EKSK’ê ji Erdogan re faks şand: Komîsyona OHAL’ê betal bikin
EKSK’ê ji Erdogan re faks şand: Komîsyona OHAL’ê betal bikin

Rêveberên saziyên girêdayî KESK’ê li gelek bajaran bi daxwaza bila Komîsyona Lêkolîna OHAL’ê betalkirin û pêvajoya hiqûqî bê destpêkirin ji Serokomar Erdogan re faks şandin.

Kubîlay: Bi bernameya 100 rojî krîz kûrtir bû
Kubîlay: Bi bernameya 100 rojî krîz kûrtir bû

Alîkarê Hevserokatiya HDP'ê Gunay Kubîlay bal kişande ser bernameya 100 rojî ya AKP'ê û got: ''Desthilatdarî ev 5 hezar û 850 roj in xwîna gel dimije''. Kubîlay got krîz girantir dibe û domand: ''Gel di sindoqê de wê bersivê bide''.

Li bazara genim a herî mezin, esnaf ji betalî spiyan dikujin
Li bazara genim a herî mezin, esnaf ji betalî spiyan dikujin

Esnafên Bazara Genim a Wêranşarê ku bazara herî mezin a genim a herêmê ye, hindik mane top bavêjin. Esnafên bazarê gotin li gor sala par karê wan ji sedî 80 kêm bûye û ger krîza aborî neyê çareserkirin ew ê top bavêjin.

Bi selikên ji dara biyê debara xwe dike
Bi selikên ji dara biyê debara xwe dike

Necmettîn Elîk ku havînan ji darên biyan selikan çêdike, bi vî karî debara malbata xwe dike.

Karkerên meaşên wan nehat dayîn dest bi çalakiyê kirin
Karkerên meaşên wan nehat dayîn dest bi çalakiyê kirin

Karkerên dî îşaeta navenda karekê de dixebitîn, ji ber ku meaşê wan ê 3 mehan nehat dayîn derketin ser ban û dest bi çalakiyê kirin.

Karkerên fabrîqeya Enez dest bi grevê kirin
Karkerên fabrîqeya Enez dest bi grevê kirin

Karkerên li ser hevpeymana karê komî ya fabrîqeya Kankeriya Mînarel AMCOL a Enez li hev nekirin, dest bi grevê kirin.

Di cotmehê de 177 karker jiyana xwe ji dest dan
Di cotmehê de 177 karker jiyana xwe ji dest dan

Meclîsa Ewlehiya Tenduristiya Karker û Kar (ÎSÎG) rapora meha cotmehê aşkere kir û ragihand ku herî kêm 177 karkeran jiyana xwe ji dest da ye.

Enflasyon di 15 salên dawî de derket asta herî jor
Enflasyon di 15 salên dawî de derket asta herî jor

Li gorî daneyên TUÎK'ê yên cotmehê enflasyon ji sedî 25,24 zêde bû û ji 2003'an heta niha di nava 15 salên dawî de derket asta herî jor.

Seroka ÎTO Dr. Saîp: Zagon nabe bersîv
Seroka ÎTO Dr. Saîp: Zagon nabe bersîv

Seroka ÎTO Dr. Pinar Saip, bal kişand zer pêşnûmeya ku li meclîsê tê niqaşkirin û wiha got: "Pêşnûmeya Qanûnê ya Di Tenduristiyê de Tundî" ku wekî "Pêşnûmeya Qanûna Tundiyê ya Nû" anîn pêşberî me, tu daxwaz û pirsgirêkan çareser nake. Ji ber vê yekê tu wateya vê pêşnûmeyê tune ye.

Bijişkên Êlihê bertek nîşanî qanûna torbeya tenduristiyê dan
Bijişkên Êlihê bertek nîşanî qanûna torbeya tenduristiyê dan

Odeya Bijişkên Êlihê û Şaxa SES’ê a Êlihê derbarê “qanûna tundiya di tenduristiyê de” daxuyaniyek hevpar dan û gotin: “Desthilatdar hewl dide bi qanûna tundiya di tenduristiyê de” raya giştî bixapîne. Ji bo ku pêşnûme neyê qebûl kirin, emê li her derê xwe bi rêxistin bikin.”

Aşê ard ên Mêrdînê ketin tora bankayan
Aşê ard ên Mêrdînê ketin tora bankayan

Li Mêrdînê, bi hinceta "ji bo îstikrara fiyetan" îxracata ard hat rawestandin û ji ber vê jî li aşên ard fiyetê ard nêvî nêvî daket. Hilberîneran anî ziman ku ji ber vê cotkar jî dixisrin û ji ber nebûna pereyê pêşin ketine tora bankeyan.

Êdî holdîng ji keda karkerên penaber dixwin!
Êdî holdîng ji keda karkerên penaber dixwin!

Rojanemava Ercument Akdenîz, destnîşan kir ku karkerên sûriyeyî yên bi heqedesteke kêm tên xebitandin, berê sermayeya biçûk navîn ji pişta wan dixwar, lê belê niha jî rasterast holdîng ji pişta wan dixwin. Her wiha Akdenîz, li hemberî vê rewşê sekna sendîkayên karkeran jî rexne kir.

Êdî sewalvan nikarin êm û kayê jî bikirin
Êdî sewalvan nikarin êm û kayê jî bikirin

Esnafên Kooperatîfa Temîn û Belavkirinê ya Êm û Kayê ya Gola Wanê, diyar kirin ku êdî tu xêr di karê wan de nemaye û hindik maye top bavêjin.

Kesên teqawidbûyî nikarin debara xwe bikin
Kesên teqawidbûyî nikarin debara xwe bikin

Serokê Şaxa Emeklî Sen a Mêrsînê Adil Aleybeyoglû, bertek nîşanî neçareserkirina pirsgirika temenê teqawidbûyînê da û xwest mafên wan bên îadekirinç Kamîl Morê teqawidbûyî jî, bal kişand ser debarkirinê û got, di nav deynan de mane.

SES: Pêşnûya Qanûna Torbe ya AKP’ê dê tundiyê asteng neke
SES: Pêşnûya Qanûna Torbe ya AKP’ê dê tundiyê asteng neke

Serokê Giştî yê SES’ê Îbrahîm Kara, diyar kir ku Pêşnûmeya Qanûna Torbe ya Tenduristiyê ya AKP’ê pêşkêşî Meclîsê kir dê tundiyê asteng neke û got: “Me carek din dît ku AKP li şûna tundiya di tenduristiyê de asteng bike, tenê qîma xwe bi girtin û cezakirinan tîne.”

< 193 194 195 196 197 > Rupel 195 / 245