Li Tirkiyê çima aborî serûbin dibe?
Li dijî bandora şewbê ya li ser aboriyê li dinyayê bi trîlyonan dolar tê belavkirin, li Tirkiyê jî krîza dovîzê pêk tê. Aborînasan diyar kir ku rêveberiya otoriter a Tirkiyê dibe sedema krîza dovîzê.
Ji ber şewbê îsotên wan jî xera bûne
Cotkarên ku ji ber şewbê nikarin îsotên xwe bifiroşin, anîn ziman ku îsotên wan xera bûne û xwestin piştgiriya wan bê kirin.
Ji bo mişterî netirsin maske nedane karkeran
Di rojên Covîd-19'yê de jî wexta xebatê ya karkerên Mîgrosê hatiye zêdekirin. Karkerekî marketê, anî ziman ku di destpêka şewbê de ssirf ji bo metirsî û panîk bi mişteriyan re çênebe maske jî nedane wan.
Heywanên xwe li kuçeyan diçêrîne
Halîl Borê ku her sal biharê ji bo heywanên xwe biçêrîne diçe quntarên Çiyayê Erekê, îsal ji ber şewba coronayê heywanên xwe li kuçeyên Taxa Xaçortê diçêrîne.
Sedema mirina Dr. Şahîn pirsî
Konseya Navenda TTB’ê, di rapora derbarê mirina Dr. Erdînç Şahîn ê piştî tedawiya Kovîd-19 jiyana xwe ji dest da de, pirsa sedema mirina wî ji Wezareta Tendurisiyê kir.
ÎÎSŞP: Divê 1’ê Gulanê bi “qedexeyê” neyê bîranîn
Paltforma Şaxên Sendîkayên Karkeran ên Stenbolê, xwest ku 1’ê Gulanê bi “qedexeyê” neyê bîranîn û destnîşan kir ku dê 1’ê Gulanê li hemû kargehên ku lê bi rêxistinkirîne pîroz bikin.
Jinên ku karkerê malan e: Ewlehiya canê me tuneye, karê me li benda rehma Xwedê ye
Di rapora Evîd-Sen’ê de qala rewşa jinên ku karkerên malan e hat kirin û hat destnîşankirin ku ewlehiya canê jinên karkerên malan nemaye û karê wan li benda rehma Xwedê ye.
Aborînas Tunç: Tirkiye dê ji sedî 8 tengav bibe
Aborînas û Nivîskarê Rojnameya Xwebûnê Ramazan Tunç bi sernavê "Piyaseya hirçê û slumpflasyon" gotarek ji rojnameyê re nivîsî. Tunç, diyar kir ku Dahata Neteweyî ya Giştî (DNG) ya Tirkiyeyê di sala 2020’an de wê ji %5 dakeve û enflasyon jî wê li derdora %18’an be û got: "Aboriya Tirkiyeyê wê ji %8 tengav bibe. Ev tengavbûn nêzikî 60 milyar dolarî ye."
Berjwendiyên patronan di ser her tiştî re ne
Serokê Giştî yê Sendîkaya Dev Yapi-Îş'ê Ozgur Karabûlût, anî ziman ku hin fîrmayên înşeatê ligel biryara qedexeya derketina derve bi hin destûrên taybet karkeran didin şixulandin û bertek nîşanî vê rewşê d: "Berjewendiyên patronan di ser her tştî re ye."
Rojî hat, welatiyan dest bi deynan kir
Welatiyên ku beriya qedexe dest pê bike ji bo amadekariyên rojiya Rezezanê derketin kolanan, ji bo bi erzanî pêdiviyên xwe bigirin ji sibê heta êvarî li kolanan geriyan. Malbatên ku nikarin debara xwe bikin jî an ji dikanên taxê deyn kirin an jî ji qertên Qrediyan pere kişandin.
Fitch Ratings: Aboriya Tirkiye dê teng bibe
Rêxistina pîlekirina qrêdiyan a Navneteweyî Fitch Ratings, diyar kir ku îsal ji ber şewba Covid-19 dê bi awayekî nehatiye dîtin rawestînek kurevî pêş bikeve û îsal aboriya Tirkiye dê teng bibe.
Li Êlihê di rojên coronayê de jî zarok li kuçe û kolanan dixebitin
Li Êlihê zarokên ku di van şert û mercên coronayê de tên şixulandin, li kuçe û kolanan bermayiyan berhev dikin.
Banka Navendî faîzê daxist
Banka Navendî rêjeya faîzê 1 puan kêm kir û ji 9.75'an daxist 8.75'an. Dolar jî derket 6,9998 tl.
‘Wezareta Tenduristiyê cudakariyê dike’
Serokê Şaxa Jimara 2’an a Saglik-Senê ya Îzmîrê Ekrem Ozdemîr diyar kir ku Wezareta Tenduristiyê di navbera xebatkarên tenduristiyê de cudakariyê dike.
‘Em di 1’ê Gulanê de daxwazên xwe qîr bikin’
Endamên ESP’ê xwestin karker û kedkar roja 1’ê Gulanê li her deverî daxwazên xwe bînin ziman.