‘Mizrakli nûnerê biratî û aştiyê ye’
Odeya Bijîşkan a Stenbolê bertek nîşanî girtina Hevşaredarê Amedê Dr. Selçûk Mizrakli da û got Mizrakli nûnerê biratiyê ye.
Li Wanê nîviyê komirvanan dikanên xwe girtine
Ji ber krîza aborî, di 3 salên dawî de li Sîteya Komirvanan nîviyê esnafan dikanên xwe girtin. Komirvanan, bilêv kir ku wê êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, krîza aborî kûrtir bike.
Bozgeyîk: Em ê li dijî şer aştiyê biparêzin
Hevserokê KESK’ê Mehmet Bozgeyîk derbarê du mamosyên li Nisêbînê ji ber gilîkirina nuçegihana ÎHA’yê ji peywirê hatin dûrxistin de, daxuyanî da û got: “Em ê li dijî şer, rant, talan û artêşa dizekan helwesta xwe ya aştiyane dewam bikin.”
Paylan: Şer li ser pişta xizanan fînanse dikin
Parlamenterê HDP'ê Garo Paylan, diyar kir ku bandora krîza aborî li ser hemû beşên civakê belav bûye, lê tevî vê yekê Tirkiye li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîşan pêk tîne. Paylan, destnîşan kir ku şer li ser xizanan fînanse dikin û bi pereyê bêrîka xizanan şer dikin.
Karker û kedar: Em naxwazin fatureya şer bidin
Karker û kedkarên li Stenbolê dijîn, li dijî şerê ku li ser Başûr û Rojhilatê Sûriyeyê tê meşandin bertekên xwe anîn ziman û diyar kirin ku naxwazin fatûreya şer bidin.
Dolar li hemberî TL zêde bû: Ji 5.89'an derket 5.93'an
Dolarên DYA, piştî Tirkiye li dijî Bakur u Rojhilatê Sûriyeyê test bi şer kir, li hemberî TL buha bû. Dolar ji 5.89'an derket 5.93'an. Dolar di nava 4 mehên dawî de derket asta herî jor.
Aborînas Sonmez: Gefa Amerîkayê jî bandorê li aboriyê kir
Aborînas Mûstafa Sonmez diyar kir ku daxuyaniyên Amerîkayê yên dijberî êrîşan Tirkiyeyê ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bandorê li aborîya Tirkiyeyê kirine û wiha got: "Ji bo stenboliyan şer qedandina dirav e."
Paleyiya pembo dest pê kir, lê cotkar ji halê xwe nerazî ne
Li Bismilê, cotkarên ku dest bi paleyiya pembo kirin, diyar kirin ku fiyetê pembo ne wekî yê par e û gotin: "Eger wisa dewam bike ew ê dev ji çandiniya pembo berdin."
Xwendekar ji dêvla dersan ketine etra debarê
Xwendekarên Zanîngeha Mêrsînê, bal kişandin ser krîza aborî û gotin, êdî me dev ji dersan berdaye em ketine etra debarê.
'Ger wisa bidome wê ne heywan ne jî goşt bimîne'
Çandinî û sewalvanî ku çavkaniyên sereke yên debarê ên herêmê ne, niha ji ber krîza aborî û zemên tên kirin li ber qedandinê ne. Sewalvanan, diyar kir ku ev yek ji ber polîtîkayên hikûmetê ne û gotin: "Ger wisa bidome wê ne heywan ne jî goşt bimîne."
Dolar teqil li xwe xist: 5.85 TL
Piştî hat ragihandin wê Tirkiye êrîşî herêma Rêveberiya Xweser a Bakur Rojhilatê Sûriyeyê bike, dolar bû 5.85 lîre.
Karkerên Sînboyê: Hêj meaşê me tev nedane
Karkerên Sînboyê ku ji ber endamên sendîkayê bûn ji kar hatin avêtin, diyar kirin ku ew li cihekî ku ne ewlehiya kar ne jî tenduristiya karkeran lê hebû dixebitîn û gotin: "Hêj meaşên me tev nedane me. Em mexdûr kirine."
'Mirin heye veger tune ye'
Karkerên Madena Somayê yên ji bo mafê xwe yê tazmînatê bistînin xwestin bimeşin Enqereyê û rastî astengiya cendirmeyan hatin, şeva xwe di çadiran de derbas kirin. Karkeran, bi gotina “Mirin heye veger tune ye" biryara xwe ya bimeşin Enqereyê anîn ziman.
Her meh fatûreyên ceyrana me zêde dibe
Karsazên pîşesaziyên pîvan biçûk û navîn ên ji zema ji sedî 14,9 ceyranê bi bandor bûn, diyar kirin ku her meh fatûreyên ceyranê zêde dibin û bertek nîşanî zeman dan.
Waniyan gotin ew di nava birçîbûn û xizaniyê de dijîn
Her ku diçe krîza aborî kûrtir dibe, bêkarî zêde dibe û bi zeman bihayê amûran zêde dibe. Waniyan, diyar kirin ku ji ber krîza aborî her ku diçe rewşa wan zortir dibe û gotin: “Em di nava birçîbûn û xizaniyê de dijîn.” Waniyan dan zanîn ku tu baweriya wan bi rêjeya enflasyonê ya hikumetê aşkere kir nayê.