Karkeran bi 38 lîreyan mehkûmê jiyanê dikin
Pisporê Sendîkayê Alpaslan Savaş, anî ziman ku AKP bi “Paketa Îstîhdamê ya Biçûk” a ku anî Meclîsê, dixwaze karkeran heya salek din bi 38 lîreyan mehkûmê jiyanê bike û got: “Ev pakêt wê bibe sedama ji kar derxistina bi sedan karkeran.”
Her ku qanûn tê taloqkirin, cînayetên kar zêdetir dibin
Qanûna Tenduristî û Ewlekariya Kar a hejmara 6331’an a ku ji bo pêşîlêgirtina cînayetên kar xwedî rojek girînge cara 4’emîn tê taqolkirin. Pisporê qanûnê Ertûgrûl Bîlîr, diyar kir ku ger qanûn nehatiba taloqkirin, dibe ku jiyana bi sedan mirovên karker xelas bikira.”
Bi çêkirina lihêfan debara xwe dikin
Welatiyên bi navê Nafiye Orhan û Ayşe Avci ku li Wanê dijîn, li dijî bihabûnê dikanek ji xwe re kirê kirine û têde lihêfan çidikin û pê debara xwe dikin.
Bacayên binavgîn fatûrên ceyranê nepixandin
Ji ber zamên li pey hev tên kirin, her roja diçe fatûreyên ceyranê dinepixin. Serokê Odeya Endezyarên Ceyranê yên Amedê Alîcan Çetînkaya, diyar kir ku fatûreyên ceyranê ji sedî 62, ji ber bacayên binavgîn zêde tên.
Çalakiya xwe bir parkê: Hew maye xwe bikujim
Mehmet Demîr ê li Mêrdînê 7 roj in bi daxwaza kar di greva birçîbûnê de ye got hew maye ku ew xwe bikuje.
Xebatkarên fabrîqeya fişekên hewayî xatirê xwe dixwazin û diçin kar
Endamê Lijneya Rêveberiya DÎSK’ê Seyît Aslan, derbarê teqîna fabrîqeya fîşekên hewayî ya Sakaryayê ku 7 kesan jiyana xwe ji dest dan û 122 kes jî birîndar bû de, diyar kir ku îhmalkariyek mezin heye û got: “Dema ku xebatkar diçin karê xwe, xatirê xwe ji xizmên xwe dixwazin û wisan diçin.”
KESK: Ji darbeyên eskerî û siyasî re na
Platforma Şaxan a KESK'ê ya Edeneyê têkildarî salvegera darbeya 15'ê Tîrmehê daxuyani da. Li ser navê KESK'ê Serokê Şaxa Tum Bel-Senê ya Edeneyê Mehmet Çelik diyar kir ku li dijî darbeyên eskerî û siyasî ne û got: "Ji darbeyên eskerî û siyasî re na, em bi lez demokrasiyê dixwazin."
DEDAŞ'ê ji bo qutkirina ceryanê ji qeymeqamtiyê xwest bê parastin
DEDAŞ'a ku dest datîne ser desteka çandiniyê, fatûreyan li erdên ku ceryana wan tuneye dibire û fatoreyan zêde dibire, ji bo qutkirina ceryanê alîkarî ji Qeymeqamtiya Heranê xwest. Cotkar Zekerita Araboga ku fatoreya wî 115 hezar TL hatiye got: "Ne DEDAŞ e, teror e."
Karkerên agiriyî piştî 11 rojan hatin definkirin
Cenazeyên karkerên bi navên Mûrat Yaşar û Alî Ceylan ên agiriyî ku li Cezayîrê di îskeleyê de ketibûn û jiyana xwe ji dest dabûn, piştî 11 rojan li navçeya Giyadîn hatin hatin veşartin.
SES: Li nexweşxaneyan şewba Covît 19 ji sedî 51 zêde bû
Navenda SES’ê li 51 bajarên Tirkiyeyê li 243 nexweşxaneyan der barê cîrûsa corona de lêkolîn kir. Navenda SES'ê encama lêkolînê parve kir û diyar kir ku li nexweşxaneyan şewba vîrûsa corona (Covît-19) ji sedî 51 zêde bûye.
Dolmîşa karkerên çandiniyê qelibî
Li navçeya Bozdogana Aydinê dolmîişa karkerên çandiniyê qelibî û di encamê de 5 jê zarok 18 kes birîndar bûn.
ÎSÎG: Di meha Hezîranê de 188 karkeran jiyana xwe ji dest dan
Meclîsâ ÎSÎG’ê rapora xwe ya cînayetên karkeran a meha Hezîranê aşkere kir û diyar kir ku 188 karkeran jiyana xwe ji dest dan.
‘Hikûmeta AKP'ê em di nav deynan de hiştine'
Sewalvaniyên agiriyî, anîn ziman ku ji ber polîtîkayên heyî çavkaniya wan a debarê sewalvanî hindik maye biqede û got: "Hikûmeta AKP'ê em di nav deynan de hiştine, em nikarin xwe tev jî bidin."
Dema bidawîbûna çalakiya xwe ragihand hat binçavkirin
Cemal Yildirim ê KHK’î ku 10 roj in li Kolana Sakaryayê di çalakiya greva birçîbûnê de ye, dema ku xwest çalakiya xwe bi dawî bike ji aliyê polisan ve hat binçavkirin.
Serdaroglû: Heger pêşnûma berpêşî Meclîsê bê kirin wê bi milyonan karker bimeşin
Sekreterê Giştî yê DÎSK'ê Adnan Serdaroglû, anî ziman ku îqtidarê şewb û krîza aborî ji xwe re kiriye firsend û bi vî awayî dixwaze tazmînata kidemê dewrî fonê bike. Serdaroglû, destnîşan kir ku heger ev yek berpêşî komîsyonan an jî Meclîsê bê kirin wê ber bi Enqereyê ve bimeşin.