Karkerê ji înşeat ket û jiyana xwe ji dest da hat definkirin
Karkerê 22 salî Ercan Şeker ê ku duh ji înşeatê ket û jiyana xwe ji dest da bû, hat definkirin.
‘Hevdîtinên Kar û Nan’ li Behra Reş berdewam dike
Cîgirê Hevserokên Giştî yê HDP’ê Garo Paylan ê di bernameya ‘Hevdîtinên Kar û Nan’ a navçeya Hopayê de axivî û diyar kir ku wê 2 rojan pirsgirêkên xelkê Behra Reş guhdar bikin û hewl bidin ku çareser bikin.
Meşa KESK’ê dest pê kir
Meşa KESK’ê ya ji Stenbolê ber bi Enqereyê de dest pê kir. Hevserokê Giştî yê KESK’ê Mehmet Bozgeyîk, diyar kir ku meşa wan qêrîna “êdî bes e” ye.
Welatî ji pêşerojê bi fikar in
Li bajarê Agîriyê her roja diçe bêkarî û xizantî zêdetir dibe. Welatiyên ji pêşerojê bi fikar in, diyar kirin ku sedema hemû pirsgirêkan AKP ye û gotin: “Divê ev ji ser serê me biçin.”
Karker ji bo karê bi ewle meşiyan avahiya şaredariyê
Karkerên Şaredariya Bakirkaya Stenbolê bi armanca karê bi ewle û peymana TÎS'ê bixwazin meşiyan avahiya şaredariyê û gotin “Mafê me yê peymanê nayê astengkirin."
Xeletiyên 'dewleta şexsê min' weke fatore li gel vedigerin
Prof. Dr. Mûstafa Altıntaş diyar kir ku di guhertina çavkaniya Serokê Bankaya Navendî de “dewleta şexsê min” heye, tayînkirina nû jî nabe çareserî û bi bîr xist ku fatore ji gel re tê birîn.
Muzîkjen: Ji dêvla ku em xwe bikujin, em pergala kapîtalîst bikujin
Muzîkjenên enqereyî diyar kirin ku di dema pandemiyê de gelek hevalên wan xwe kuştine û bang li hevpîşeyên xwe kirin û gotin: "Ji dêvla ku em xwe bikujin, em vê pergala kapîtalîst bikujin."
Babacan: Agbal ji ber hesabê '130 milyar dolarî pirsî ji peyvirê girtin
Serokê Giştî yê Partiya DEVA Alî Babacan, di 1'emîn kongreya Asayî ya Aksarayê de axivî û destnîşan kir ku ji ber Serokê Banka Navendî yê berê Naci Agbal hesabê 130 milyar dolarî pirsî û got "130 milyar li ku ye?" ji peyvirê hatiye avêtin.
Piştî guhertina di Bankaya Navendî de windabûna TL derket ji sedî 11’an
Piştî ku Serokê Bankaya Navendî Nacî Agbal ji peywirê hat girtin, dolar duh bi şev derket 8.40 TL’yî. Piştî biryara guhertinê ya Serokkomariyê windabûna di TL de bû ji sedî 11.
Serokê Bankaya Navendî ji peywirê hat girtin
Serokê Bankaya Navendî Nacî Agbal, bi biryara Serokkomariyê ji peywirê hat girtin. Li şûna Agbal, Prof. Dr. Şahap Kavcioglû hat tayînkirin.
Di sala destpêkê ya pandemiyê de 816 karkeran jiyana xwe ji dest da
Li gorî rapora ku ji aliyê Meclisa ÎSÎG’ê ve hatiye amadekirin, di sala destpêkê ya pandemiyê de herî kêm 816 karkeran ji ber vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest daye.
Bang li karkeran kirin: Li dijî zilma Kod-29'ê dakevin qadên Newrozê
Sendîkayan bang li hemû karkeran kirin ki li dijî zilma Kod-29'ê tevli pîrozbahiya Newrozê ya li Yenkîkapiyê bibin.
KESK dê ji Stenbolê bimeşe Enqereyê
Rêveberiya KESK'ê biryar da ku bi armanca zext û tundiya li ser endamên xwe şermezar bike, ji Stenbolê bimeşin Enqereyê.
Paylan: Îqtidar wê di nêz de topavêtina xwe aşkere bike
Parlamenterê HDP'î Garo Paylan anî ziman ku AKP, ketiye nav lepên "selefxurên" li Londrayê û got: "Îqtidara ku ketiye nav lepên selefxuran, di nêz de ê topavêtina xwe aşkere bike."
Ji ber qedexeyên zozanan sewalên xwe difiroşe
Li navçeya Elkê ya Şirnexê dayîka Hamaîl Cîn ku 20 sal in bi sewalkariyê re mijûl dibe û pê debara xwe dike, ji ber qedexekirina zozanan û aloziya aborî rojên zor û zehmet derbas dike.