DEM Partî çû serdana TURK-ÎŞ’ê
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan çû serdana TURK-ÎŞ’ê.
ENAG û TUÎK’ê daneyên enflasyonê eşkere kirin
ENAG’ê rêjeya enflasyonê ya meha mijdarê weke ji sedî 86,76 û TUÎK’ê jî weke ji sedî 47,09 ragihand. Li gorî daneyên TUÎK’ê jî enflasyon zêde bûye.
Xelkê Agiriyê ji ber fatûreyên zêde yên gaza xwezayî bi bertek in
Welatiyên Agiriyê ji ber fatûreyên zêde gazinên xwe kirin û bertek nîşanî polîtîkayên hikûmetê dan.
Banga ji bo mitînga 'Em nikarin debara xwe bikin'
Endamên Platforma Şaxên KESK'ê yên Qers û Îdirê banga tevlibûna mitînga ku KESK wê di 30'ê Mijdarê de li Enqereyê bi dirûşma "Em nikarin debara xwe bikin" kirin û gotin: "Em ne ji bo şer, ji bo gel û kedkaran budçeyê dixwazin."
Li bazaran dema deynkirinê
Li pazara taxê ya li Rêya Armûşê hatiye avakirin, esnaf êdî ji neçarî bi deyn didin. Esnafên bazarê bertek nîşanî pêkanînên li ser sînor û welatiyan jî bertek nîşanî polîtîkayên şer dan.
Sewalvan li şûna îthalatê piştgiriyê dixwazin
Sewalwanên qersî diyar kirin ku ji ber zêdebûna lêçûnan û îthalkirina goşt nikarin berhemên xwe bifiroşin û wiha gotin: “Anîna sewalan a ji derve çareserî nîne. Bila piştgiriyê bidin cotkaran.”
Li Êlihê li dijî qeyûman banga mezinkirina têkoşînê hate kirin
Şaxa Sendîkaya Genel-Îş’ê ya Êlihê bertek nîşanî xespkirina îradeyê da û banga mezinkirina têkoşînê kir.
Di hewayên sar de rawestgeha ewil dibe biharatfiroş
Bi sarbûna hewayî re li Wanê welatî berê xwe didin biharatfiroşan. Herî zêde ixlemûr tê kirîn û kîloya wê jî derketiye hezar û 750 TL’an.
Şaredariya Peyasê dê 10 hezar şitlên darên fêkiyan belav bike
Meclisa Şaredariya Peyasê biryar da ku li 25 gundan 10 hezar şitlên darên fêkiyan li welatiyan belav bikin.
Ciwanên Cizîrî di cînayeta kar de jiyana xwe ji dest da
Ciwanê b navê Hasan Kiliç ê 19 salî ku ji bo kar çûbû Kocaeliyê, di cînayeta kar de jiyana xwe ji dest da.
Li Stenbolê dê mitînga ‘Jiyana bi mirovî’ bê lidarxistin
Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê yên Stenbolê di 8’ê kanûnê de dê mitînga “Jiyana bi mirovî” li dar bixin û banga beşdariya mitîngê kirin.
ÎSÎG: Di meha cotmehê de 164 karker mirin
Li gorî rapora meha cotmehê ya ÎSÎG’ê 164 karkeran di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dane.
Dermanfiroş Baransel: Tirkiye di mijara dermanan de ji sedî 90 girêdayî derve ye
Dermanfiroş Hayrûllah Fîkret Baransel diyar kir ku sektora dermanan a li Tirkiyeyê ji sedî 90 girêdayî derve ye û êdî di peydakirina dermanan de zehmetiyê dikişînin.
Turk-Îş: Sînorê birçîtiyê bû 20 hezar û 431 lîre
Turk-Îş’ê daneyên sînorê birçîtî û xizaniyê yên meha cotmehê aşkere kirin. Li gorî vê sînorê birçîtiyê bû 20 hezar û 431 lîre û sînorê xizaniyê jî bû 66 hezar û 553 lîreyan.
Ji ber fabrîqe û makîneyan karê necariyê tune dibe
Ji ber ku berhemên fabrîqeyan behtir tên tercîhkirin, berhemên ku bi destan tên çêkirin bêqîmet dimînin. Pîşeya necarî ku berê rastî eleqeyeke mezin dihat êdî eleqeya ji bo wê kêm bûye û bi tunebûnê re rû bi rû maye.