Ozturk: Êrîşa li dijî Efrînê bi tecrîdê dest pê kir
Ozturk: Êrîşa li dijî Efrînê bi tecrîdê dest pê kir

Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk, êrîşên li dijî Efrînê nirxand û aşkera kir ku êrîş bi tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdulla Ocalan re dest pê kirine û ev tişt got: "Heta pergal neguhere, dê di her serdemê de kesên wekî Erdogan, Bahçelî û Perînçek derkevin holê."

‘Êrîşa li dijî Efrinê êrîşa li dijî pergala nû ye'
‘Êrîşa li dijî Efrinê êrîşa li dijî pergala nû ye'

Hevserokê Giştî yê DBP'ê Mehmet Arslan, bal kişand ser êrîşa li ser Efrînê û wiha got: "Êrîşa li dijî Efrîn û Rojava li dijî pergala jiyana nû ye. Ev êrîş îro bi destê AKP'ê pêk tê."

Kerestecîoglu: Bêyî Efrinê paşeroj nayê sazkirin
Kerestecîoglu: Bêyî Efrinê paşeroj nayê sazkirin

Wekîla Serokên Koma HDP'ê Fîlîz Kerestecîoglu, bal kişand ser pirsgirêka kurdan û Efrînê û wiha got: "Ger ku di pirsgirêka kurd de hûn rastiya Efrînê nebînin hûn nikarin paşerojê saz bikin. HDP dê di kongreya 11'ê Sibatê de ji şer re bêje na. Ji bo pêşerojek azad bi rêxistin bike dê gavan bavêje."

HDP û HDK’ê: Em li dijî dagirkeriyê bi gelên Efrînê re ne
HDP û HDK’ê: Em li dijî dagirkeriyê bi gelên Efrînê re ne

Hevparên Konferansa Giştî û Konferansa Jinan a HDP’ê, di encama nîqaşan de, li dijî êrîşên li ser Efrînê daxuyaniyek hevpar weşandin û gotin: “Em li dijî dagirkeriyê bi gelên Efrînê re ne.”

Konferansa HDP'ê di roja duyemîn de dewam dike
Konferansa HDP'ê di roja duyemîn de dewam dike

2'yemîn Konferansa HDP'ê di roja duyemîn de dewam dike. Duh nîqaş hatin pêşxistin û dê îro di çarçoveya biryaran pêşnûmeyê de şeklê dawî bê dayîn û bi vê re prespektîfa polîtîk a partiyê zelal bibe.

Dîrokzan Bozarslan: Kurd her rojeke Efrînê wek serkeftinê dibînin
Dîrokzan Bozarslan: Kurd her rojeke Efrînê wek serkeftinê dibînin

Dîrokzan Prof. Dr. Hamît Bozarslan, êrîşa li ser Efrînê wekî "berdewama îttîhatgeriyê" pênase kir. Bozarslan wiha got: "Kurd, her rojeke berxwedana Efrînê wekî serketinekê dibînin. Êdî yekitiya neteweyî peywireke bivênevê ye."

2'yemîn Konferansa Asayî ya HDP'ê civiya
2'yemîn Konferansa Asayî ya HDP'ê civiya

Ruxmê hemû zext û astengiyan berî kongreyê HDP'ê bi tevlêbûneke xurt, ji bo nexşerêya xwe diyar bike 2'yemîn Konferansa Asayî civand.

Asya Ebdullah: Roj roja xwedî derketina Efrînê ye
Asya Ebdullah: Roj roja xwedî derketina Efrînê ye

Endama TEV-DEM’ê Asya Ebdullah bêdengiya hêzên navnetewî ya li hember êrîşên li ser Efrînê rexne kir û got: “Roj roja mezinkirina çalakiyan e û xwedî derketina Efrînê ye.”

Başkaya: Desthilatdarî li Efrînê agir pê xist, dibe ku nikaribe vemirîne
Başkaya: Desthilatdarî li Efrînê agir pê xist, dibe ku nikaribe vemirîne

Akademîsyen-nivîskar Fîkret Başkaya diyar kir ku armanca êrîşên li dijî Efrînê ewe ji îslamîstên radîkal re qadê vekin û ev tişt got: "Lê dibe ku ev rewş berovajî bibe. Şewata ku desthilatdariyê li Efrînê pêxist, dibe ku nikaribe vemirîne. Ruhên ku bang li wan kiribû dibe ku şûn ve neşîne."

Kemalbay: Tirkiye dê li dadgehên navneteweyî bê darizandin
Kemalbay: Tirkiye dê li dadgehên navneteweyî bê darizandin

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpîl Kemalbay, di konferansa jinan a Rêveberên Herêmî de, diyar kir ku Tirkiye ji ber êrîşa li ser Efrinê de di Dadgehên Ceza yên Navneteweyî de bê darizandin. Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tuncel ku girtî tê darizandin jî peyam şand û diyar kir ku Efrîn ne tenê Efrîn e û wiha got: "Îro dilê gelê me li her dera cîhanê ji bo Efrînê hildibe. Her der îro Efrîn e." Cîgira hevseroka Giştî ya DBP'ê Hacer Ozdemir jî diyar kir ku êrîşa li dijî Efrînê bi tecrîda li ser Îmraliyê dest pê kiriye.

Bîlgen: Em ê li dijî şer mafê jiyan û aştiyê biparêz in
Bîlgen: Em ê li dijî şer mafê jiyan û aştiyê biparêz in

Berdevkê HDP’ê Ayhan Bîlgen destnîşan kir ku hikumeta tirk û Erdogan ne bi tenê bi OHAL’ê lê bi rêya şer dixwazin Tirkiyeyê bi rê ve bibin û wiha got: “Em dizanin karê me gelekî zor û zehmet e lê em ê tim li hemberî şer bisekinin, mafê jiyan û aştiyê biparêzin.”

Ozsoy: Hêzên navnetewî ji bo Efrînê dualî dileyîzin
Ozsoy: Hêzên navnetewî ji bo Efrînê dualî dileyîzin

Parlamenterê HDP’ê Hişyar Ozsoy diyar kir ku hemû hêzên navnetewî di mijara Efrînê de “dualî tevdigerin” û got: “Welatên Ewropa di êrîşên Efrînê de ‘ji firsatê sûdê werdigirin’ û dixwazin têkiliyên xwe baş bikin. Dîsa jî yên diyarker hêz û berxwedana kurda ye.”

HDP’ê pirsa OSO ji Serokwezîr kir
HDP’ê pirsa OSO ji Serokwezîr kir

Parlamentera HDP'ê ya Edeneyê Meral Daniş Beştaş, têkeildarî êrîşa li ser Efrînê ya TSK û OSO ji Serokwezîr Bînalî Yildirim pirsî.

Arslan: Ger ku daxwaza aştî teroristî be taça serê me ye
Arslan: Ger ku daxwaza aştî teroristî be taça serê me ye

Hevserokê Giştî yê DBP'ê Mehmet Arslan, diyar kir ku AKP dê bi dagirkeriya Efrinê têk biçe û wiha got: "Serokomar Erdogan dê di Efrînê de têkeve bin. Ger ku daxwaza aştiyê, parastina gelê Efrînê teroristî be emê vê terorîstiyê dikin taça serê xwe."

Peyamên Efrînê mohra xwe li kongreyê xist
Peyamên Efrînê mohra xwe li kongreyê xist

Rêxistina HDP'ê ya Geverê kongreya xwe pêk anî. Di kongreyê de peyama Efrînê derket pêş. Parlamenterê HDP'ê Nihat Akdogan, diyar kir ku êdî hikûmet nizane dê çi bike. Parlamenterê HDP'ê Adem Geverî jî got: “Divê li dijî êrîşên li ser Efrînê wekî Kobanê di qada neteweyî û navneteweyî de bersîv bên dayîn.

< 271 272 273 274 275 > Rupel 273 / 291