Karkerê ji înşaatê ket jiyana xwe ji dest da
Karkerê bi navê Remzî Tûrhan ku li înşaata navendeke danûstandinê dixebitî, di valahiya derencê de ket û jiyana xwe ji dest da.
Ji bo zexîreyên ewledar li hev kom bûn
Ozge Kamîloglû, anî ziman ku ji bo mirov bi rihetî zexîreyên ewledar peyda bikin Kooperatîfa Piştevaniyê ya Rûyê Erdê ava kirine û got: "Armanca wan ew e ku herkes karibe bi erzanî zexîreyên ewledar peyda bike."
Karkerên tersaneyê: Ji bo patronan a muhîm ne tenduristiya karkeran, qezenc e
Karkerên tersaneyê ku anîn ziman ku bêyî tevdîr bên girtin tên xebitandin û ji bo sedema negirtina tevdîran jî gotin: "Li ber çavê patronan em ne tu titş in. Ji bo wan a muhîm qezenckirin e."
Li Enqereyê avahiya herî qelebalix dadgeh û midûriyetên îcrayê ne
Aborîzan Ahmet Şahînoz, diyar kir ku heger şewb biqede jî dê di warê aborî de bandora wê demeke dirêj dewam bike û got, heya bidawîbûna pandemiyê rawestandina deynan ne çare ye û dibe ku ev krîz sedema destpêkirina pêvajoyeke krîza bankeyan.
Patron û Îş Kûr bûn yek, karkerên sendîkayî baypas kirin
Patronê Tekstîla Ozakê bi hinceta "kar tune ye" 25 karkerên endamên DÎSK'ê ji kar derxistibûn, lê di ser Îş-Kûrê re 60 kes xistin kar.
Kûafor û berber: Hem di warê aborî hem jî di warê derûnî de tede li me dibe
Kûafor û berberên ku bandoreke mezin ji krîza aborî girtine, anîn ziman ku ji ber ku derfetine wan ên din tune ne ji mecbûrî dixebitin.
Çerkezoglû: Tazmînata Qidemê xeta me ya sor e
Seroka Giştî ya DÎSK’ê Arzû Çerkezoglû, daxwaz kir ku pêşniyarqanûna torbe ku li meclisê hevdîtinên li serê didomin bê vekişandin û ev tişt got: “Ev xeta me ya sor e. Em ê rê nedin ku qanûn li meclisê bê derbaskirin.”
Ji ber toz û telaza komirê nikarin bêhnê bistînin
Piştî dinya sarbû, karkerên ku di qada şikandin û bêjinkirina komirê de dixebitin jî dest bi amadekirin û barkirina komirê kirin. Karkerên ku di nav şert û mercên giran de dixebitin gotin: "Em ji ber toza komirê nikarin nefesê bistînin. Lê ji ber ku em debara xwe bi vî karî dikin, mecbûr in bixebitin."
Ji konfederasyonên karkerên daxuyaniya hevpar: Bila pêşniyarqanûn paşve bê vekişandin
Konferasyonên karkeran TURK-ÎŞ, HAK-ÎŞ û DÎSK, derbarê qanûna torbe de ku dê bê rojeva meclisê daxuyaniyeke hevpar dan û daxwaz kirin ku pêşniyarqanûna ku dê mafên tezmînat û kidemê ji holê rake paşde bê vekişandin.
Cotkarên silqokê hem mexdûrê kotayê ne hem jî yên avê
Li navçeya Erdîşê silqokê îsal jî kêfa cotkaran neanî. Piştî bendava li Geliyê Zîlanê hat kesîdekirin heqê avê ji cotkaran hat stendin û silqoka ku tona wê bi 380 TL'yî ye jî ji ber kotaya ji sedî 5 ji bo cotkaran bûye cihê meseleyeke mezin.
Jina hilberîner hîn bihêztir e
Li Dersimê Hatûn Guder, li gel keda xwe ya li nav malê berhemên ku hildiberîne jî li ser dezgeha xwe ya biçûk difiroşe. Guder got: "Jina hilberîner, hîn bihêztir e."
'Wê budçe bertekên 'nikarim nan bibim mala xwe' zêdetir bike'
Aborîzan Ozgur Muftuoglû, teklîfa budçeyê wekî "pêşnûmayeke ku şer esas digire" nirxand û got wê ev teklîf bibe sedem ku welatiyên ku bertek nîşanî Erdogan dan û gotin "Nikarim nan bibim mala xwe" zêde bibin.
Esnafên nikarin fatûreyên xwe bidin dikanên xwe digirin
Esnafên Amedê ku ji ber krîza aborî êdî nikarin heqê fatûreyên xwe yên av û ceryanê bidin, hindik maye dikanên xwe bigirin.
Karkerê Madenê: Ku soza xwe pêk neynîn emê bimeşin Enqereyê
Karkerê Madenê yên 19 rojin li Kirkagaçê ji bo mafê xwe yê tazmînatê bistînin çalakiyê li dar dixin, diyar kirin ku hikûmet soza xwe pêk neyîne dê bimeşin Enqereyê.
Temellî: Alternatîfa budçeya faşîzmê, budçeya rêya sêyemîne
Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Sezaî Temellî, diyar kir ku hevdîtinên budçeyê yên li Meclîsê dewam dikin, ji venêrîn û gel di revînin û got: “Terxana ji bo kî û ji bo çi hatiye xerckirin jî vedişêrin.”