Wezîrê Karên Hundirîn daxuyaniyekî balkêş da
Nîqaşên ser hevdîtina Serokê MÎT’ê, Wezîrê Edaletê û Erdogan berdewam dikin. Wezîrê Karên Hundirîn Alî Yerlîkaya hêj ku mijara di rojevê de ye daxuyanî da û wiha got: “Her kê ku bi ser Serokkomarê me lîstikan û kemînan amade bike, em ê lîstik û kemînên wan xera bikin.
Ozgur Ozel: Hêviya me ew e ku di Doza Kobanê de edalet pêk bê
Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel diyar kir ku dê Doza Kobanê bişopînin û wiha got: “Em li bendê ne ku edalet pêk bê.”
Bakirhan 5 xalên pêşkeşî partiyên siyasî kiribûn eşkere kir
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan da zanîn ku di hevdîtinên bi partiyên siyasî de ev pêşniyar kirine: “Çareserkirina pirsgirêka kurd, mafê siyaseta demokratîk, li dijî krîza aborî ‘aqilekî hevpar, bidawîkirina êrişên li dijî têkoşîna jinan û destûreke bingehîn a nû ya xwe dispêre dabeşiya hêzan.”
AKP çû, tabelayên bi kurdî dîsa hatin danîn
Li ser tabeleya di ketina Şaredariya Tetwanê ya DEM Partiyê de dîsa zimanê kurdî lê hat zêdekirin.
DEM Partiyê paketa hikûmetê nirxand: Teserûf di aştiyê de ye
Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezayî Temellî têkildarî “paketa teserûfê” ya hikûmetê de axivî û wiha got: “15 deqeyan axivîn lê tenê yek reqem jî nedan. Teserûf di aştiyê de ye. Heta ku hûn ji bo aştiyê gav neavêjin hûn nikarin ne bûdçeyê ne jî aboriyê komî ser hev bikin.”
Serokkomarê Iraqê: Sedema pirsgirêka avê welatên cîran in
Serokkomarê Iraqê Latîf Reşîd di sempozyuma li Hewlêrê ya “Guherîna Avhewayê” de axivî û got ku sedema bingehîn a pirsgirêka avê ya li welêt, welatên cîran in.
Ozel û Bahçelî li Meclisê hatin ba hev
Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel û Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî li Meclisê hatin gel hev.
Pîroglû: Divê darbeya li AKP’ê hatiye xistin, bi îstîfaya Erdogan dawî bibe
Musa Pîroglû anî ziman ku AKP-MHP dixwaze bi polîtîkayên şer desthilata xwe bidomîne û wiha got: “Divê darbeya di hilbijartinên herêmî de hatiye xistin were domandin û bi îstîfaya Erdogan dawî bibe.”
Hevdîtina DEM Partî û CHP’ê: Ji bo destûra bingehîn pêdivî bi samîmiyetê heye
Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tûncer Bakirhan û Tulay Hatîmogûllari yên bi Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel re hevdîtin kir, têkildarî nîqaşên destûra bingehîn a nû peyama “pêdivî bi samîmiyetê heye” dan.
Hevdîtina CHP’ê û DEM Partiyê dest pê kir
Hevdîtina di navbera Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tûncer Bakirhan û Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel de dest pê kir.
Kurtulmuş çû serdana DEM Partiyê: Pêdivî bi paqijkirina rê heye
Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş çû serdana DEM Partiyê û piştî hevdîtinê daxuyaniya hevpar hate dayîn. Kurtulmuş got ku daxwazên xwe ragihandiye û Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari jî wiha got: “Em di wê qenaetê de ne ku hewcehî bi pêvajoya çêkirina Destûra Bingehîn a Demokratîk heye.”
DEM Partî dê biçe serdana CHP’ê
Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan dê bi rojevên destûra bingehîn a nû û geşedanên di rojevê de biçin serdana CHP’ê.
Kûrtûlmûş serdana DEM Partiyê kir
Serokê Meclisê Nûman Kûrtûlmûş di çarçoveya hevdîtinên destûra bingehîn a nû de serdana DEM Partiyê kir.
Bakirhan: Berxwedana gelê kurd û ruhê şoreşger ê 1ê Gulanê xwişk-bira ne
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan di civîna koma partiya xwe de axivî û got ji bo bibin dengê bindestan dê li qadên 1’ê Gulanê bin. Bakirhan anî ziman ku berxwedana gelê kurd û ruhê şoreşger ê 1’ê Gulanê xwişk-bira ne.
Berdevka TOP’ê Gozen hate binçavkirin
Endama Lijneya Berdevkan a TOP’ê Juliana Gozen di encama serdegirtina malê de hate binavkirin.