Welatiyên li hember krîzê li ber xwe didin: Em perîşan bûne
Welatiyên li hember krîzê li ber xwe didin: Em perîşan bûne

Welatiyên li Stenbolê bilêv kirin ku ji ber polîtîkayên çewt ên îktîdarê, ew bi enflasyoneke zêde re rû bi rû mane û gotin: "Em di halekî perşîna de ne. Ên dixwazin krîza aborî bibînin bila werin bazarê."

Wanî: Em 70 belayan zikê xwe têr dikin
Wanî: Em 70 belayan zikê xwe têr dikin

Her meh Gaza xwezayî, ceryan û komir zem dibe. Ji niha ve gel ketiye etra van zeman. Li Wanê welatiyan, bertek nîşanî polîtîkayên îktîdarê dan û gotin: "Bi zor û heft bela em zikê xwe têr dikin. Em ê çawa van fatûreyn bidin?"

'Em ji zilaman bêtir dixebitin lê ew zêdetir yewmiye distînin’
'Em ji zilaman bêtir dixebitin lê ew zêdetir yewmiye distînin’

Li Sêrtê dema çinîna fistiqan dest pê kir. Jinên fistiqan berhev dikin diyar kirin ku 75 lîre yewmiye didin jinan 120 lîre yewmiye jî didin jinan û gotin: “Em ji zilaman zêdetir kar dikin, lê heman heqî nadin me. Ev neheqî nebe lê çi ye?”

EYT’iyan li Tandogan gotin: Em ne sedeqe mafê xwe dixwazin
EYT’iyan li Tandogan gotin: Em ne sedeqe mafê xwe dixwazin

Seroka Giştî ya DÎSK’ê Arzu Çerkezoglu, di mîtînga bi armanca mafê EYT’iyan xwestin a li Qada Tandogan hat lidarxistin de axivî, ev tişt gotin: “Em mafê xwe dixwazin, ji kesekê sedeqe naxwazin. Heya ku ev pirsgirêk neyê çareser kirin emê têkoşîna xwe dewam bikin.”

'Em feraseta ku vînê tune dihesibîne qebûl nakin’
'Em feraseta ku vînê tune dihesibîne qebûl nakin’

Polîsan bi hinceta pankarta “Dest nede vîna min” berî du rojan bi ser Şaxên Egîtim Sen û SES ên Amedê girtibûn. Şaxên Egîtim Sen û SES’ê, diyar kirin ku xesp kirina vîna gel, bûye polîtîkayeke bingehîn a welat û gotin: “Em feraseta ku vînê tune dihesibîne qebûl nakin.”

Gihayên li zozanan dirûtin niha jî dikişînin
Gihayên li zozanan dirûtin niha jî dikişînin

Li Colemêrgê, gundiyan gihayê ku havînê ji bo heywanên xwe dirûtin, bi hatina payîzê re dikişînin gund. Berê gundiyan gihayê ku didirûtin zivistanê bi taxûkan dikişand, lê belê niha bi wesayîtan dikişînin.

‘Divê karker li hemberî mobbîngê mafên xwe biparêzin'
‘Divê karker li hemberî mobbîngê mafên xwe biparêzin'

Nûnerê DÎSK'ê yê Amedê Mehmet Şîrîn Gurbuz, bal kişand ser pêkanînên mobbîngî û derbarê mekanîzmayên ku kesên bi mobbîngê re rû bi rû dimînin û divê serî li wan bidin agahî parve kirin. Gurbuz, bilêv kir ku kesên dibêjin ew bi mobbîngê re rû bi rû dimînin divê heta dawiyê mafên xwe biparêzin.

Ji ber dermankirineke şaş populasyona kêzikên zirarê didin pembû zêde bûye
Ji ber dermankirineke şaş populasyona kêzikên zirarê didin pembû zêde bûye

Serokê Odeya Endezyarên Çandiniyê ya Amedê Abdûssamed Ûcaman, bilêv kir ku di 5 salên dawî de ji ber dermankirineke şaş, zirareke mezin gihaştiye pembû û populasyona kêzikan zêde bûye. Ûcaman, anî ziman ku kurmê kesk ji sedî 30 bereketa pembû kêm dike û xwest li dijî kêzik û kurman têkoşina biyolojîk pêş bixin.

Aborîzan Şahînoz: Çavkaniyên ku aboriyê bi ruh bike zuha bûne
Aborîzan Şahînoz: Çavkaniyên ku aboriyê bi ruh bike zuha bûne

Aborîzan Prof. Dr. Ahmet Şahînoz, diyar kir ku pîşesazî li Tirkiye biçûk dibe, ji ber zema li ser hev zêde dibe xizaniyê zêde dike û wiha got: "Çavkaniyên ku aboriya hundir û derve têxe nava tevgerê zuha bûne."

Îsal wê Rihayî bi fiyetek biha îsotan bixwin
Îsal wê Rihayî bi fiyetek biha îsotan bixwin

Li nav erdan kîloya îsota bi nav û deng a Rihayê bi lîre û nîvê ye, lê li ser dezgehan bi 5 lîreya ne. Hilberîneran, bilêv kirin ku îsal ji ber kurmik û kêzikan li baxçeyên wan xistiye berdariya îsotê kêm bûye û ji ber vê fiyetê wê îsal biha be.

KESK: Rastiya enflasyonê bi raporên TUÎK'ê vedişêrin
KESK: Rastiya enflasyonê bi raporên TUÎK'ê vedişêrin

KESK'ê, bertek nîşanî rapora TUÎK'ê ya meha tebaxê û enflasyonê da û diyar kir ku bi daneyên TUÎK'ê rastiya aborî û enflasyona li Tirkiye bincil dikin. KESK'ê destnişan kir ku daneyên TUÎK'ê li gorî raqamên li kolan û bazarê rastiya enflasyonê nîşan nade û tu eleqeya daneyên TUÎK'ê û enflasyonê bi hev tune ye.

Bi 100 hezar kurmîkî dest pê kir...
Bi 100 hezar kurmîkî dest pê kir...

Mehmet Emîn Yavûzer ku li Pirsûsê tesîsa gubreyê kurmikan ava kir, bi milyonek kurmik mehê 2 ton gubre çêdike.

Esnafên Hala Kevn: Ev lêlê ye hîn lolo maye
Esnafên Hala Kevn: Ev lêlê ye hîn lolo maye

Hala Kevn a Amedê ku berê rê û rêwanî lê tune bû, niha hema bêje terkeselatî bûye. Esnafan diyar kir ku hikûmet dixwaze bi zeman xwe xelas bike û gotin: "Ev lêlê ye, hîn lolo maye."

Wesayîta ku karkerên çandiniyê lê siwar bû qulipî: 17 karker birîndar bûn
Wesayîta ku karkerên çandiniyê lê siwar bû qulipî: 17 karker birîndar bûn

Li Kula, mîdîbusa karkerên diçûn komkirina tirî qulipî û di qezayê de 17 karker birîndar bûn.

Karkerên tersaneyan bi mirinê re rû bi rû ne
Karkerên tersaneyan bi mirinê re rû bi rû ne

Karkerên Tersaneyên Tuzla ku bi keda erzan û nîv heqî karên giran dikin, diyar kirin ku karê herî dijwar û talûke dikin û bi mirinê re rû bi rû ne. Karkeran destnîşan kirin ku li gorî nasnameya wan karbeşiyê dikin û ji mafê xwe yê sendîkayî bêpar in.

< 168 169 170 171 172 > Rupel 170 / 245