'Reaksiyona bê nîşandan dibe ku di polîtîkayê de guhertinan bike'
'Reaksiyona bê nîşandan dibe ku di polîtîkayê de guhertinan bike'

Pisporê Rojhilata Navîn Mustafa Pekoz, diyar kir ku li dijî êrîşên xwe gihandin navenda Efrînê, dibe ku reaksiyona civakî ya wekî Kobanê di polîtîkayên hêzên navneteweyî de guhertinan çêke.

Siyasetmedarên kurd: Em li dijî êrîşên li ser Efrinê rawestin
Siyasetmedarên kurd: Em li dijî êrîşên li ser Efrinê rawestin

Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk, bang li her kesî kir û xewst her kes li dijî êrîşên li ser Efrînê dengê xwe bilind bikin. Parlamenterên HDP'ê Ziya Pir û Feleknas Uca jî bang li NY kirin û xwestin bi lezgîn têkevin nava tevgerê.

Bûldan: Divê Tirkiye li gorî biryara agirbestê ya NY'yê tev bigere
Bûldan: Divê Tirkiye li gorî biryara agirbestê ya NY'yê tev bigere

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan, got êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Efrînê, şerê li dijî statuya gelê kurd e. Bûldan destnîşan kir ku wê operasyona Efrînê bi Tirkiyeyê nede qezenckirin û xwest Tirkiye demildest li gorî biryara agirbestê ya NY'yê tev bigere.

Toprak: Di çarçoveya rêgezan de serkeftin pêkan e
Toprak: Di çarçoveya rêgezan de serkeftin pêkan e

Endama Koma Diyalogê Bînnaz Toprak, diyar kir ku li dijî yekitiya serokomar divê muxalefet jî amadekariyan bike û ev tişt got: "Di warê ewlehiya hilbijartinê de peywireke girîng dikeve ser milê raya giştî jî. Dîsa heke partiyên muxalefetê di çarçoveya rêgezên partiyan de bên gel hev, serkeftin pêkan e."

Foza Yûsif: Îro Efrîn sibe hemû Sûriyê, divê gel seferberiyê ragihîne
Foza Yûsif: Îro Efrîn sibe hemû Sûriyê, divê gel seferberiyê ragihîne

Hevseroka Desteya Rêveber a Fedraliya Bakurê Sûriyê Foza Yûsif hişyarî da ku sivîlên Efrînê bi destê TSK'ê û komên girêdayî wê rastî komkujiyên tunekirinê tên û bang li gelê Kurdistanê li hermû parçeyên Kurdistanê û gelên Bakurê Sûriyê kir ku serî hilidin û tevlî banga seferberiyê bibin.

Ji bo Yekîtiya Neteweyî dakevin qadên Newrozê
Ji bo Yekîtiya Neteweyî dakevin qadên Newrozê

Bernameya Newroza îsal ku bi dirûşmeya "Newroz Berxwedan e, Li Dijî Faşîzmê Bihara Gelan e" bê pîrozkirin, bi civîna çapemeniyê ji raya giştî re aşkere kirin. Newroz dê li 49 navendan bê pîrozkirin. Nûnerên partiyên siyasî yên tev li bernameyê bûn diyar kirin ku wate û girîngiya Newroza îsal bêtir dîrokî ye û xwestin gelê kurd li dijî dehaqan di bin baneyê Yekîtiya Neteweyî de dakevin qadên Newrozê.

Wekîlên AKP’ê milê Parlamenter Togrul şikandin
Wekîlên AKP’ê milê Parlamenter Togrul şikandin

Di encama nîqaşa Efrînê ya li Lîjneya Giştî ya Meclîsê de wekîlên AKP’ê êrîşî HDP’iyan kirin û Parlamenterê HDP’ê Mahmut Togrul ê birîndar bû rapora 45 roj nikare kar bike girt.

Demirer: Li dijî tifaqa AKP-MHP'ê mecbûrî ye
Demirer: Li dijî tifaqa AKP-MHP'ê mecbûrî ye

Zanyarê Siyasetê Doç. Dr. Yucel Demirer, bal kişand ser tiqafa AKP-MHP’ê ya “Tifaqa Cumhur' û wiha got: "Tifaqa wan bi ser nakeve. Lê dîsa jî divê hêzên muxalif li dijî vê yekê bibin yekî yekîtiya li dijî vê yekê mecbûrî ye."

‘Divê CHP, HDP, Partiya Îyî û Saadetê deklarasyonek hevpar biweşînin’
‘Divê CHP, HDP, Partiya Îyî û Saadetê deklarasyonek hevpar biweşînin’

Endamê Meclîsa CHP’ê Zekî Kiliçaslan diyar kir ku pêwîste li dijî rejîma yekzilamî yekîtiyek bê avakirin û got: “Heke ku CHP, HDP, Partiya Îyî û Partiya Saadetê tifaqek ava nekin jî, lê divê deklarasyonek hevpar biweşînin. HDP û CHP jî bi qasî AKP’ê partiyên rewa ne.”

Şener: AKP dê di 3 hilbijartinên pêş de winda bike
Şener: AKP dê di 3 hilbijartinên pêş de winda bike

Cîgirê Serokê Giştî yê AKP'ê yê berê Abdullatif Şener, tev li bernameya "Gune Başlarken" ya ku Semra Topcu di Halk TV de pêşkêş dike bû û got: "AKP dê di 3 hilbijartina pêş de winda bike."

Bîlgen: Xwe mîsoger bibînin dê di 2 mehan de biçin hilbijartinê
Bîlgen: Xwe mîsoger bibînin dê di 2 mehan de biçin hilbijartinê

Berdevkê HDP’ê li Meclîsê civîna çapemeniyê li dar xist. Bîlgen diyar kir ku ji tifaqa hilbijartinê bêtir ewlehiya hilbijartinê girînge û got: “Heke ku desthilatdarî di anketan de xwe di bin mîsogeriyê de bibîne, dê di nava du mehan de biçin hilbijartinê.”

Sancar: Tirkiye bûye welatê mirina bê wext
Sancar: Tirkiye bûye welatê mirina bê wext

Parlamenterê HDP’ê Mithat Sancar, beriya dest bi erka Wekîltiya Serokatiya Meclîsê bike axivî û wiha got: “Ji bo em êşan kêm bikin û birînan derman bikin rêya jêveneger rêya aştî û demokrasiyê ye. Ev welat bûye welatê mirinên bê wext."

Koma Jinan a HDP'ê: Em jinên li Efrînê li ber xwe didin silav dikin
Koma Jinan a HDP'ê: Em jinên li Efrînê li ber xwe didin silav dikin

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervin Buldan, di civîna koma HDP'ê de diyar kir ku wan li dijî îtîfaqa AKP-MHP'ê îtîfaqa jinan ava kirine û wiha got: "Em jinên li Efrînê li ber xwe didin bi rêzdarî, dildarî û hurmet silav dikin. Mi minasebeta 8'ê Adarê em pêşengê têkoşina jinê Rosa Luksemburg, Behice Boran, Sakine û Fatmayan bi hurmet û xoşevîst silav dikin."

DBP: Em ê li dijî îşkencê bêdeng nemînin
DBP: Em ê li dijî îşkencê bêdeng nemînin

Hevserokê Giştî yê DBP’ê Mehmet Arslan ê li Girtîgeha Kalkandere ya Rizeyê pêkanîna lêgerîna tazî qebûl nekir, heya ji ser hişê xwe çû îşkence lê hat kirin. DBP’ê derbarê îşkenceya li Arslan hatî kirin de daxuyanî da û got “Em ê bê deng nemînin.”

Seroka EMEP'ê Gurkan: Dengên têkevin sindoqan û derkevin dê ne yek bin
Seroka EMEP'ê Gurkan: Dengên têkevin sindoqan û derkevin dê ne yek bin

Seroka Giştî ya EMEP'ê Selma Gurkan ji bo "Îtifaqa Cûmhûr" ku AKP- MHP ji bo hilbijartinên 2019'an çê kirin got: "Qanûneke hilbijartinê ye ku ji bo bi her awayî ji sindoqan koalîsyona AKP-MHP'ê wekî îktîdar derkeve, rê vedike. Pir zelal e ku rengê dengên têkevin sindoqan û yên derkevin dê ne wekî hev bin."

< 266 267 268 269 270 > Rupel 268 / 291