Çerxa di pîşesaziyê de giran bûye
Çerxa di pîşesaziyê de giran bûye

Li gorî daneyên Hilberîna Pîşesaziyê ya meha Hezîrana 2019’an ên TÛIK’î, kêmbûyîna hilberîna pişesaziyê li gorî meha çûyî ji sedî 3,7 zêde bûye. Kêmbûyîna hilberînê bendewariyên heyîn jî derbas kir.

Li Rihayê karkerekê jiyana xwe ji dest da
Li Rihayê karkerekê jiyana xwe ji dest da

Li Rihayê, karkerê di înşaetê de dixebitî Sûphî Abûz ê ji kata 9'emîn ket xwarê, jiyana xwe ji dest da.

Milyonek betal li betalan zêde bûn
Milyonek betal li betalan zêde bûn

TUÎK'ê rapora betalî û kar ya meha Nîsan, Gulan û Hezîranê aşkere kir. Li gorî rapora meha Gulana 2019'an, li Tirkiye hêjmara karkerên betal ên piştî 15 salî li gorî salek berê 1 mîlyon û 21 hezar betal zêde bûne. Hêjmara betalan li Tirkiye gihişt 4 milyon û 157 hezar kesan.

‘Ger tenduristî bê pere be wê hemû pirsgirêk çareser bibin’
‘Ger tenduristî bê pere be wê hemû pirsgirêk çareser bibin’

Hevserokê SES’ê Mursel Firat, diyar kir ku Bernameya Veguherîna d Tenduristiyê de “têkiliyên mişterê û tucar” ava dike û got: “Ger tenduristî bê pere be wê hemû pirsgirêk çareser bibin.” Osman Ozturk ê ÎTO’yî jî, anî ziman ku yên herî zêde di SDP’ê de qezenc dikin patronên nexweşxaneyên teybetin.

Dikandarên Antalya: Hatina tûrîstan ma çi ji me re ye!
Dikandarên Antalya: Hatina tûrîstan ma çi ji me re ye!

Dikandarên Antalyayê kesên dibêjin “Tûrîzm pir zêdeye” rexne kirin û gotin: “Tûrîst ji otelan dernakevin derve. Ger turîzm dernekevin û li dikandaran negerin, wê esnaf tune bibe.”

Buhabûna çigarê kêrî tûtinfiroşan hat
Buhabûna çigarê kêrî tûtinfiroşan hat

Buhabûna çîgarê kêrî tûtinfiroşan hat. Piştî çîgare zem bû, çigarekêşan berê xwe da tûtinfiroşan û dest bi kişandina çigarê pêçayî kirin. Tûtinfiroşan diyar kirin ku piştî çîgare zem bû, firotina tûtinê duqat zêde bû.

Komkirina wê jî û firotina wê jî pir zehmet e
Komkirina wê jî û firotina wê jî pir zehmet e

Hêjîra bi strî (fekiya kaktus) ku yek ji fêkiyên herî xweş ên mehên havînê ye, cihê xwe li ser dezgehan girtin. Firoşkarên hêjîrê, diyar kirin ku komkirina wê jî û firotina wê jî karekê pir zehmet e.

Karkerên paşve vegeriyan ser karê xwe ji bo mafê xwe dê serî li Şûrayê Dewletê bidin
Karkerên paşve vegeriyan ser karê xwe ji bo mafê xwe dê serî li Şûrayê Dewletê bidin

Li Şaredariya Akdenîzê, 20 kesên karê wan hat îadekirin, ji ber ku maeşê wan ê demê derbasbûyî yê mafê wan bû nehatin dayîn, wê serê li Şûrayê Dewletê bibin. Serokê Şaxa Giştî-Kar Kemal Gursoy, diyar kir ku heya bêhiqûqî û nêzîkatiyên keyfî ji holê bên rakirin ewê têkoşîna xwe berdewam bikin.

Xwestin kedkarên tenduristiyê bên berdan
Xwestin kedkarên tenduristiyê bên berdan

Şaxên SES’ê yên Stenbolê girtina xebatkarên tenduristiyê yên li Cizîrê şermezar kirin û xwestin xebatkar bên berdan.

Serokê DTSO’yê Kaya: Di navbera saziyên herêmê de hevkarî nemaye
Serokê DTSO’yê Kaya: Di navbera saziyên herêmê de hevkarî nemaye

Serokê DTSO’yê Mehmet Kaya diyar kir ku li bajarên herêmê di navbera walîtî-saziyên cemaweriyê û rêveberiyên herêmî yên hatine bijartin de hevkarî nemaye û xwest ev yek demildest were çareserkirin.

Pirsîn heye, lê kirîn tune ye
Pirsîn heye, lê kirîn tune ye

Îsal beriya Cejna Kurbanê ji ber krîza aborî welatî nikarin pêdiviyên cejnê bistînin. Esnafên ku dixwestin di cejnê de alav û amûrê cejnê bifiroşin jî hêviya wan pêk nehat. Her çend cejn nêzîk bû jî, gelatiyên derdikevin bazarê gelek tişt dipirsin, lê krîn û firotin tune ye. Esnafan diyar kirin ku wan tişta ji Cejna Kurbanê hêvî dikir nedîtin û li gel 2 roj ji cejnê re maye jî rojê tenê 3-4 perçe difiroşin.

‘Yên bihayê qurbanan hîn dibin direvin’
‘Yên bihayê qurbanan hîn dibin direvin’

Yên li Mêrsînê ku qurbanên xwe derxistin ber firotanê gotin ji ber sewal bihane kes nakire û gotin: “Yên bihayê sewalan hîn dibin direvin diçin.”

Krîza aborî tesîra xwe li ser birincê Qerejdaxê jî kir
Krîza aborî tesîra xwe li ser birincê Qerejdaxê jî kir

Bihabûna mazot, gubre û derman tesîrê li ser birince Qerejdaxê jî dike. Cotkaran got: “Heke wisa bidome em ê dest ji çandiniya birinc berdin.”

Li Stenbolê firotina qurbanan li gorî salê berê kêm e
Li Stenbolê firotina qurbanan li gorî salê berê kêm e

Besîvanên li Alîbeykoya Stenbolê qurbanan difiroşin diyar kirin ku ew nikarin qurbanan bifiroşin û zirar dikin. Esnafên li Sûka Misirê jî gotin ku karê wan nabe.

Li Bazara Sewalan kêfa cejnê nemaye
Li Bazara Sewalan kêfa cejnê nemaye

Li gel ji Cejna Qurbanê re 2 roj man jî tevgera li Bazara Sewalan a Amedê kêm e. Xwediyên sewalan û mişterî bêkêf in û ji ber bihabûna goşt û êm bi gazin in.

< 170 171 172 173 174 > Rupel 172 / 245