Bazar hatin girtin, heywan di dest wan de man
Li gundê Qizqapan ê Panosê heywanên ku ji bo zivistanê bên firotin payizê bi deyn hatibûn kirîn, ji ber vîrûsa coronayê nayên firotin. Ji ber ku bazar girtîne alvêr nayê kirin.
Şaredariya Sêrtê wê erdê xwe ji feqîran re biçîne
Li Girtîgeha Hejmara 4 a Tîpa T a Şakranê, ji ber ku bi rêya malbatên xwe ragihandin ku li girtîgehê bergirî nayên girtin, rêveberiya girtîgehê cezayê dîsiplînê li girtiyan birî.
Di Tersaneya Tûzlayê de 53 karker bi vîrûsê ketin
Platforma Şaxên Sendîkayên Karkerên a Stenbolê, diyar kir ku testên vîrûsa koronayê yên 53 karkerên tersaneyên Tûzlayê pozîtîf derketiye.
Paylan: Bi polîtîkayên aştiyê re wê 200 milyar tasarûf pêk were
Alîkarê Hevserokên Giştî yên HDP’ê Garo Paylan ê ji Aboriya HDP’ê Berpirsiyar e diyar kir ku wan li dijî vîrûsa koronayê Teklîfa Qanûna Ewlehiya Aboriyê pêşkêşî Meclîsê kirine û dema polîtîkayên aştiyê bikevin sepanê dê Tirkiye 200 milyoar lire tasarûf bike.
Ji Platforma karkeran banga 1'ê Gulanê
Platforma Şaxan a Sendîkayên Karkeran a Stenbolê, bang li hemû sendîkayan kir ku 1'ê Gulanê Cejna Karkerên Cîhanê bi hevre pîroz bikin.
‘Heger şewb dirêj dewam bike wê xela çêbibe'
Endezyarê Çandiniyê Şerîf Kayalik, anî ziman ku heger şewb dirêj dewam bike dibe ku di warê çandinî û sewalvaniyê de xela çêbibe û ji bo çareseriyê "hilberîna demokratîk û komunal" pêşniyar kir.
Di fabrîqeya nan de 50 karker bi vîrûsê ketin
Di 50 xebatkarên Fabrîqeya Xwarinên Hazir ên Egeyê ya li Torbaliyê de vîrûs hat tespîtkirin. Karkerên testên wan negatîf derketin hîna jî dixebitin.
Mirina nûnerê sendîkayê ya ji koronayê weke ‘nexweşiya vegir’ ragihandin
Nûnerê Sendîkaya Dev Yapi-Îş’ê Hasan Ogûz, li Şantiya Galataportê ku lê dixebitî, qrîza dil derbas kir û li nexweşxaneya ku rakirinê jiyana xwe ji dest da. Sedema mirina karkerê înşatê Ogûz ku teşhîsa vîrûsa koronayê li hat kirin û tedawiya wê jî dît, weke ‘nexweşiya vegir’ hat ragihandin.
Di sibatê deynê îthalatê bi 1.23 milyar dolarî ji îxracata Tirkiyeyê zêdetir bû
Li gorî hesabê ferqa navbera hatina hilberîna îxracê û kirîna hilbernên îthalat, di meha şisatê de deynê Tirkiye derket 1,23 milyar dolarî.
‘Krîza aborî û şewbê nişanda ku AKP nikare welat birêve bibe’
Serokê Şaxa Genel-Îş’ê ya Mêrsînê Kemal Goksoy diyar kir ku ji ber şewba vîrûsa koronayê hemû polîtîkayên îqtîdarê xetimîne û got: “Îqtîdara AKP’ê hem di serdema krîza aborî de hem jî di vê serdema şewbê de nikar welat birêve bibe.”
Nûnerên sendîkayan: Qedexeya du rojî ji bo kara patronan e
Nûnerên Sendîkayan bertek nîşanî ragihandina qedexeya derketina derve ya du rojan dan û gotin: “Ji bo nava hefteyê karker û kedkar karê bidin patronan qedexe nekirine. Karkeran dişînin mirinê.”
Karkerên li Quweytê hatin şixulandin dawa heqê xwe dikin
Karkerên ku meh û nîvekê li Quweytê hatin şixulandin û bêyî ku meaşê wan bê dayîn ew şandin Tirkiyeyê diyar kirin ku mafên wan hatine xespkirin û gotin, ew ê gilî bikin.
Endamê Meclîsa ÎSÎG'ê Guven: Karker divê mafê xwe bi kar bînin û dev ji hilberînê berdin
Endamê meclîsê ÎSÎG'ê Mûstafa Guven, diyar kir ku di pêvajoya şewba coronayê de hikûmet ji karkeran dixwaze hem hilberînê bidomînin hem jî dev ji mafên xwe berdin û li dijî vê yekê bal kişand ser girîngiya têkoşîna sendîkayî û rêxistinbûyî.
Kesên bêtemînat dişixulin li benda tevdîrine aborî ne
Kesên bêtemînat û derî tomarkirinê dişixulin, xwestin ji bo wan jî tevdîrên aborî bên girtin.
Karkerê madenê li Soma di bin hezanê de mir
Li Navçeya Soma ya Manîsayê di kanek madenê de hezan pêk hat. Di hezanê de karkerek mir û 2 karker di bin hezanê de man.