‘Em ê bitêkoşin, di 16'ê Kanûnê de li Amedê ne'
‘Em ê bitêkoşin, di 16'ê Kanûnê de li Amedê ne'

Kedkarên cemaweriyê ji bo mîtînga KESK'ê ya li Amedê dixebitin, diyar kirin ku di serdemeke krîz zêde dibe de bêdengiya li hemberî pêkanînan tê wateya hevkariyê û got: "Em ê di mîtîngê de pêşî ji bo aştiyê bang bikin û paşê em ê destnîşan bikin ku divê fatûreya krîzê li kedkaran neyê birîn."

Wexta çêkirina tihîna navdar a Çelê dest pê kir
Wexta çêkirina tihîna navdar a Çelê dest pê kir

Li Colemêrgê wextê çêkirina tihîna Çelê dest pê kir. Gundî kunciyên diçinînin li aşên ji dema Nastûriyan mane dikin tihîn û bi tihîna çêdikin debara xwe dikin.

Bêyî serfetihê bikin dikanên xwe digirin
Bêyî serfetihê bikin dikanên xwe digirin

Esnafên Bazara Sîpahiyê diyar kirin ku ew her sal dibêjin xwezî bi par. Esnafan got, bêyî ew serfetihê bikin dikanên xwe digirin û diçin malên xwe.

'Kesên bûn sedema krîzê bila bedêlê bidin'
'Kesên bûn sedema krîzê bila bedêlê bidin'

Sekretera KESK'ê Gulîstan Atasoy ji bo mîtînga wê di 15'ê Kanûnê de li Edeneyê li dar bixin bi dirûşmeya "Kesên bûn sedema krîzê bila bedêlê bidin" herkesî vexwand mîtîngê.

Karkerên ÎZBAN'ê 4 roj in di grevê de ne
Karkerên ÎZBAN'ê 4 roj in di grevê de ne

Karkerên ÎZBANÊ ku ji ber daxwaza wan a ji bo zemkirina meaş nehat qebûlkirin 4 roj in di grevê de ne. Karkeran got: "Heta daxwazên me neyên qebûlkirin wê greva me dewam bike. Bila greva biqede, da em jî gelê Îzmîrê veguhêzin."

Dadgehê biryar da: Guherandina cihê peywirê ne li gor hiqûqê ye
Dadgehê biryar da: Guherandina cihê peywirê ne li gor hiqûqê ye

Qeyûmê tayînî Şaredariya Mezin a Wanê hatibû kirin, cihê serokên daîreyan û karmendên wan guherandibû. Li ser vê serokên daîreyan û karmend doz vekiribûn. Dadgeha Îdarî ya Herêmê ya Erziromê di biryara xwe de diyar kir ku guherandina cihê peywirê ne li gorî fêdeya cemaweriyê ye û xebatkaran mafdar derxist.

Esnafên Ceylan Karavîlê yên dikan girtin: Gefan li me dixwin
Esnafên Ceylan Karavîlê yên dikan girtin: Gefan li me dixwin

Esnafên Parka Navenda Bazirganiyê ya Ceylan Karavilê ku ji ber nikarin heqê kîraya xwe bidin deriyê dikanên xwe gritin, diyar kirin ku xwediyê sermayê gefan li wan dixwin.

Ji KESK’iyan banga tevlêbûna mîtînga Edeneyê
Ji KESK’iyan banga tevlêbûna mîtînga Edeneyê

Sekretera Jinê ya KESK'ê Gulîstan Atasoy, ji bo tevlêbûna mîtînga 15'ê kanûnê ku li Edeneyê pêk bê, bang li kedkaran kir û xwest her kes tev li mîtîngê bibin. Atasoy, anî ziman ku ew bi guhertina pergala sermayedaran dikarin astengiyên li pêş têkoşîna xwe rakin.

Ok ê ji ÎŞKUR'ê hat îxrackirin: Bi zanebûn jinan ji kar qut dikin
Ok ê ji ÎŞKUR'ê hat îxrackirin: Bi zanebûn jinan ji kar qut dikin

Pisporê îstîhdamê Sînan Ok ê ji ÎŞKÛR'ê hat îxrackirin, diyar kir ku îktîdara siyasî bi zanebûn artêşa bêkaran ava dikin û wiha got: "Bi zanebûn jinan ji kar dûr dixin. Debar çareser dibe, lê betali mayinde ye."

Serokê Dev Yapi-Îş'ê Karabulut: Ji bo tolhildanê em girtin
Serokê Dev Yapi-Îş'ê Karabulut: Ji bo tolhildanê em girtin

Serokê Giştî yê Dev Yapi- Îş'ê Ozgur Karabulut ku ji ber neheqiya li karkeran hat kirin şermezar kir hat girtin û piştî 3 mehan şûnde hat berdan, diyar kir ku bo tolê ji wan hilînin hatine girtin û wiha got: "Ji bo tolê ji berxwedêran hilînin em girtin. Em dê xwe bi xwe xwe bi rêxistin bikin û têkoşîna xwe mezin bikin."

Platforma Şaxan a KESK'ê: Em ê têkoşînê mezin bikin
Platforma Şaxan a KESK'ê: Em ê têkoşînê mezin bikin

Platforma Şaxan a KESK'ê ya Dersîmê, bi minasebeta 23’emîn salvegera damezirandina KESK'ê daxuyanî dan û diyar kirin ku ew dê têkoşînê mezin bikin.

KESK’ê banga beşdariya mitîngê kir
KESK’ê banga beşdariya mitîngê kir

KESK'a Edeneyê dê bi boneya salvegera xwe ya 23’emîn di 15’ê kanûnê de li Qada Ugur Mumcu mîtîngê li dar bixe û banga beşdariya mitîngê kir.

KESK: Divê fatûreya krîzê li kedkaran neyê birîn
KESK: Divê fatûreya krîzê li kedkaran neyê birîn

Hevserokê Giştî yê KESK'ê Mehmet Bozgeyîk, destnîşan kir ku ew ê li 4 navendên mezin li hemberî xizanî, betalî û neewlehiyê mîtîngan li dar bixin. Bozgeyîk got, fatûreya krîza aborî li kedkaran tê birîn lê belê ew ê destûra vê yekê nedin.

ÎSÎG: 154 karker di mijdarê de bûn qurbanê cînayeta kar
ÎSÎG: 154 karker di mijdarê de bûn qurbanê cînayeta kar

Meclîsa ÎSÎG'ê rapora meha mijdarê aşkere kir û diyar kir ku di Mijdarê de herî kêm 154 karker bûn qurbana cîhayetên kar û di 11 mehên ewil ên 2018'an de jî herî kêm 1797 karkeran jiyana xwe ji dest dane.

Esnafên Ceylan Karavîlê hindik mane dikanên xwe bigirin
Esnafên Ceylan Karavîlê hindik mane dikanên xwe bigirin

Li Amedê esnafên li Ceylan Karavîl Parkê ji ber krîza aborî êdî nikarin heqê kirêyên xwe jî bidin. Esnafan got: "Ger wisa dewam bike wê gelek esnaf dikanên xwe bigirin."

< 189 190 191 192 193 > Rupel 191 / 245