Pembû êdî nayê firotin û rençber zerar dikin
Li Rihayê rençberên ku pembû diçînin, diyar kirin êdî ji ber fabrîqe pembûyên wan nagikirin, pembûyê wan nayê firotin û li malê xera dibe.
Li Edeneyê 200 atolyeyên pêlavan hatin girtin
Karkerên pêlavan çêdikin ji bo heqdesta wan bê zêdekirin dev ji kar berdan, diyar kirin heta daxwazên wan pêk neyên ew ê bitêkoşin. Serokê Komeleya Piştevaniyê Mûstafa Ozay anî ziman ku di demên dawî de 200 atolye hatine girtin û 3 hezar û 600 karker jî betal mane.
Esnafên Agiriyê: Êdî mirov nikarin çayekê jî vexwin
Esnafên li Agirî ji ber krîza aborî hindik mane top bavêjin. Esnafan diyar kir ku êdî nikarin çayekê jî vexwin û ji bo başkirina rewşa aboriyê îktîdr dereng maye.
Turan: Meclîsê butçeya 16 wezîran wekî wê qebûl kir
Parlamenterê HDP'ê yê Mêrsînê Ridvan Turan, qebûlkirina butçeya 2019'an ku ji aliyê meclîsê ve bêyî guhertin hat erêkirin nirxand. Turan, der barê butçeya ku muxalefet wekî butçeya şer pênase dike wiha got: “Butçeya 16 wezîran amade kir meclîsê wekî wê qebûl kir. Ev nîşan dide ku meclîs dûvê Qesrê ye."
Çerkezoglu: Rêveberên sendîkayan bila bên berdan
Seroka Giştî ya DÎSK’ê Arzû Çerkezoglu bertek nîşanî binçavkirina rêveberên sendîkayan duh li Enqereyê pêk hat da û got: “Rêveberên sendîkayan ên hatin binçavkirin bila demildest bên berdan.”
Karkerên tekstîlê yên nikarin debara xwe bikin rojên zor derbas dikin
Karkerên tekstîlê yên pirsgirêkên debarê dijîn, di heman demê de li dijî krîza aborî liber xwe didin. Mûzaffer Uzer, diyar kir ku ew nikarin debara xwe bikin û got: “Di dawiya hefteyê de jî em necarin ku bixebitin.” Pamûk Coşkûn jî, anî ziman ku ew nikarin biçin bazarê û kirêya malê bidin.
ÎSÎG: Di cînayetên kar ên 10 mehan de 92 jinan jiyana xwe ji dest dan
Meclîsa ÎSÎG’ê bi minasebeta 25'e Mijdarê Roja Têkoşîn û Piştevaniya Navnetreweyî ya Li Dijî Tundiya li Ser Jinan rapora derbarê cînayetên kar ên jinan de amadekiribû weşand û got: “Di cînayetên kar ên 10 mehên dawî yên sala 2018’an de 92 jinan jiyana xwe ji dest dan.”
Seroka DÎSK'ê Çerkezoglu: Sedema cînayetên kar hişmendiya sermayedaran e
Seroka Giştî ya DÎSK'ê Arzu Çerkezoglu, di 2'emîn Konferansa Navneteweyî ya Tenduristiya Karkeran û Ewlehiya kar de bal kişand ser cînayetên kar û diyar kir ku sedema cînayetên kar hişmendiya sermayedaran e.
Gelo zeytûnên Efrînê ji bo OSO fînanse bikin anîn?
Piştî derket holê zeytûn û rûnê zeytûnan ji Efrînê anîne, gelek derdoran bertek nîşan da. Serokê Sendîkaya Gida-Îş'ê Seyît Aslan pirsî: "Qey ji bo OSO bê fînansekirin ev zeytûn anîn?"
Karkerê înşaetê ji qatê 6'an ket û can da
Meclîsa ÎSÎG'ê li ser hesabê medya civakî diyar kir ku li Îspartaye karkerê înşaetê yê 27 salî Adem îşler ê bavê 3 zarokan ji qatê 6'an ket xwar û jiyana xwe ji dest da.
Esnafên sanayiya wesayîtan: Krîza vê carê tiştekî din e
Ji ber bihabûna fiyetên perçe û malzemeyên wesayîtan, esnafên Sîteya Sanayiyê ya Rihayê diyar kirin ku rewşa wan nebaş e. Esnafn got: "Li welat tim krîz hebû, lê krîza vê carê tiştekî din e."
Aborîzan Şahînoz: Unsûrên taleba hundurîn teng dibin
Aborîzan Prof. drç Ahmet Şahînoz, Rapora Bergehî ya Aboriyê ya OECD'ê ya 2018'an nirxand û destnîşan kir ku li Tirkiyeyê unsûrên taleba hundurîn hemû hindik mane rawest in û her biçe wê aborî tengtir bibe.
Mexdûrên KHK'ê rojeva Lijneya Venêrtina Cemaweriyê de ye
Li ser giliyên li Lijneya Venêrtina Cemaweriyê hatin kirin, hat diyar kirin ku lijne dê mijara ku karmendên bi KHK'ê hatin îxrackirin, dikaribin di sektorên taybet de bixebite têxe rojeva xwe.
Ji ber bihabûna ceryanê barê esnafa giran bû
Ji ber krîza aborî di salekê de 5 caran ceryan hat bihakirin. Esnafan anî ziman ku fatûreya krîzê li wan tê birîn.
Haber-Sen: TRT bi awayekî fîlî kirin şîrket
Rêveberê Haber Sen'ê Denîz Salmanli, diyar kir ku bi guhertina TRT'ê ya bi Biryarnameya Serokomariyê ya hêjmar 703'an, bi awayekî fîîlî kirine şîrket û wiha got: "TRT ya gel e. Divê xizmeta gel bike. Mecbûre xizmeta gel bike."