Parlamentera ciwan Bêrîtan Guneş: Divê em rêya guherînê bibînin
Parlamentera Partiya Çepên Kesk Berîtan Guneş Altin diyar kir ku ew ê li Meclisê ji bo ciwanan bixebite û got ku ew ê tevî jinên ciwan rêya guherînê bibînin.
HDP’ê bang li ciwanan kir: Tev li pêvajoya veguherînê bibin
Meclisa Ciwanan a HDP’ê diyar kir ku dê pêvajoya rexne û xwerexnekirinê ya têkildarî encamên hilbijartinê karîger bikin û wiha go: “Banga me ji bo hemû ciwanan ew e ku tev li pêvajoya veguherîna demokratîk bibin.”
Li Îzmîrê 6 ciwan hatin binçavkirin
Şeş endamên Meclisa Ciwanan a HDP’ê li Îzmîr hatin binçavkirin.
Ciwanên HDP’î hatin berdan
Du endamên Meclisa Ciwanan a HDP’ê ku li Stenbolê hatibûn binçavkirin, piştî îfadeya li dozgeriypê hatin berdan.
Rêxistinên ciwanan şehîdên meha Gulanê bibîr anîn
Li Îzmîrê rêxistinên ciwanan Îbrahîm Kaypakkaya, Hakî Karer û şoreşgerên di meha Gulanê de jiyana xwe ji dest dan bibîr anîn.
Li Şirnexê şahiya ciwanan: Em ê govenda azadiyê bigerînin
Meclisa Ciwanan a Partiya Çepên Kesk li Şirnexê, şahiyek li dar xist. Ciwanan di şahiyê de gotin: "Em ê di 14’ê gulanê de bi hev re govenda azadiyê bigerînin.”
Li Stenbolê şahiya ciwanan
Meclisa Ciwanan a Stenbolê tevî hemû astengiyên polîsan bi girseyî şahiyek li dar xist. Parlamentera HDP’ê û namzeta partiya Çepên Kesk Deresîm Dag ku di şahiyê de axivî, diyar kir ku tu ciwan û jinên li dijî zext û binçavkirinan serî bitewînin nîn in û tu hêz wê nikare vê darê hişk bike.
Ciwanên dê cara ewil biçin ser sindoqan: Ray û rêya me Çepên Kesk e
Ciwanên ku wê nû ray bikar bînin û qedera hilbijartinê diyar bikin banga piştevaniya ji bo Partiya Çepên Kesk kirin û gotin: “Ray û rêya me Çepên Kesk e.”
Li Hatayê tercîha ciwanan Partiya Çepên Kesk e!
Li Hatayê ciwanên ku dê cara ewil dengê xwe bi kar bînin, anîn ziman ku divê desthilat biguhere û gotin ku ji bo vê jî ew ê dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk.
Li ODTU’yê bertek nîşanî binçavkirinan dan
Rêxistinên xwendekaran û xwendekarên ODTU’yê bertek nîşanî operasyonên binçavkirinê yên navenda wan Amed, Enqere û Stenbolê dan û peyama “têkoşînê” dan.
Li Rihayê ciwan ji bo Partiya Çepên Kesk li hev kom bûn
Li Rihayê di hevdîtina ciwanan a Meclisa Ciwanan a Partiya Çepên Kesk de bi sedan kesî bi yekdengî sirûda Çerxa Şoreşê got.
Li Êlihê ciwanan bi meşekê binçavkirinan protesto kir
Meclisa Ciwanan a Partiya Çepên Kesk, li Êlihê bi meşekê polîtîkayên çewisandinê yên detshilatê şermezar kir.
Ji ciwanên Amedê xebata ji bo hilbijartinê
Meclisa Ciwanan a Partiya Çepên Kesk, di çarçoveya xebatên hilbijartinê de meşeke bi meşale li dar xistin.
Li Kadikoyê forûma ciwanan: Divê em atmosfera nefretê ji holê rakin
Di forûma ciwanan a Partiya Çepên Kesk li Moda Sahneyê li dar xist de hate diyarkirin ku desthilatê ji ciwanan re kavilek hiştiye û îşaret bi hilbijartinên 14’ê Gulanê kir û ev peyam hate dayîn: “Divê em vê atmosfera nefretê ji holê rakin.”
Ciwanên li Dîlokê bi biryar in: Wê bibe hilbijartina dawî ya AKP’ê
Ciwanan da zanîn ku Partiya Çepên Kesk hêviyê dide wan û gotin: “Wê ev bibe hilbijartina dawî ya AKP’ê.”