Du karkerên di bin hezanê de man jiyana xwe ji dest dan
Li navçeya Arnavûtkoyê du karkerên ku di bin hezana li kaneke keviran çêbû de man jiyana xwe ji dest dan.
3 karkerên dibin qalibên betonê de man birîndar bûn
Di înşaeta TOKÎ ya li navçeya Peyasê dewam dike de, qalibê betonê tebiqî û 3 karker bi giranî birîndar bûn.
DEDAŞ'ê ceryan qut kir, berdarî û hilberîn kêm bû
Li Mêrdînê ji ber ku DEDAŞ'ê ceryana qut kiribû û ev yek bi mehan dewam kiribû, ji sedî 60'ê erdan nehatin ajotin û her wiha berdariya îsal kêm bû. Cotkaran, diyar kir ku ji ber qutkirina ceryanê çinîn bi derengî ketiye û ji ber vê berdariya garis pir kêm bûye.
Berdevkê ÎSÎG'ê Guven: Bi pandemiyê re cinayetên kar zêde bûn
Berdevkê Meclîsa ÎSÎG'ê Mûstafa Guven, diyar kir ku ji ber tevdîr dijî şewbê nayên girtin cinayetên karî zêde bûne û xwest xizmet û hilberînên me mecbûr demildest bên rawestandin.
KESK: Mûçeyê kêmane ne qencî ye mafek mirovî yê bingehîn e
KEKS’ê bi bîr xist ku sînorê feqîriyê xwe spartiye 8 hezar û sînorê birçîbûnê jî xwe spartiye 3 hezar TL’yî û mûçeya kêmane ku têra jiyanek adil û mirovane bike ne qenciya îqtîdarê ye, mafek mirovî yê bingehîn e.
Têkoşîna karkerên Tekstîla Ozakê bi ser ket
Karkerên Fabrîkeya Tekstîla Ozakê ji ber ku sendîkayî bûn ji kar hatibûn derxistin. Piştî têkoşîna xwe ya 8 mehan vegeriyan karê xwe.
Esnafên Çarşiya Sifirkaran: Dikan vekirîne, lê di asasê xwe de girtî ne
Esnafên Çarşiya Sifirkaran a Sûrê, bal kişandin ser qedexeyên derketina derve, krîza aborî û pandemiyê û gotin: "Dikanên me vekirîne, lê di asasê xwe de girtî ne."
HDP’ê daxwaza xwe ya bihayê asgarî aşkera kir: Divê herî kêm 4 hezar TL be
Alîkara Hevseroka Giştî ya HDP'ê Şaziye Kose, diyar kir ku divê herî kêm bihayê asgarî 4 hezar TL be û agahî da ku wê bi vê daxwazê kampanyayek bidin destpêkirin.
ENAG, TUÎK’ê derew derxist: Di meha Mijdarê de enflasyon 3.43 zêde bû
ENAG, hejmara enflasyonê ya meha Mijdarê ku weke 2,30 aşkere kir derew derxist û got: “Eflasyona ji sedî 3,43 zêde bûye û êdî ketiye rewşek daîmî de.”
Komîsyona Tespîtkirina Meaşê Kêm dê sibê bicive
Komîsyona Tespîtkirina Meaşê Kêm dê sibê li hev kom bibe. Dê li ser navê karkeran Turk-Îş û nûnerên dewletê li hev kom bibin. Lewma nûnerên partiyên siyasî, bang li Turk-Îş'ê kirin helwesta wê, helwesteke li gor şert û mercên jiyana xebatkaran be.
Haber-Sen: Êdî bes e em dimirin
Şaxa Jimara 7 a Haber-Senê, diyar kir ku ji bo xebatkarên PTT’ê bergiriyên vîrûsa koronayê nehatine girtin û ev tişt got: “Em westiyan, têk çûn, dimirin. Êdî bes e.”
Esnafên Cizîrê: Dewletê em bi zirareke mezin re rû bi rû hiştin
Esnafên Cizîrê diyar kirin ku ji ber qedexeyên hatine danîn karê wan hatiye sekinandin û xwestin alîkariya wan bê kirin.
Aborîzan Ari: Wekî her salê ji sedî 83'yê budçeyê li ser milê xebatkaran hatiye barkirin
Aborîzan Aydi Ari anî ziman ku budçeya 2021'ê dê ji bo pirsgirêkan nebe çareserî û ji sedî 83'yê budçeyê bac e û ev jî wekî her carê cardin li ser milê xebatkaran hatiye barkirin.
Kesê ji bo debara xwe bike du karan dike: Werin li sarinca min mêze bikin, vikîvala ye
Krîza aborî bandoreke nebaş li şert û mercên jiyana stenboliyan dike. Welatiyê bi navê Yakûp ku paqijiya apardûmanekê dike, piştî karê wî yê li vê derê diqede dest bi boyaxa pêlavan dike. Yakûp got: "Were li sarinca min mêze bike. Vikîvala ye. Her roj kartolan dixwim. Her derê min bûye kartol. Nikarim ji bin barê mesrefê xwarin û vexwarinê rabim."
HABER-SEN: Êdî bes e kedkarên PTT’ê westiyan e
Sendîkaya HABER-SEN’ê bal kişand ser pirsgirêkên xebatkarên PTT’ê û banga: “Êdî bes e xebatkarên PTT’ê westiyan û diqedin” li hikumetê kir û xwest tevdîr werin girtin.