Şandeya DEM Partiyê çû serdana girtiyên siyasî yên li Sîlîvriyê
Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan bi rojeva çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd, çûn serdana girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Marmarayê.
Serokê Giştî yê EMEP’ê Aslan: Hewcehî bi têkoşîneke yekbûyî heye
Serokê Giştî yê EMEP’ê Seyît Aslan, got: “Ne aştî ne jî demokratîkbûn ji ber xwe ve nayên. Ji bo vê pêdivî bi têkoşîna yekbûyî ya Tirk, Kurd, karker û kedkaran heye.”
Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê bi çapemeniya navneteweyî re civiyan
Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan li Stenbolê bi dezgehên çapemeniyê yên navneteweyî re hevdîtin kir.
Erdogan banga berpirsyartiyê li partiyên siyasî kir
Erdogan di koma AKP’ê de axivî û têkildarî çareseriya pirsgirêka Kurd banga "hestiyarî" û "berpirsyartiyê" li partiyên siyasî yên li Meclisê kir.
Serokên baroyan bi Partiya Yenî Yolê re civiyan
Serokên 16 baroyên bakurê Kurdistanê çûn serdana Partiya Yenî Yolê.
Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê dê di 19’ê Hezîranê de biçin Sîlîvriyê
Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê dê di 19’ê Hezîranê de biçin Girtîgeha Sîlîvriyê û serdana Ekrem Îmamoglû û Bekir Kaya û siyasetmedarên din bikin.
DBP: Ji bo çareserî û aştiyê pêdivî bi têkoşîneke bibiryar heye
Di encamnameya PM’a DBP’ê de hate diyarkirin ku çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd dê pêşeroja hevpar a gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn diyar bike û wiha hate gotin: “Ji bo çareseriya demokratîk û aştiya civakî, hewcehî bi têkoşîneke bibiryar heye.”
Erdogan li Pezeşkiyan geriya: Vegerin ser maseya muzakereyê
Serokkomar Tayyîp Erdogan li Serokkomarê Îranê Pezeşkiyan geriya û jê xwest ku vegerin ser maseya muzakereyê.
Temellî: Divê peywira me ya esasî avakirina komîsyonê be
Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî bal kişand ser banga Abdullah Ocalan û got: “Meclis êdî di qonaxa avêtina gavan de ye. Avakirina komîsyonê êdî peywira me ya sereke ye.”
Keskîn Bayindir: Felsefeya Ocalan pêkvejiyanê pêşkeşî me dike
Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir di çarçoveya banga Abdullah Ocalan a “Aştî û Civaka Demokratîk” de bi Suryanan re civiya û got: “Felsefeya birêz Ocalan, pêkvejiyanê û modêla wekhevî, azadî, îdarî û siyasî pêşkeşî me dike.”
DEM Partî: Êrişên Îsraîlê zirarê didin gel û sivîlên herêmê
DEM Partiyê bi daxuyaniyekê ragihand ku êrişên Îsraîlê zirarê didin gel û sivîlên li herêmê û bertek nîşan da.
Erdogan: Îsraîl, herêmê ber bi felaketê ve dibe
Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan bertek nîşanî êrişên Îsraîlê yên li dijî Îranê da û got ku Îsraîl herêmê ber bi felaketê ve dibe.
DEM Partî: Peywira herî lezgîn avakirina komîsyonê ya li Meclisê ye
Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît, diyar kir ku niha peywira herî lezgîn avakirina komîsyona li Meclisê ye.
DEM Partî amadekariya çûyîna Îmraliyê dike: Dibe ku partiyên cuda jî biçin hevdîtinê
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan anî ziman ku amedakariyan dikin ku di demeke kurt de biçin Îmraliyê û dibe ku Abdullah Ocalan bi partiyên siyasî yên din re jî hevdîtinê bike.
DEM Partî bi rojeva 'pêvajoyê' civiya
Endamên MYK'ê yên DEM Partiyê ji bo pêvajoya nû nîqaş bikin û nexşerêya ku dê di dema pêş de bê şopandin diyar bikin hatin cem hev.