Şener: Erdogan bi MHP’yê dileyize, pêşiya CHP’ye digire, HDP’yê jî ditepisîne
Şener: Erdogan bi MHP’yê dileyize, pêşiya CHP’ye digire, HDP’yê jî ditepisîne

Yek ji damezirînerê AKP’yê Abdullatif Şener, destnîşan kir ku operasyoneke leşkerî ya li hemberî Efrînê dê pirsgirêka kurd girantir bike û got: "Serokomar Erdogan ne tenê partiya xwe, hewl dide CHP, MHP û HDP’yê jî dîzayn bike."

‘Rojeva esasî têkoşîna li dijî faşîzmê ye û em ê bi ser bikevin’
‘Rojeva esasî têkoşîna li dijî faşîzmê ye û em ê bi ser bikevin’

HDP'iyên li Stenbolê ji bo kongreya 11'ê Sibatê xebatan dimeşînin, ji bo kongreya ku wekî avakirina 2'yemîn pênase dikin ev tişt gotin: "Dê rojeva esasî têkoşîna li dijî faşîzmê be û em ê bi ser bikevin. Em wekî HDP em ê di nava têkoşîna şoreşê de bin."

HDP: Ceza li aştiya gelan hat birîn
HDP: Ceza li aştiya gelan hat birîn

Endama Lijneya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê Ayşe Acar Başaran, bal kişand ser 5 sal cezayê li wekîlên wan Behçet Yildirim û salek cezayê yê li Selma Irmak hat birîn û ev tişt got: “Ev ceza li aştî û biratiya gelan hat birîn.”

Partiyên kurd hişyariya Efrînê kirin: Hesabê malê û sûkê li hev nayê
Partiyên kurd hişyariya Efrînê kirin: Hesabê malê û sûkê li hev nayê

Rêveberên partiyên siyasî yên kurd nerazîbûn nîşanî amadekariyên operasyona Tirkiyeyê ya li dijî Efrînê dan û gotin ku gelê kurd wek li Kobanê dê di mijara Efrînê de jî partî û perçeyên xwe bikin yek û helwestek nasnametiya welatparêziyê nîşan bidin.

'Wê gelên Tirkiyeyê bedêla şer bidin'
'Wê gelên Tirkiyeyê bedêla şer bidin'

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpîl Kemalbay û Hevseroka KCD'ê Leyla Guven der barê mijara Efrînê de hikûmetê hişyar kirin û gotin wê gelên Tirkiye bedêla şer bide û divê gel hay ji qarqarên şerî hebin.

Hamzaoglu: Ji Kobanê dersê derxin
Hamzaoglu: Ji Kobanê dersê derxin

Hevberdevkê HDK'ê Onur Hamzaoglu, diyar kir ku hewldana êrîşeke li dijî Efrînê dê li wir sînor nemîne, şer li tevahiya sînor belav bike û xwest Tirkiye ji Kobanê dersê derxe.

Bîlgen: Derdê Erdogan ne Amerîkaye, kurd in
Bîlgen: Derdê Erdogan ne Amerîkaye, kurd in

Berdevkê HDP’ê Ayhan Bîlgen destnîşan kir ku êrîşek pêkan a Tirkiyeyê ya li dijî Efrînê amadekariya darbeyê ye û got: “Li Sûriyeyê derde Erdogan ne Amerîkaye. Derdê Erdogan kurd û destekftiyên kurdan in.”

Konca: Civak HDP'ê wekî hêvî dibîne
Konca: Civak HDP'ê wekî hêvî dibîne

Berdevka Meclisa Jinan a HDP'ê Besîme Konca ya parlamenteriya wê hat xistin, diyar kir ku di vê dema ku pirsgirêkên civakî kûr bûne, kedkar, jin û bawerî HDP'ê wekî hêvî dibînin.

Rojeva MGK’ê: Li hundir OHAL û li derve şer
Rojeva MGK’ê: Li hundir OHAL û li derve şer

Lîjneya Ewlehiya Neteweyî (MGK), bi serokatiya Serokê Giştî yê AKP’ê Erdogan li hev dicive. Li bendê ye ku di civîna MGK’ê de OHAL 3 mehên din jî bê dirêjkirin û biryarên amadekariyên destwerdana li dijî Efrînê bê dayîn.

Kemalbay: Hikûmet şer zor dike, nayê qebûlkirin
Kemalbay: Hikûmet şer zor dike, nayê qebûlkirin

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpil Kemalbay, helwesta hikûmeta Tirkiye ya li dijî Efrinê rexne kir û xwest dest ji hewldanên şer berde. Kemalbay, diyar kir ku Şerê Sûriye ber bi dawî ve diçe û maseyên çareseriyê tên avakirin, lê Tirkiye şerê heyî sor dike û wiha got: "Di vê pêvajoya hewldanên çareseriyê pêş dikevin de hewldanên hikûmeta Tirkiye ya sorkirina şer nayê qebûlkirin."

HDP'ê: Hewldana dagirkirina Efrînê nayê qebûlkirin
HDP'ê: Hewldana dagirkirina Efrînê nayê qebûlkirin

HDP'ê li dijî hewldana dagirkirina Efrînê ya dewleta Tirkiyeyê daxuyanî da û destnîşan kir ku gefên Serokê Giştî yên AKP’ê Erdogan ên li dijî Efrînê nayên qebûl kirin.

HDP'ê der barê 'plana çong şikandinê' de pêşniyarnameya lêkolînê da
HDP'ê der barê 'plana çong şikandinê' de pêşniyarnameya lêkolînê da

Wekîlê HDP'ê Ertugrul Kurkçu, bal kişand ser "plana çong şikandinê" û aşkera kir ku mafê jiyanê, azadiya reman û rêxistinkirinê, mafên makeqanûnî binpê kirine, divê bi berfirehî ev plan bê lêkolînkirin.

Kemalbay: Gelên li Tirkiyeyê jiyanek nû heq dikin
Kemalbay: Gelên li Tirkiyeyê jiyanek nû heq dikin

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpîl Kemalbay, da zanîn ku armanca wan a sala 2018'an serkeftin e û wiha axivî: "Em ji sala 2018'an bi hêvî ne. Gelên li Tikriyeyê jiyaneke nû heq dikin. Ji bo hemû nasname û baweriyan bi azadî bijîn, pêwîstiya gelên li Tirkiyeyê bi HDP'ê heye."

Demîrtaş dê beşdarî danişîna doza Enqereyê bibe
Demîrtaş dê beşdarî danişîna doza Enqereyê bibe

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demirtaş, dê di 17'ê çile roja çarşemê li Edliyeya Enqereyê beşdarî danişîna dozê bibe.

HDP çiye û çawa derket holê?
HDP çiye û çawa derket holê?

Bi nêzbûna kongreyê re nîqaşên der barê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de jî zêde dibin. Roja ku hat avakirin heta niha, êrîş û rexneyên li dijî HDP'ê kêm nebûn. Lê divê bê zanîn ku HDP'ê li ser kevneşopiya têkoşîna 40 salan a siyaseta kurd derket holê.

< 273 274 275 276 277 > Rupel 275 / 291