Karataş: Dixwazin Tirkiyeyê bikin çopgeha nukleerê
Berdevkê Platforma Li Dijî Nukleerê ya Sînopê Zekî Karataş, ji bo santralên nukleerê yên tên çêkirin anî ziman ku Tirkiyeyê vediguherînin çopgeha nukleerê û got, bi têkoşîneke topyekûn wê santral bên astengkirin.
Ji bo ‘Zirarên Peyvirê' dê 99,5 milyar tl ji butçeyê xerç bikin
Dê ji bo Zirarên Peyvirê ya ku tê gotin rê li pêş nelirêtiya butçeya welat vedike, ji butçeya sala 2020'an 99 milyar û 579 milyon TL pere bê veqetandin. Parlamenterê HDP’ê Garo Paylan, diyar kir ku di bin navê “Zirarên Peyvirê" de pereyan didin fîrma û bankayên ku bîlançoyên xwe xerç kirine.
Karker: Em ancax bi çalakiyên gel ên rêxistinkirî dikarin ji krîzê derkevin
Karkeran anî ziman ku fatûreya krîza aborî li wan tê barkirin û helwesta partî û sendîkayan rexne kirin. Karkeran, got: "Em ancax dikarin bi çalakiyên gel ên rêxistinkirî ji krîzê derkevin."
Muftuoglû: Îktîdar kesên birçîbûnê qebûl nakin dike 'terorîst'
Aborîzan Ozgur Muftuoglû, anî ziman ku şik û guman ew e ku ji ber krîza aborî wê bûyerên întiharê zêde bibin û got: "Îktîdar kesên birçûbûnê qebûl nakin, dike terorîst. Mirovên nikarin zikê xwe têr bikin helbet wê bi awayekî nerazîbûna xwe nîşan bidin. Întiharên pêk tên jî îfadekirina van bertekan e."
Endamên KESK'ê: Em jiyanek mirovane dixwxazin
Endamên Platforma KESK'ê yên Edene û Antalyayê diyar kirin ku li hemberî enflasyona heyî her ku diçe meaşê wan kêm dibe bi çalakiyan bertekên xwe anîn ziman.
Li Taksîmê karkerekî înşaatê yê sûriyeyî birîndar bû
Li Taksîmê di kêliya hilweşandina avahiyeke ku talûkeya hilweşandina wê hebû de karkerekî birîndar bû.
Walî û Şaredarî bûn yek û dawî li karê 300 îşportavan anîn
Midûreyat Polîsan a Enqereyê, dawî li karê 300 îşportavanên li Kizilayê di saetên êvaran de dezgehan vedikin û alav û amûran difiroşin anî. Her çend Walîtiya Enqereyê ev yek red kir jî rayedarekî şaredariya Çankayayê diyar kir ku "Vekirina Îşporta li vir sûc e."
Sendîkaya Karkeran: Ya dibe sedema întîharê krîza aborî ye
Platforma Şaxan a Sendîkaya Karkeran a Stenbolê, bi armanca balê bikişîne ser kriza aborî û întîharên dawî, daxuyanî dan û diyar kirin ku ya dibe sedema întîharê xizanî, sefalet û kriza aborî ye.
Peywir û rayeyên BDDK'ê dewrî Bankaya Navendî hat kirin
Li Lîjneya Giştî ya Meclisê dewrkirina peywir û rayeyên BDDK'ê ya ji bo Bankaya Navendî hat gufûgokirin û qebûl bû. Bankaya Navendî, di hêla diravdanê de dê bibe otorîteya rayedar.
Budçe têra Wezareta Karên Hundir nake
Girêdayî Wezareta Karên Hundir bi giştî 323 hezar leşkerên bê paye yên bi pere û polis û notirvan dixebitin. Ji ber polîtîkayên ewlehiyê timik hejmara personelên wezaretê zêde dibin. Xerckirina ser diravdaniyê ya Wezaretê ku di sala 2019'an de ku 14 milyar bû, di 2020'an de dê derkeve 24 milyar TL'yî.
'Şer aboriya me têk dibe’
Mêrsîniyan dan zanîn ku êrişên Tirkiyê yên li dijî Rojava krîza aborî kûr kiriye û gotin: “Çi karê me heye li Sûriyê? Ev şer aboriya me têk dibe.”
Nesrîn Nas: Rewşa mirovan a hilberînê nema ye
Akademîsyen û siyasetmedar Nesrîn Nas, bal kişand ser rewşa krîza aborî û diyar kir ku êdî rewşa mirovan a hilberîn û afirandinê nemaye. Nas, da zanîn ku ji ber krîza aborî mirov ne dikarin hilberînin û ne jî dikarin serf bikin û bacê bidin.
Firoşkar pir in, lê kiryar nînin
Welatiyên berê xwe dan Bazara Wesayîtan a Tûşbayê, ji ber krîza abor, bihabûna sotemeniyê, zemên ji bo sîgorte û kaskoyê hatine kirin wesayîtên xwe difiroşin. Welatiyan, got: "Ên difiroşin pir in, lê yên bikirin tunene."
Karkerên Elya Centerê: Karkerên înşaetê ne kole ne
Karkerên Elya Centerê yên 3 mehin nikarin heqê keda xwe bistînin, li pêş şirketê daxuyanî dan. Polîsan mudaxaleyî çalakiya karkeran kir. Nûnerê ÎYÎ-SEN'ê Ugur Yildirim, diyar kirin ku daxwaza heqê kedê li gorî kijan zagonê sûc e. Karkeran di çalakiyê de dirûşmeya "Karkerên Înşaetê ne kole ne" berz kirin.
Ji ber krîza aborî tenê li ser daxwazê tembûran çê dike
Osteyê tembûran Engîn Karahan ê 25 salin li Semta Tuzluçayir a Mamak a Enqereyê tembûran çê dike, diyar kir ku ji ber krîza aborî êdî tenê li ser daxwaz û sparîşan tembûran çê dike.