Tona kayê li zeviyê 450 tl li bazarê 700 tl ye
Tona kayê li zeviyê 450 tl li bazarê 700 tl ye

Kafiroşên li Qersê ji bo sewalkaran, her sal bi kamyonan kayê ji derve tînin. Kafiroş îsal jî ji bo amadekariya zivistanî diçin li Amed û Rihayê kayê dikirin û bi kamyonan dibin Qersê. Kafiroşê Qersî yên kayê ji Amed û Rihayê dikirin, diyar kirin ku heta digêjin Qersê li ser rê gelek caran ceza li wan dibirin. Kafiroşan anîn ziman ku ji ber gubre û mazot buha bûye ka jî bûha bûye û tona kayê bi 700 tl tê firotin.

Cihê wan teng e û nikarin rakevin
Cihê wan teng e û nikarin rakevin

Li Bodrûmê li şantiyeyên înşeatan herî kêm 10 karker di kawîşekê de dijîn. Karker Harûn Bîngul destnîşan kir ku şert û mercên tê de ne ên koletiyê ne û got, ne sîgorteya wan ne jî temînatek wan heye.

'Tazmînata kidemê mertala karkeran e'
'Tazmînata kidemê mertala karkeran e'

Nûner û endamên sendîkayên li Êlihê anîn ziman ku bi dewrkirina tazmînata kidemê ya ji bo fonê tê xwestin ku fatûreya krîzê li karkeran bê birîn.

Berê hezar lîre cîro dikirin niha nikarin sîfteh bikin
Berê hezar lîre cîro dikirin niha nikarin sîfteh bikin

Li Wanê esnafên Bazara Mezin a Rûs diyar dikin ku ew ji ber ew nikarin kar bikin ya dibin deyndar an jî neçarin derabeyên xwe bigirin.

ÎSÎG: Di 6 salan de Hezar û 925 kakerên teqawît bûn qurban
ÎSÎG: Di 6 salan de Hezar û 925 kakerên teqawît bûn qurban

Meclîsa ÎSÎG'ê diyar kir ku di navbera 2013-2019'an de herî kêm Hezar û 925 karkerên gihiştine temenê teqawîtiyê di qezayên kar de jiyana xwe ji dest dane.

Li Amedê ji sedî 82’yê fîrmayan ji pandemiyê bi bandor bûn
Li Amedê ji sedî 82’yê fîrmayan ji pandemiyê bi bandor bûn

Li gorî lêkolînekê li Amedê ji sedî 82’yê fîrmayan ji pêvajoya pandemiyê bi bandor bûne. Fîrmayan, di vê povajoyê de hilberînê rawestandine, kêm kirine û derbarê nîv hilberandinê bûne.

Hê jî Borseya Heywanan nehatiye vekirin
Hê jî Borseya Heywanan nehatiye vekirin

Borseya Heywanan ku ji ber tadîlatê hatibû girtin, hê jî nehatiye vekirin. Cambazên ku li deverên dorvekirî heywanên xwe difiroşin, hem bi xetereya şewba vîrûsa coronayê re rû bi rû dimînin hem jî bi qezayan re.

Karkerên çandiniyê dixwazin sîgorteya wan bê çêkirin
Karkerên çandiniyê dixwazin sîgorteya wan bê çêkirin

Jinên ji şeveqê heya êvarî bi 80 lîreyî li nav erdan dişixulin, anîn ziman ku tu sîgorte temînateke wan jî tuneye.

Cotkar zevî û traktorên xwe difiroşin
Cotkar zevî û traktorên xwe difiroşin

Cotkarên li Menderesê çandiniyê dikin, diyar kirin ku ew necar mane ku xiyarin çandine bi 20 qurişan bifiroşin û gotin: “Êdî tu qîmeta xiyarên me nemaye.”

Karkeran banga qidem li sendîkayan kirin: Sozên xwe bi cih bîn in
Karkeran banga qidem li sendîkayan kirin: Sozên xwe bi cih bîn in

Karkeran, diyar kirin ku ger tezmînata qidem ji wan bê girtin, wê tu ferqa wan ji koleyên 200 salî berê nemîne û gotin: “Ji bo tazminata qidem greva giştî hinceta me ye û em banga li sendîkayan dikin ku li ser sozên xwe rawestin.”

Şaredarê tayinkirî yê Rezanê du qat zêdetirî budçeyê pere xerc kiriye
Şaredarê tayinkirî yê Rezanê du qat zêdetirî budçeyê pere xerc kiriye

'Şaredarê tayinkirî' Huseyîn Beyoglû gava Şaredariya Rezanê dewr girtibû di qaseya şaredariyê de 150 milyon TL hebû û tu deynên şaredariyê tunebûn. Lê belê derket holê ku Beyoglû, berî ku 6 mehên ewil ên budçeya salê temam bibin budçeya 192 milyon TL'yî qedandiye û her wiha 90 milyon TL deyn jî xistiye stuyê şaredariyê. Yanî Beyoglû di nîv salê bi giştî 432 milyon TL xerc kiriye.

Daraz betal dike, rêveberî li ber xwe dide!
Daraz betal dike, rêveberî li ber xwe dide!

303 karkerên Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ji bo vegerin ser karê xwe 3 caran ketibûn mulaqatê, lê belê her sê caran jî ji wan re gotibûn "hûn bi ser neketine." Piştî vê karkeran cara çaran serî li darazê da.

Seraya xwe bi enerjiya jeotermalê germ dike
Seraya xwe bi enerjiya jeotermalê germ dike

Li gundê Meleqeremê yê Giyadînê Casim Bakir li seraya ku bi enerjiya jeotermalê tê germkirin tam 6 mehan firingî, xiyar, tirp û marolan diçîne.

Ji ber bacên gumrukê esnaf nikarin dikanên xwe vekin
Ji ber bacên gumrukê esnaf nikarin dikanên xwe vekin

Esnafên pasajan ên Bazîdê, ji ber zêdebûna bacên deriyên sînoran û kotaya hatiye danîn êdî nikarin kar bikin. Li pasaja ku 250 esnaf lê hene tenê 10 esnaf tenê dikanên xwe cedikin.

139 roj in ji bo mafê xwe têdikoşin
139 roj in ji bo mafê xwe têdikoşin

50 karkerên li Cadde 54 AVM'yê dişixulîn bi hinceta "amûr nemane" şandin malê. Piştî vê ji van karkerkeran hin jê dest bi çalakiyekê kirin. Ji van karkeran yek jê Abdûrrahman Hezer e. Hezer, ji bo heqê xwe bistîne 139 roj in têdikoşe û 6 meh in nikare heqê kirêya xwe û fatûreyên xwe bide.

< 133 134 135 136 137 > Rupel 135 / 245