HDP dê di aboriyê de ‘bernameya parvekirina bi heqî' pêk bîne
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezai Temellî danezana aboriyê ya partiya xwe aşkere kir û diyar kir ku ew dê bernameya 5 salan a debarê têxin meriyetê û wiha got: "Em dê bi bernameya parvekirina bi heq aboriya Tirkiye rehet bikin."
Bêqîmetbûna TL welatî perîşan kir
Welatiyên ku ji ber krîza aborî nikarin pêdiviyên xwe pêk bînin, diyar kirin ku lîreyê tirkî her diçe kêm dibe û ji ber vê tiştên berê bi 40 lîreyî dikirîn, niha bi zorê bi 100 lîreyî dikirin.
Karkerên ku heqê wan tê xwarin û dev ji kar berdan: Em ê dengê xwe bidin HDP'ê
Karkerên ku ji ber şert û mercên neewlehiyî yên kar û nerazandina heqên mesaiyên wan 10 roj in kar dane rawestandin, diyar kirin ku ew ne kola, karker in û ew ê di hilbijartinê de dengê xwe bidin partiya ku li cem karkeran cih digire.
Çarşiya Pirsûsê bêdeng e
Li çarşiya Pirsûsê alvêr nabe. Hindik maye esnaf dikanên xwe bigirin.
Ne li Dolar, li mazotê binerin
Esnafên bazarê yên Hatayê destnîşan kirin ku bi vê rewşa aborî, dê tu tişt neyên kirîn û firotin. Esnafan got: “Ne li dolar, li mazotê binere.”
Li Bakirkoyê asansora bar ket: 4 karker birîndar bûn
Li Bakirkoyê asansora bar a înşaetekê ket û 4 karker birîndar bûn.
SES: Wezareta Tenduristiyê dengan ji bo desthilatdariyê kom dike
Şaxên SES’ê yên AMED û Wan, diyar kirin ku Wezareta Polîtîkayên Malbat û Civakê bûye amûrê siyasetê û gotin: “Xebatkarên Wezaretê dibin navê ‘serdanên malan de’ yek bi yek li malan digerin û dengan ji bo desthilatdariya AKP’ê kom dikin.”
Galerîvan: Gel ditirse, gelo dê ev der jî bibe wekî Sûriyeyê
Li Dîlokê, galerîvanan diyar kir ku ji ber zêdebûna qûra dowîzî û nediyariya pêşeroja welat karê wan nabe. Galerîvanan got: “Rewşa me niha ne kêmî ya Sûriyeyê ye. Gel ditirse û dibêje ‘gelo dibe ku em jî bibin wekî Sûriyeyê?’”
200 karkerên mûçeyên wan nehatin dayîn dest ji kar berdan
200 karkerên Pişesazî yên Endustriya Bîmsan a taxa Şemika ya navçeya Şemrexê ji ber ku bi mehane mûçeyên wan nadin, dest ji kar berdan.
TL li hemberî dolar û euro qîmetê winda dike
Qîmetê Lîreyê Tirk (TL) ya li hemberî dowîzên biyanî kêlî bi kêlî winda dibe. TL li hemberî Dolar û Euro qîmetê winda dike. Dolar li hemberî TL derket 4.64 lîra
Careke din sotemenî zem kirin
Sendîkaya Karmendên Îstasyonên Îkmala Neft, Gaz û Enerjiyê (EPGİS) aşkera kir ku zemeke din ya sotemeniyê ji ber zêdebûna dolar û neftê hat kirin.
Dolar bi 4.52 TL, Euro bi 5.31 TL hat hûrkirin
Kura Dolar/TL’yê bi rekora hemû deman dest bi hefteyê kir. Ev hefte bi reqoreke nû derî li TL’ê vekir. Balkêşe kur îro pir zû dest bi kar kir. Dolar bi kura 4. 52 TL’yan dest bi hurkirinê kir. Ev rêje jî rekora hemu deman ya kura dolarê ya li hember TL’yê ye.
Endamên KESK’ê: Dê dengek me jî ji AKP’ê re neçe
Platforma Şaxan a KESK’ê ya Mêrsînê di çalakiya ji bo endamên wan vegerin kar de got: “Ji me KESK’yan dê di 24’ê hezîranê de dengek ji bo AKP’ê neçe.”
Alîgirê şaredar ji karkerê ji kar hatin avêtin re: Tu yê herî sûcdar î
Kenan Gungorduyê ku ji karê xwe yê Şaredariya Zeytînbûrnûyê hat avêtin, diyar kir ku wî bi Alîgirê Şaredar Saffet Oz re hevdîtin çêkiriye û Oz jê re gotiye: "Me kesên herî sûcdar xistin kategoriyekê. Nexwe tu zêde sûcdar î ku tu hatî avêtin."
'Ji bo zîndebûna turîzmê divê dawî li Rewşa Awarte bê'
Serokê Şaxa Dev Turîzm Îş'ê ya Antalyayê Mûstafa Savfet Yahyaoglû, anî ziman ku her çend niha îktîdara AKP'ê destekê dide turîzmê, lê belê dîsa jî rewşa turîzmê baş nabe. Yahyaoglû diyar kir ku ji bo rewşa aboriyê baş bibe divê dawî li Rewşa Awarte bê.