Buldan: Tenê Ocalan dikare Tirkiye ji vê talûkeyê rizgar bike
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan, diyar kir ku Tirkiye bi krîzek mezin re rû bi rû ye û ber bi zinar (întîharê) ve tê dahfdan. Buldan, destnîşan kir ku rêya çareseriyê rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e û tenê Ocalan dikare Tirkiye ji vê talûkeya ser lêva zinar rizgar bike.
Bîlgen: Tirkiye dê bi ‘sucdariya şer' bê nasîn
Berdevkê HDP'ê Ayhan Bîlgen, têkildarî operasyona li dijî Efrînê diyar kir ku ev dibe sedema ku têkiliyên navbera Tirkiye û Sûriye zerarek mezin bibîne û wiha got: "Ev yek dê qutbûna navbera kurd û tirkan kûr bike. Tirkiye dê di qada navneteweyî de bi sûcdariya şer bê nasîn."
Bîlgen: HDP dê meşa xwe bi leztir bike
Berdevkê HDP’ê tifaqa AKP’ê û MHP’ê ya hilbijartinê nirxand û got: “Ev rêbaz dê rewabûna hilbijartinê ji holê rake. Lê dê HDP jî meşa xwe bi leztir bike.”
Ozturk: Kesên ji Kurdistanê re bêjin 'cudakar' ew bixwe cudakarin
Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk îdianameya der barê Hevseroka KCD'ê Leyla Guven de hatiye amadekirin nirxand û bertek nîşanê gotina qaşo "Kurdistan" da û ev tişt got: "Kesên ku Kurdistanê wekî cudakariyê dibînin, ew bixwe cudakariyê dikin."
Şîmşek: Desthilatdariyê li dijî jinên berxwedêr şer îlan kir
Aktîvîsta TJA'yê Gulcîhan Şîmşek operasyon û binçavkirinên demên dawî yên li dijî siyasetmedarên jin nirxand û aşkera kir ku desthilatdariyê li dijî siyaseta demokratîk û jiyana azad a jinê şer îlan kiriye.
Avakarê Partiya Na: Operasyona Efrînê întixara siyasî ye
Avakarê Hayir Partîsî (Partiya Na) Tuna Beklevîç diyar kir ku operasyona Tirkiyeyê ya li dijî Efrînê întixara siyasî ye û ev tişt got: "Wekîlên AKP'ê yên li dijî polîtîkaya siyasî ya AKP'ê dengê xwe dernaxin, mehkûmê girtigeha 'Birdoziya dijminahiya kurd in.' Ew der girtîgeheke şermê ye."
‘Xeyala Efrînê, tenê dibe ku bi qasî xeyala nimêjkirina li Mizgefta Emewiyê rast be'
Pispora Sûriyeyê Nivîskar Hamîde Yîgît, diyar kir ku derbasbûna hêzên milîs ên NDF'ê yên girêdayî Hikûmeta Sûriyeyê, dibe ku AKP'ê ji "çirava Efrînê" xelas bike. Yîgît destnîşan kir ku xeyalê ku dê kurdan ber bi rojavayê Firatê ve paqij bikin jî, dibe ku tenê bi qasî xeyala nimêjkirina li Mizgefta Emewiyê rast be.
Uca hikûmetên Elmanya û Tirkiyeyê hişyar kir: Bazara xwîna kurdan nekin
Parlamentera HDP’ê Feleknas Uca ya ku bi salan li Parlamentoya Ewropayê siyaset kir bal kişand ser geşedanên hikûmetên Elman û Tirkiyeyê ya li ser kurdan bazariyê dikin û pirsa: “Ma ev hemû tesadufî ne?" kir.
‘Efrîn bikin amûra hilbijartinê ne exlaqiye’
Endama Lijneya Koodînasyaona DÎB’ê Nesteren Davutoglu, bertek nîşanî lêkolînên dê êrîşên li ser Efrînê, çiqas dengan bi AKP’ê bi de qezençkirin, da û got: “Efrîn kirina amûrê hilbijartinê ne exlaqiye.”
Parlamenter Sancar bû Wekîlê Serokê Meclîsê
Piştî Pervîn Buldan bû Hevseroka Giştî ya HDP’ê, Parlamenterê HDP’ê yê Mêrdînê Mîthat Sancar anîn Wekîltiya Serokê Meclîsê.
Sendroma Efrînê zû dest pê kir
Nûçeyên ku tê gotin YPG û rejîma Esad di warê parastina Efrînê de li hev kirine, li Tirkiyeyê seriyan tev li hev dike. Derdorên nêzî AKP'ê wisa difikirin ku Esad ji aliyê DYA'yê ve tê berhêlîkirin, hin derdor jî vê yekê bi guherandina helwesta Rûsyayê ve girêdidin.
Ozsoy: Tirkiye bixwaze nexweze dê bi rastiya kurd re hevrû bimîne
Berpirsê Têkiliyên Derve yê HDP’ê Hişyar Ozsoy diyar kir ku heta pozisyona Tirkiyeyê ya li dijî kurdan ne guhere dê bi DYA’yê re qirîzan dewam bike û got: “Tirkiye bixwaze jî nexweze jî dê bi rastiya kurd re hevrû bimîne.”
Endamên MYK'ê ya HDP'ê diyar bûn
Meclîsa Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), piştî civîna xwe Endamên MYK'ê diyar kirin.
Buldan: Çi bikin jî em dê aştiyê biparêzin
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan, bertek nîşanî Bînalî Yildirim ê got “Çareserî tuneye” da û wiha got: “Kesekê ku wate nede êşên bi salan tên jiyîn, nikare wateyê bi de çareseriya pirsgirêka kurd jî.” Buldan anî ziman ku çi dikin bila bikin dê aştiyê biparêzin.
‘Kongreya HDP’ê ders da xêrnexwazan’
Rêveberên HDP’a Amedê kongreya HDP’ê nirxandin û gotin “Yên digotin ‘Êdî HDP nikare bê ba hev’ ders ji kongreya me girtin. Kongreyê morelek mezin da gelan.”