Ocalan: Tekane çavkaniya krîzê kapîtalîzm e
Ocalan: Tekane çavkaniya krîzê kapîtalîzm e

Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, di parêznameya xwe de bal dikişîne ser têkiliya pêkhatin û qedandina krîzên aborî û wiha kapîtalîzê rexne dike: "Di dîrokê de tişta ku tu şerî û felaketên xwezayî neaniye serê civaka mirovan kapîtalîzmê bi awayê aboriyê aniye serê civaka mirovan."

Li Sîteya Matbaayan firotina bi wadê hat rawestiya
Li Sîteya Matbaayan firotina bi wadê hat rawestiya

Sîteya Matbaayê ya li Topkapiyê jî nesîbê xwe ji krîza aborî girt. Îthalatvanê kaxezan Bîral Aydin, diyar kir ku ji ber pêldariya kûrên dowîzî mirov diqilqilin û ji ber vê ew mecbûr mane ku firotina bi wade rawestînin.

Saziyên bazirganiyê yên Amedê: Bila ji bo Kurdistana Federe seferên balafiran dest pê bike
Saziyên bazirganiyê yên Amedê: Bila ji bo Kurdistana Federe seferên balafiran dest pê bike

DTSO, DTBO, DESOB û DÎSÎAD xwestin li Amedê ji nû ve seferên balafiran ji bo Herêma Kurdistana Federe û Bakurê Qibirsê dest pê bikin.

Li gorî TUÎK'ê ji sedî 17.90 enflasyon zêde bû
Li gorî TUÎK'ê ji sedî 17.90 enflasyon zêde bû

TUÎK'ê daneyên meha Tebaxê aşkere kir. Li gorî daneyên TUÎK'ê enflasyon di tebaxê de ji sedî 2.3 zêde bû. Enflasyona salê ji sedî 15.85'an derket ji sedî 17.90'an.

Tomerîfiroşên li Merterê jî 'stop' kirin: Rojên xirab li benda me ne
Tomerîfiroşên li Merterê jî 'stop' kirin: Rojên xirab li benda me ne

Li Merterê mexazeyên tomerîfiroş êdî ji ber zêdebûna dowîzan nikarin tu karî bikin. Xwediyên mexazeyan gotin: "Ji sibehê heta êvarî li vira rûdinêm. Bêyî ku heqê mesrefên xwe derxim diçim malê. Pêşeroj nebaş dixuyê, rojên xirab li benda me ne."

‘Bi lez mûçê xizmetkarên tenduristiyê bidin wan'
‘Bi lez mûçê xizmetkarên tenduristiyê bidin wan'

Rêveberiya ÎTO û SES'ê yên Stenbolê bal kişandin ser pirsgirêka xizmetkarên tenduristiyê yên fakulte û nexweşxaneyan û diyar kirin ku 3 mehin mûçeyên wan nedane wan. Nûneran xwest bi lez mûçeyên kedkaran bidin wan.

Dogan ê hat îxrackirin: Berdêla krîzê em radizînin
Dogan ê hat îxrackirin: Berdêla krîzê em radizînin

Serokê Şaxa Jimara 1’an a BES’ê ya Stenbolê Dursun Dogan ê bi KHK’ê hat îxrackirin diyar kir ku ji ber zemên her pêk tên ên hatine îxrackirin nikarin debara xwe bikin û got: “Berpirsên krîzê ne em in. Lê berdêla wê em radizînin.”

Esnafên Çarşiya Amûrên Elektronîk: Mirov nikarin nan bikirin, dê çawa amûrên elektronîk bikirin
Esnafên Çarşiya Amûrên Elektronîk: Mirov nikarin nan bikirin, dê çawa amûrên elektronîk bikirin

Esnafên Çarşiya Amûrên Elektironîk ku eşyayên xwe bi dowîzan dikirin, diyar kirin ku mirov nikarin nan bikirin, dê çawa amûrên elektronîk bikirin.

Saziyên civaka sivîl: Dê krîz bi keştiya ku kedkar tê de bin bê çareserkirin
Saziyên civaka sivîl: Dê krîz bi keştiya ku kedkar tê de bin bê çareserkirin

Nûnerên rêxistinên civaka sivîl ên li Mêrsînê, bilêv kirin ku dê krîz bi keştiya ku xizan, kedkar û bindest tev de tê de ne bê çareserkirin.

Esnafê Emînonuyê: Herkes perîşan bûye
Esnafê Emînonuyê: Herkes perîşan bûye

Esnafên Emînonuyê diyar kirin ku ji ber krîza aborî her tişt hatiye zemkirin û di cejnê de jî karê wan nebûye. Gokhan Delîkayayê ku 20 sal in li Emînonuyê esnaftiyê dike got: "Li Mahmûtpaşayê her kes perîşan bûye. Kî bibêje karê min baş e derewan dike."

Ji ber ku karê înşeatê talûke ye dev jê berda firin vekir
Ji ber ku karê înşeatê talûke ye dev jê berda firin vekir

Cafer Tatliyê ku bi salan di sektora înşeatê de xebitî, piştî di vê sektorê de cinayetên karî zêde bûn vegeriya gund û tevî malbata xwe firin vekir. Niha Tatli nan dişîne Stenbol, Enqere, Îzmîr û gelek bajarên din.

Cejnê jî nebû bersîva esnafên Tahtakale
Cejnê jî nebû bersîva esnafên Tahtakale

Esnafên Tahtalake yên Stenbolê ku ji ber kirîza aborî li ber îflasê ne, cejn jî ji daxwaz û heviyên wan ne nebû bersîv. Gelek esnafan dikan girtin û li Tahtakaleyê bêdengî serdest e.

Esnafê Gazîosmanpaşayê: Em ji berîka xwe dixwin
Esnafê Gazîosmanpaşayê: Em ji berîka xwe dixwin

Esnafên Gazîosmanpaşayê diyar kirin ku gellek hilberîn hatin zemkirin û hêza mirovan a kirînî nemaye û gotin: “Çerx nagere, hemû ji berîkê diçe. Me hêviya xwe ji cejnê jî qût kiriye.”

‘Hêvî cejn bû, ew jî çû'
‘Hêvî cejn bû, ew jî çû'

Ber destê cejnê ye, lê belê rûyê esnafan nakene. Li Amedê kesên dezgehên xwe li ser peyarêyan vekirine gotin: "Berê beriya cejnê ev kolan weke kurmoriyan bû, ji mirovan xalî nedibû."

Esnafên halê: Rewşa halê qet nebaş e
Esnafên halê: Rewşa halê qet nebaş e

Esnafên Hala Zebze û Fêkiyan a Bayrampaşayê, diyar kirin ku qezenca ku berê di hefteyekê de bi dest wan diket niha di 20 rojî de bi dest wan dikeve. Esnafan got, fatûreya krîzê li wan tê birîn.

< 203 204 205 206 207 > Rupel 205 / 245