Koçyîgît: Daraz hewl dide kujerê Tahir Elçî biparêze
Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît bertek nîşanî mutalaaya bi daxwaza beraetê ya dozger a di Doza Tahir Elçî de da û got: “Daraz kujeran nas dike û hewl dide biparêze.”
Kurtulmuş dê di 2’yê gulanê de biçe serdana DEM Partiyê
Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş dê di çarçoveya hevdîtinên destûra bingehîn a nû de biçe serdana Koma Meclisê ya DEM Partiyê.
Hatîmogûllari: Me zîhniyeta qeyûmperest têk bir
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari diyar kir ku tevî hemû hîleyan jî wan di hilbijartinê de serkeftineke mezin bi dest xistine û got ku wan zîhniyeta qeyûmperest têk birine.
‘Hate tomarkirin ku qetilkirina karsazên kurd bi biryara MGK’ê pêk hatiye’
Parlamentera DEM Partiyê ya Wanê Pervîn Bûldan Rapora MGK’ê ya “veşartî” ku tê de qetilkirina karsazên kurd hatiye tomarkirin, anî rojeva Meclisê.
Bakirhan: Encamên hilbijartina banga ‘ji şer na’ ye
Hatîmogûllari: Gel guhertin vebijart
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan diyar kir ku îktîdara ku encamên hilbijartinê rast nexwed, ji bo destûra şer bigire welat bi welat digere û got: “Lê encamên hilbijartinê banga ‘ji şer re na’ ya gel e.” Hevseroka Giştî Tulay Hatîmogûllari jî diyar kir ku gel tercîha xwe ji bo guherînê kiriye.
Qirkirina Ermenan 109 sal li pey xwe hişt
Bi ser Qirkirina Ermenan re 109 sal derbas bûn. Nivîskar Mûrad Mihçi got ku qirkirin encama feraseta netewedewletê bû û wiha got: “Li vê xakê bi êşan re hevrûbûnek çênabe lewma qirkirin didomin.”
DEM Partî: Mîhadê siyaseta li ser ala û sirûdê derbas bûye
DEM Partiyê da zanîn ku AKP-MHP hewl didin binketina xwe ya di hilbijartinan de bi operasyonan binixumînin û got: "Em we, armanca we baş zanin, lê em ê tu carî rê nedin komployên we yên erzan."
YSK’ê îtîrazên Hatay û Orduyê red kirin
YSK’ê îtîrazên bi sedema “bêqanûniya tam” a ÎYÎ Partiyê ji bo Orduyê û ya CHP’ê ya ji bo Îskenderun û Hatayê kirine red kirin
Erdogan: Desthilata tekane serokkomar e
Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan di komcivîna partiya xwe de têkildarî encamên hilbijartinên herêmî yên 31’ê adarê axivî û got: “Di 81 bajarên me de yek desthilat heye. Ew jî Serokkomar û dîwana wî ya wezîran e.”
Têkildarî qedexeya bazirganiya di navbera Tirkiyeyê û Îsraîlê, teklîfa qanûnê hate dayîn
Parlamenterê DEM Partiyê Omer Farûk Gergerlîoglû bi armanca qedexekirina bazirganiya di navbera Tirkiyeyê û Îsraîlê de teklîfa qanûnê pêşkeşî Meclisê kir, wiha got: “Qûtkirina bazirganiyê ya bi Îsraîlê re dê piştgiriya serxwebûna Gazeyê bike.”
Xebatên yekitî û çareseriyê yên partiyên kurd didomin
Hat destnîşankirin ku partiyên siyasî yên kurd ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo helwesta xwe ya hevpar diyar bikin dê di konferansê de werin ba hev.
Bakirhan: Yên dijminatî li kurdan dikirin winda kirin
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan bi boneya cejnê çû serdana Şaredariya Sêrtê û wiha got: “Yên dijminatî li kurdan dikirin winda kirin. Hûn bi ser ketin.”
Ozgur Ozel bersiv da gotinên Bahçelî
Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel bertek nîşanî gotinên Bahçelî yên “Dîrok li ser sindoqê nehatiye nivîsandin. Bila her kesê aqilê xwe bîne serê xwe.” da û got: “Nîşandana çareseriya derveyî sindoqê bawerim ji hêla kesê ji her kesî re dibêje darbekar ve bi xeletî hatiye gotin."