji 1'ê Gulanê re amade ye."
Tunç ê ji kar hat avêtin: Em 1’ê Gulanê veguherînin qadên berxwedanê
Seracettîn Tunç yê ji ber endamê sendîkayê bû, 10 roj berî 1’ê Gulanê ji kar hat avêtin, li ber fabriqeyê dest bi çalakiya rûniştinê kiriye. Tunç, diyar kir ku dê di 1’ê Gulanê de biherikin qadan û got: “Hemû karkerên li Tirkiyeyê divê 1’ê Gulanê veguherînin qadên berxwedanê.”
Kesên di 1'ê Gulana 1996'an de hatin qetilkirin hatin bibîr anîn
Endam û rêveberên KESK'ê karker Hasan Albayrak, Dursun Odabaş û Yalçin Levent ên di 1'ê Gulana 1996'an de li Kadikoyê hatin qetilkirin bibîr anîn. Hevserokê Giştî yê KESK Mehmet Bozgeyik diyar kir ku kesên hatin hilbijartin ji bo kujerên kesên di 1'ê Gulanê, Sêwas, Çorum, 10'ê Cotmehê û Pirsûsê hatin kuştin ronî bike tu tiştek nekirin.
Destûra meşa 1’ê Gulanê hat dayîn
Walîtiya Edeneyê destûr da meşa Cejna Karkeran a 1’ê Gulanê ya berê qedexe kiribû.
Di serdema AKP'ê de 20 hezar û 500 karker mirin
Di 16 salên serdema AKP'ê de herî kêm 20 hezar û 500 karker mirin. Di serdema îktîdara AKP'ê de kanên komirê yên li Zonguldak, Soma, Ermenek, Şîrvan, Şirnak û dehan kanên din ên komirê ji bo karkeran bûn goristan. Dîsa betalî zêde bû û keda karkeran erzan bû.
Banga 1’ê Gulanê: Em ê mîna artêşa betalan biherikin qadan
Karkeran hemû kes dawetî qadên 1’ê Gulanê kirin û gotin: “Desthilatdariyê bi KHK’an artêşek betalan ava kir. Em ê mîna artêşa betalan li qadan bin.”
Karkerên Sûriyeyî: Em bimirin jî ne xema kesî ye
Li Edeneyê di 4 mehên dawî de 2 karkerên sûriyeyî mirin û yên mayî jî di şert û mercên ne ewle de tên xebitandin.
Li Geverê rêjeya betaliyê ji sedî 70’ê ye
Serokê Odeya Esnaf û Sinhetkaran a Geverê Îrfan Sari anî ziman ku piştî qedexeya derketina kolanan a li navçeyê hat îlankirin, li navçeyê rewşa aboriyê bi krîza heyî re bi temamî rûxiyaye û rêjeya betaliyê bûye ji sedî 70’ê.
Parlamenterên HDP’ê ji bo 1’ê Gulanê belakov belav kirin
Parlamenterên HDP’ê, berî pîrozbahiyên 1’ê Gulanê belavok li gel belav kirin û gel dawetî mîtîngê kirin.