KESK: Em li dijî pergala KHK’ê serî natewînin
Platforma Şaxan a KESK'ê ya Amedê, bi minasebeta 5'emîn salvegera xala 677'an a KHK’ê ku bû sedema dûrxistina hezaran karmendên KESK'ê daxuyanî dan û diyar kirin ku ew ê tu carî li dijî pergala KHK'ê serî netewînin.
‘Piştgiriyê nedin îthalatê, bidin cotkaran’
Cotkarên narenciyeyê, diyar kir ku ji ber mesref giran bûne deyndar bûne û gotin, hikûmet divê piştgiriyê nede îthalatê bide wan û ji bo kooperatîfbûyînê tevbigere.
Piştî derî hat girtin betalî jî zêde bû
Li Bazîdê ku ji ber şewba Covîd-19'ê deriyên sînor ji bo sivîlan hatine girtin, her diçe hejmara kesên betal zêde dibe. Welatiyan destnîşan kir ku ev yek ji ber kesên ku dewletê rê dibin pêk tê.
Berxwedana karkerên Sînboyê: Karkerên sendîkayî tên cezakirin
Berxwedana karkerên Sînboyê di roja 4'an de ye. Karkerên Sînboyê ku ji ber endamên sendîkayê bûn ji bo wan destûra bêheq hat dayîn, diyar kirin ku heya heqê xwe bi dest nexin dê têkoşîna wan dewam bike.
Navê wê sîteya pîşesaziyê ye, lê ne ceryan, ne av, ne jî rê heye
Li Sîteya Pîşesaziyê ya Evren a Rihayê, bi salan e di warê ceryan, av, rê û qenalîzasyonan de pirsgirêk hene û ji ber vê esnaf nikarin karê xwe bikin.
‘Yasaya torba dewama leyîstikên Alî Cengîz in’
Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Hatayê diyar kir ku yasaya torbayê ya Qanûna Piyasaya Ceryanê dewama “leyîstikên Alî Cengîz in” û xwest yasa paş de were vekişandin.
Ji ber krîzê êdî quşxane bi zorê dikelin
Jinan kedkar ku bandoreke nebaş ji krîzê girtine, diyar kirin ku ji ber bihabûna fiyetan êdî li metbaxên wan quşxane bi zorê dikelin.
'Wezareta Tenduristiyê dengê me nabihîze’
Platfroma Tenduristiyê ya Amedê dixtor Mûrat Esen ê ji ber Kovîd-19 jiyana xwe ji dest da bibîr anî û diyar kir ku Wezareta Tenduristiyê dengê wan naihîze.
‘Li şaxên PTT’ê tevdîrên Kovîd-19 nayên girtin’
Şaxa HABER-SEN’ê ya Amedê diyar kir ku li şaxên PTT’ê tevdîrên Kovîd-19 nayên girtin û xwest tevdîr werin girtin.
SES’ê daxwaza budçeya lêkolîna xizantî û tenduristiya gel kir
Hevserokê Şaxa SES’ê ya Antalyayê Kaan Taşer, diyar kir ku wan daxwaza budçeyeke lêkolînê ya xizantiyê darbas bike û ji bo tenduristiya civak û gel daxwaz kirine.
Karkerên medenê dê bi Soylû re bên gel hev
Karkerên Medenê yên Ûyarê ku nêzî mehekê ye ji bo mafê xwe yê tazmînatê di çalakiyê de ne dê bi Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû re bên gel hev.
Karkerên di çalakiyê de: Tê xwestin em bi birçîbûnê bên terbiyekirin
Karkerên ku ji ber mûçeyê wan nayê dayîn, 2 meh in li ber şantiya Nexwxweşxaneya Lekolîn û Perwerdeyê ya Goztepeyê çalakiya rûniştinê li dar dixin, diyar kirin ku tê xwetin bi birçîbûnê bên terbiyekirin.
Karkerên 2 mehin meaşê wan nadin dest ji kar berdan
Karkerên înşaetê yên taşeron ên di şantiya Nexweşxaneya Perwerdê û Lêkolînê ya Goztepe dixebitin û ev 2 mehin meaşê wan nayê dayîn, dest ji kar berdan.
Sewalkar li dijî astengiyan di çalakiyê de ne
Li navçeya Ebexê, sewalkarên ku xwestin sewalê xwe derbasî hin navçeyên din bikin û ji aliyê leşkeran ve tên astengkirin, sewalên xwe li navenda navçeyê gerandin û astengiya leşkeran şermezar kirin.
DÎSK: Têkoşîna ji bo çîna karkeran didome
DÎSK’ê têkildarî hin xalên teklîfa qanûnê ku ji Meclîsê paş de hatin vekişandin daxuyanî da û got: “Têkoşîna ji bo çîna karkeran didome.”