Aborînas Muftuoglu: TUÎK rastiyan nîşan nade
Aborînas Ozgur Muftuoglu, bal kişand ser krîza aborî ya li Tirkiye û got: "Raqamên enflasyonê yên meha Îlonê ya TUÎK'ê rastîyê nîşan nade. Hikûmeta AKP'ê bi rêya medya navendî îlluzyonê dike û civakê dixapîne. lê rastî ne wisa ye.
Îsal di garis de jî xesirîn
Li Êlihê, cotkaran bilêv kir ku ji ber maliyet zêde bûne piştî nîsk, ceh û genim, di garis de jî xesirîne.
Malên Gel: Bila zem bên vekişandin
Malên Gel bertek nîşanî zema hatiye ser ceyranê û xwest ku ceyran bê gelemperîkirin û zema hatiye ser bê vekişandin.
Li Tekirdagê hê jî 22 sendîkavan di bin çavan de ne
Nûnerê DEV-TEKSTÎL'ê yê Stenbolê Okan Karaçan ji bo 21 rêveber û endamên sendikayan ku hatine binçavkirin bang kir û ev tişt got: "Hevalên me yên hatine binçavkirin demildest berdin."
Cotkaran demsalek din bi zirarê girtin
Bilindbûna maliyeta ketanê bû sedem ku cotkar demsalek din bi zirarê bigirin. Serokê Şaxa Çandinî Orkam Sen Nasir Demîrkiran, diyar kir ku sedema îflasê, encama polîtîkayên arizîkirinê ye.
Karkerên ji Şaredariya Uskudarê hatine avêtin dixwazin vegerin ser karê xwe
150 karkerên ji Şaredariya Uskudarê ya AKP'î ji kar hatin avêtin, ji bo vegerin ser karê xwe bi rojan e têdikoşin. Karkeran, destnîşan kir ku di dema hilbijartinan de bi şev û biroj ji bo AKP'ê xebitîne û gotin: "Kesên me ew hilbijartin em ji kar avêtin."
'Bila her roj rayedarên dewletê jî çay û simîtan bixwin'
Li Tirkiyeyê zem li ser zemê tê kirin. Welatiyên di vê krîza aborî de bi zor û heft bela debara xwe dikin, ji ber van zeman pişta wan şikiya. Welatiyan got: "Li vî welatî debar veguheriye hunerek performansê. Berdin debarê, em xwe bi erdê ve kaş dikin."
Polîsan bi ser Sendîkaya DEV-TESKTÎL’ê de girt: 21 kes binçavkirin
Polîsan li Çorlu, Tekîrdag û Çerkezkoyê bi ser şaxên Sendîkaya DEV-TESKSTÎL’ê de girtin û rêveberên sendîkayê jî di nav de 21 kes binçav kirin.
Xebatkarên Komeleya Mezûnên ODTU'yê çalakiya xwe bi dawî kirin
Karkerên Komeleya Mezûnên ODTU'yê ku hin daxwazên wan hatin bersivandin çalakiya xwe ya berdana kar bi dawî kirin û îro careke din dest bi karê xwe kirin.
'Têkoşîna ji bo kedê, bi têkoşîna ji bo demokrasî û azadiyê ve girê dayiye'
Serokê Şaxa 1'ê ya TUMBELSEN a Îzmîrê Anil Kaçar, bilêv kir ku bi tayînkirina qeyûman qanûna bingehîn, hiqûq û demokrasî hatiye binpêkirin û got, li Tirkiyeyê têkoşîna ji bo kedê bi têkoşîna ji bo demokrasî û azadiyê ve girê dayiye.
Li Amedê 4 bijîjkan ji kar derxistin
Li Amedê 4 bijîjkên asîstan ku şana pisporiyê girtin, bi hinceta lêpirsîna ewlehiyê ji kar hatin derxistin. Rêxistinên tenduristiyê bi daxuyaniyekê diyar kirin ku pêkanîn hiqûqî nîne û rewşê şermezar kirin.
HDK'ê li Mêrsînê starta kampanya krîzê da
Rêveberiya Bajar a Mêrsînê ya HDK'ê li Mêrsînê strarta kampanya xebata krîza aborî da.
Krîza di sektora înşeatê de didome
Serokê Şaxa ÎMO ya Wanê Îsmet Bîlmez, da zanîn ku li bajêr sektora înşeatê ji sedî 37 kêm bûye û ev rewş tesîrê li qadên din jî kiriye.
Di salek dawî de ceyran ji sedî 60 zem bû
Li gorî lekolîn û îstatîstîkên Malên Gel, di salek dawî de ceyran ji sedî 60, Xaza xwezayî jî ji sedî 52 zem bûn.
Mexdûrên KHK'ê li Enqereyê dicivin: Ev hevdîtin dikare bibe peymaneke nû ya civakê
Mexdûrên KHK'ê yên ji kar hatin avêtin, bi şîara “Em bi hevre bi hêz in" li Enqereyê kom dibin. Endezyarê Hewayê û hiqûqnas ê ji TSK'ê îxrac bûye, Levent Maziliguney, banga tevlêbûna civînê kir û wiha got: "Ev hevdîtin dikare bibe sedema peymaneke nû ya civakê."