126 kesên din jî jiyana xwe ji dest dan, hejmara miriyan bû 1769
126 kesên din jî jiyana xwe ji dest dan, hejmara miriyan bû 1769

Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de 126 kesên din jî ji ber vîrûsa coronayê jiyana xwe ji dest dan û hejmara kesên ji ber şewba coronayê jiyana xwe ji dest dane bû hezar û 769.

Li Stenbolê 2 hezar û 279 karker bi koronayê ketine
Li Stenbolê 2 hezar û 279 karker bi koronayê ketine

Platforma Şaxan a Sendîkayên Karkeran a Stenbolê ji bo 10 milên kar têkildarî vîrûsa koronayê raporek amade kir û di raporê de ragihand ku testa 2 hezar û 279 karkeran erênî derketiy û karker di bin rîskek mezin de dixebitin.

'Heta em li karê xwe vegerin dê çalakî bidome'
'Heta em li karê xwe vegerin dê çalakî bidome'

118 karkerên rêya trênê ya Fabrîqeya Etî Bakir a aydî Holdînga Cengîz ya li Şemxerê ku li dijî şertên kar dest ji kar berdan, diyar kirin ku heta daxwazên wan pêk bê dê çalakiyên xwe berdewam bikin.

Deynê Tirkiye yê derve 168,5 mîlyar dolar e
Deynê Tirkiye yê derve 168,5 mîlyar dolar e

Li gorî danayên Bankeya Navendî, stoka deynê Tirkiye yê derve yê Sibatê 122,5 mîlyar dolar bû. Stoka deynê derve herî kêm salek bi qewl jî 168,5 mîlyar dolar e.

Li ser dezgehan dem dema rêvazan e
Li ser dezgehan dem dema rêvazan e

Li Wanê wextê rêvazan e. Rêvazên li çiyayan tên berhevkirin li ser dezgehên Wanê cihê xwe girtin.

Kedkarên tenduristiyê yên têne dermankirin hêj 14 roj naqede wan dîsa dişînin kar
Kedkarên tenduristiyê yên têne dermankirin hêj 14 roj naqede wan dîsa dişînin kar

KESK'ê têkildarî nexweşxaneyên li Enqereyê raporek amade kir û diyar kir ku xizmetkarên tenduristiyê yên ji ber Covid-19 têne dermankirin, bêyî 14 rojan li mal bimînin dîsa wan dişînin nobeta kar.

‘Îqtidar bi feraseta çi dibe bila bibe lê divê hilberîn bidome tev digere'
‘Îqtidar bi feraseta çi dibe bila bibe lê divê hilberîn bidome tev digere'

Seroka EMEP'a Kocaeliyê Arzû Erkan, diyar kir ku hikûmet bi feraseta "Çi bibe bila bibe lê divê hilberîn bidome" tev digere û got: "Heger mirov hem li biryarên îqtidarê hem jî li yên walîtiyan mêze bike, ne karker ne jî malbatên karkeran ne di xema wan de ne."

DÎSK: 4 endamên me jiyana xwe ji dest dan, 257 jê bi vîrûsê ketin
DÎSK: 4 endamên me jiyana xwe ji dest dan, 257 jê bi vîrûsê ketin

DÎSK-AR, ji ber vîrûsa koronayê di nava endamên xwe de lêkolin kir û di rapora amadekirî de, diyar kir ku 4 endamên wan jiyana xwe ji dest dan û 257 karker jî bi vîrûsê ketin.

Karkerên rêya trênê di çalakiye de ne
Karkerên rêya trênê di çalakiye de ne

Li Navçeya Şemrexê ya Mêrdinê, karkerên rêya trênê ya Fabrîqeya Etî Bakir a aydî Holdînga Cengîz, bi boneya şert û mercên kar şermezar bikin, dest bi çalakiya rûniştinê kirin.

Dolar serê sibê bi 6,91 tl dest pê kir
Dolar serê sibê bi 6,91 tl dest pê kir

Dolar serê sibê li hemberî nirxên Lîrayê Tirk bi 6,91 tl dest pê kir.

KESK: Girtiyên siyasî terkî mirinê kirin
KESK: Girtiyên siyasî terkî mirinê kirin

KESK’a Wanê nexşeya vîrûsa korona ya Wanê belav kir û diyar kir ku bi nedaxilkirina girtiyên siyasî ya guhertina yasaya înfazê girtiyên siyasî terkî mirinê kirin.

514 rojin li ber xwe didin
514 rojin li ber xwe didin

37 karkerên ku li îstasyona muayineya maşîneyan a Rihayê ya TUVTURK'ê kar dikirin û ji ber bûn endamê sendîkayê ji kar hatin avêtin, 514 rojin ji bo mafê xwe bistînin li ber xwe didin.

Karkerên medene kirin qampa xebatê
Karkerên medene kirin qampa xebatê

Sendîkaya Karkerên Serxbixwe yên Medenê, diyar kir ku li gel vîrûsa koronayê jî li kanên medenê yên Somayê bêyî girtina bergiriyan xebat li karkeran tê ferzkirin û Kargeha Medenê ya Polyakê 700 karkerî kiriye qampê û xebat li wan ferz dike.

Şahînoz: Ji bo bandora qirîzê kêm be, divê dahat bê dabînkirin
Şahînoz: Ji bo bandora qirîzê kêm be, divê dahat bê dabînkirin

Prof. Ahmet Şahînoz, diyar kir ku kêmbûna xerckirinên mezaxtinê ya ji ber vîrûsa koronayê dê rê li ber tengbûna pêşkêşî û daxwaziyê vebike û wiha got: “Ji bo sivik derbaskirina qrîzê divê Hikûmet ji mirovan re dahateke ku nekeve bin sînorê birçîbûnê dabîn bike.”

Li dijî vîrûsa corona karê baxçe derman e
Li dijî vîrûsa corona karê baxçe derman e

Welatiyên li Wanê ku li dijî vîrusa corona li malên xwe dimînin, li hewş û zeviyên xwe çandiniya baxçeyan dikin. Welatî hem xwe ji vîrûsê diparêzin, hem jî ji bo fêkî û sebzeyên organîk şitilan diçînin û difiroşin.

< 145 146 147 148 149 > Rupel 147 / 245