Meclisa Ciwanan a Partiya Çepên Kesk çalakî li dar xist: Ciwan, dînamîka sedsala nû ne
Meclisa Ciwanan a Partiya Çepên Kesk a Stenbolê bi tevlibûna Hevberdevka partiyê Çîgdem Kiliçgun Uçar çalakî li dar xist. Di çalakiyê de Uçar wiha got: “Dînamîka sedsala nû, ciwan in. We nîşan da ku hûn kirdeya damezirandina serdema nû ne.”
'Ji bo dawî li vê hepsîbûnê bê em ê biçin ser sindoqan'
Li Mûşê ciwanên ku ji bo Partiya Çepên Kesk dixebitin, diyar kirin ku ew doza jiyaneke azad dikin û gotin ku ji bo dawî li vê hepsîbûna li welêt bê ew ê biçin ser sindoqan.
Ciwanên ku dê hevsengiya hilbijartinê xera bikin: Em li derdora Partiya Çepên Kesk bibin xelek
Di hilbijartinên 14’ê Gulanê de yên ku hevsengiya hilbijartinê serûbin bikin ciwan in. Ciwanan diyar kir ku hilbijartin qadek têkoşînê ye û banga xwedî derketina li dor Partiya Çepên Kesk bibin xelek kirin.
Ciwan bi kelecan in: Em ê AKP’ê bişînin
Ciwanên ku ji bo hilbijartinên Serokkomariyê û hilbijartinên giştî xebatan dimeşînin, diyar kirin ku bi kelecan in ku dê desthilata AKP’ê bişînin û bang li hemû ciwanan kirin ku berpirsyariya dîrokî bigirin ser xwe.
Ji ciwanan strana rep a hilbijartinê: Hatin em
Koma repbêjan Kejoo, Reqso, Sîmyager û Ronî Artîn ji bo Meclisa Ciwanan a Partiya Çepên Kesk strana “Hatin em” ji bo hilbijartinê amade kirin. Danasîna stranê hat kirin.
Ji ciwanan seferberiya bo Partiya Çep a Kesk: Hedef ew e xwe bigihînin 7 milyon hilbijêrên nû
Meclisa Ciwanan a HDP’ê dibêje ew ê hemû hêza xwe bidin xebatên hilbijartinê ji bo Partiya Çep a Kesk û ji bo xwe bigihînin 7 milyon hilbijêrên nû dikevin tevgerê.
Hilbijartinên 14'ê Gulanê: Ciwan ji bo guherînê amade ne
Ciwanan bal kişand ser fikarên ji bo siberojê û gotin ku bingeha van pirsgirêkan desthilata AKP'ê û MHP'ê ye û ji bo guherînê îşaret bi 14'ê Gulanê kirin.
18 kesên li Stenbolê hatin binçavkirin dê sibê sewqî edliyeyê bên kirin
Endamên Meclisa Ciwanan a HDP'ê û xebatkara kovara Modernîteya Demokratîk Semra Korkmaz jî di nav de îfadedeya li midûriyeta polîsan a 18 kesên di bin çavan de temam bû. Tê payin ku her 18 kes sibê sewqî edliyeyê bên kirin.
Meclisa Ciwanan a HDP’ê bi rojeva hilbijartinê dicive
Meclisa Ciwanan a HDP’ê wê sibê bi rojeva hilbijartinê bicive û nexşerêya xwe aşkere bike.
Ciwanan li Hezexê rojbûna Ocalan pîroz kirin
Li navçeya Hezexê ciwanan rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pîroz kirin.
Ciwan di aktîvîteya ‘Ciwan ber bi şoreşê ve dimeşin’ de hatin bahev
Di aktîvîteya bi dirûşmeya ‘Ciwan ber bi şoreşê ve dimeşin’ hate lidarxistin de bal kişandin ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û rola ciwanan a ji bo azadiya fîzîkî hat destnîşankirin.
Ciwanan li Hewagê Newrozê pîroz kirin
Ciwanên ku li navçeya Hewagê ya Rihayê hatin ba hev, Newrozê pîroz kirin. Ciwanan li dor agirê vêxistin govend gerandin.
Ciwanên Geverî agirê Newrozê vêxistin
Li Geverê ciwanan bi dirûşmeyan agirê Newrozê vêxist.
Li herêma erdhejê ji bo zarokan 'Leyzgeha Jiyanê ya Berkîn Elvan' hat avakirin
Endamên Meclisa Ciwanan a HDP'ê, ji bo zarokên mexdûrên erdhejê li Meletiyê "Leyzgeha Jiyanê ya Berkîn Elvan" ava kirin.
Ciwanan êrişa li dijî Amedsporê protesto kir
Li Rihayê ciwanên HDP’î û koma Dîrenîş Rihayê êrişa ku li Bûrsayê li dijî Amedsporê pêk hatibû, bi meşekê protesto kirin. Di protestoyê de 8 ciwan hatin binçavkirin.