Banka Cîhanê: Dê aboriya Tirkiyê di 2020’an mezin nebe
Banka Cîhanê da xuyakirin ku dê aboriya Tirkiyê di sala 2020’an de ji sedî 0 mezin bibe.
Pisporê budçeyê Konûkman: Tu qîmeta budçeyê nemaye
Pisporê budçeyê Azîz Konûkman, ji bo budçeya 2020'an ku berpêşî Meclîsê hat kirin, diyar kir ku di budçeya 2020'an de cih nedane xercaneyên bacê, dev ji bacên ku dê ji sermayeyê bên girtin berdane û got: "Tu qîmeta budçeyê nemaye."
ÎSÎGM: Di 10 mehan de li Tirkiyeyê 1477 karker bûn qurbana qezayên kar
Meclîsa Ewlehiya Kar û Tenduristiya Karkeran (ÎSÎGM) rapora 10 mehên 2019'an a karkerên bûne qurbana cînayetên kar aşkere kir. Li gorî rapora ÎSÎGM'ê li Tirkiyeyê di 10 mehan de 1477 karker bûn qurbana kar.
Çalakiya karkerên Balafirgeha Stenbolê bi ser ket
Karkerên ku ji bo hevalê xwe yê karker Mehmet Aydin ê ji valahiya asansorê ya Balafirgeha Stenbolê ket xwar û jiyana xwe ji dest da, dest ji kar berdabûn û daxwazên xwe anîbûn ziman, bi ser ketin û daxwaza wan pêk hat.
Îsal xêrûbera zeytûnên Dêrikê kêm bû
Zeytûnên navçeya Dêrika Mêrdînê bi nav û deng in. Lê îsal xwedî ango cotkarên zeytûnan ji xêrûbera zeytûnan ne memnûn bûn.
Pîroglû: Dixwazin gel şer fînanse bike
Parlemneterê HDP'ê yê Stenbolê Mûsa Pîroglû, destnîşan kir ku îktîdar dixwaze kêmasiya di budçeyê de bi zemên fahîş bigire û got: "Ev jî tê wateya ku dê bacê bidin ser milê gelên xizan. Yanî wê gel şer fînanse bike."
Destvala vedigerin malê
Welatiyên ji ber krîza aborî nikarin debara xwe bikin, diyar kirin ku ew destvala ji bazarê vedigerin malê.
Cotkarên bi deyn çandiniyê dikin li benda destekê ne
Cotkar bi deyn çandiniyê dikin. Serokê Komeleya Yekîtiya Hilberînerên Serarayan a Akdenîzê Tansel Îzgî, bal kişand ser zêdebûna maliyetê û got: "Em li bendê ne ku dewlet alîkariya me bike."
Neheqî li karkerên demsalî tê kirin
Li Kûşadasiyê ku piraniya karkerên çandiniyê Kurd in, havînan li ber germê û zivistanê jî di bin baranê de dixebitin. Lê berambariya vê ked û tahba wan tenê 70 lîre ye. Karkeran bal kişand ser zor û zehmtiyan û gotin: "Sîgorteya karkerên ji bajarên din tên tê razandin, lê ya me nayê razandin û em bi yewmiyeyê dixebitin."
Aborîzan Muftuoglû: Butçeya şer dê ji bêrîka gel derkeve
Aborîzan Ozgur Muftuoglû, ji bo budçeya 2020'an ku berpêşî Meclîsa hat kirin anî ziman ku, budçeya ji bo parastinê hatiye veqetandin wê ji bêrîka gel derkeve û got: "Em ê bi nan û ava ku dikirin, em ê bi gaza xwezayî û ceryana ku xerc dikin bedêla vî şerî bidin."
Karkerên Somaye: Em ê bi berxwedanê tazmînatê bistînin
Sendikaya Karkerên Madenê ya Serbixwe, têkildarî 27’emîn roja çalakiya karkerên Soma daxuyanî dan û diyar kirin ku dê bi berxwedanê tazmînatê bistînin.
Karkerê Sûriyeyî li Îzmirê bû qurbana kana Mermer
Karkerê Sûriyeyî yê 22 salî û bavê 2 zarokan Muhammed El Ali li navçeya Torbalî ya Îzmirê dema di kargeriya mermer de dixebitî, blokê mermer bi ser de qelibî û jiyana xwe ji dest da.
Di budçeyê de dîsa para herî pir ji xerckirinên parastin û ewlehiyê re hat veqetandin
Di pêşniyaza budçeya sala 2020'an ku peşkêşî Meclisê de hat kirin de, ji bo xerckirinên parastin û ewlehiyê 100 milyar TL hatiye veqetandin. Miqabilê vê yekê para ku ji polîtîkayên perwerde, tenduristî û civakî re hatiye veqetandin ji salên borî kêmtir e.
'Heta lêçûnên ji bo eskeriyê neyên kêmkirin wê tu wateyeke budçeyê tunebe'
Aborîzan Mûstafa Dûrmûş ji bo budçeya 2020'an got: "Heta ji lêçûnên cemaweriyê, lêçûnên eskerî, ji îsrafê neyê kêmkirin, tu çi qasî bacê zêde dikî bike jî wê bêwate be."
'Mirov nikare bi vî pereyî wekî mirovan bijî'
Kesên teqawît bûne, bertek nîşanî meaşên ku distînin dan û diyar kirin ku bi vî meaşî nikarin wekî mirovan bijîn û wiha gotin: "Em naxwazin zarokên me jî wekî me bijîn. Dema em dijîn em naxwazin mohtacê tu kesî bin."