Karkerên înşaetê: Sektora înşaetê xelas dibe
Karkerên înşaetê, diyar kirin ku li Tirkiye sektora înşaetê hatiye asta xelasiyê û wiha got: “Kar tune, karkerên betal, ji ber tunebûna kar li kahvexaneyan vala vala wext derbas dikin."
Li Somayê karkerek jiyana xwe ji dest da
Li navçeya Somayê, di dema xebatên qewîkirinê yên li Ocaxa Madenê ya Eynezê, devereke ocaxê hilweşiya û karkerê bi navê Mûstafa Şen jiyana xwe ji dest da.
Konukman: Pêwîste gel finansmana şer bidarizîne
Aborînas Prof. Dr. Azîz Konukman diyar kir ku heke Tirkiye operasyonek muhtemel li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk bîne dê bandorek neyînî li ser aboriyê bike û got: “Heke Tirkiye bikeve şerek wiha pêwîste gel fînansmaniya vî şerî bidarizîne.”
Ji ber roja şemiyê hala zebze û fêkiyan girtiye fiyet du qat zêde dibin!
Bazarvanên li Mêrsînê, diyar kirin ku ji ber roja şemiyê kompleksa halê girtiye fiyat du qat zêde dibin û xwestin ev mesele bê helkirin.
Mexdûrê KHK’ê yê li ber avahiya AKP’ê hat binçavkirin
Cemal Yildirim ê bi KHK’ê hatibû îxrackirin, li ber avahiya Rêxistina AKP’ê ya Enqereyê xwest çalakiya ji bo vegere karê pêk bînê ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin.
Karkerên Cargillê: Em tenê karê xwe dixwazin
Karkerên Carqillê ku ji ber endamê Sendîkaya Tek Gida-Îş'ê ne, ji kar hatine derxistin, 517 rojên çalakiya xwe didomînin. Karkeran diyar kirin ku ew pere naxwazin tenê karê xwe dixwazin.
Li Samsun û Eskîşehîrê cînayetên kar
Li Samsûnê Şerîf Arslan ji înşaetê ket û jiyana xwe ji dest da. Li Eskîşehîrê jî, Yakup Agrali yê di santrala hilbarîna betonê de di xebitî jiyana xwe ji dest da.
Qeyûm bi nanê 5 hezar kesî leyîstin!
Her çend Erdogan bibêje, "Me bi nanê kesî neleyîstiye jî", qeyûman 5 hezar kes ji kar avêtin. Hevserokê KESK'Ê Mehmet Bozgeyîk, bilêv kir ku bi polîtîkaya qeyûman Rewşa Awarte hatiye mayîndekirin. Seroka Giştî ya DÎSK'ê Arzû Çerkezoglû jî ji bo "têkoşîneke hevpar" bang kir.
Ne cotkar dikare hilberîne, ne jî bazarvan dikare bifiroşe
Esnafên bazara Sêrtê, bilêv kirin ku 20 sal in wekî niha serdemeke wisa zor ûz ehmet nedîtine û gotin: "Ne cotkar dikarin hilberînin ne jî em dikarin bifiroşin."
Berên ewil ên 'Sereya Bêasteng' gihan
"Seraya Bêasteng" ku di bin banê Şaredariya Rêya Armûşê de hat vekirin û 12 welatiyên astengdar lê dixebitin, berên wê yên ewil gihan. Astengdarên li serayê dixebitin, gotin: "Piştî berên me gihan, hêviya me ya ji bo jiyanê zêdetir bû."
Ên bi meaşên herî kêm dixebitin: Em nikarin debara xwe bikin
Mirovên bi meaşê kêmtirîn dixebitin êdî nikarin debara xwe bikin. Welatiyê bi navê Alî Akbaş, got: "Hikûmet wekî her tişt baş be tev digere" û Rûkiye Buyuk jî got: "Her ji wan tê li pişta me didin."
Hilberîna pîşesaziyê li gorî sala borî kêm bû
Hilberîna pîşesaziyê li gorî meha tîrmehê ya sala borî ji sedî 1.2 kêm bûye û li gorî mehek berê jî ji sedî 4 zêde bûye.
Li gundên Pasûrê amadekariyên zivistanê
Li gundên çiyayî yên Pasûrê amadekariyên zivistanê dest pê kirin. Gundî, ji bo zivistanê dims, şûşe, toraq hwd. amade dikin.
Nanê di bin êgir de tê pehtin
Li navçeya dîrokî Pasûrê, nanê binê êgir hem bi çêja xwe hem jî taybetmendiya xwe ya têrkeriyî balê dikişîne.
Qeyûmê Mêrdînê 187 karker ji kar avêtin
Walî Mûstafa Yaman ku Wezareta Karên Navxweyî cara dudoyan wî kir qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, 187 karker ji kar avêtin. Rêvebirê Sendîkaya Genel Îş'ê Mehmet Salîh Dogrûl, got bi zext û zoriyan û bi gefxwarinê ji karkeran dixwazin sendîkaya xwe biguherînin.