MYK’a DEM Partiyê civiya
Endamên MYK’a DEM Partiyê ji bo nirxandina geşedanên têkildarî “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk” civiya.
Hîkmet Çetîn çû serdana Demîrtaş û Mizrakli
Serokê Giştî yê CHP’ê yê berê Hîkmet Çetîn çû serdana Selahattîn Demîrtaş, Selçûk Mizrakli û Ekrem Îmamoglû.
Bakirhan: Bila komîsyon bê avakirin, gavên demokratîkbûnê bên avêtin
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan xwest komîsyona li Meclisê tavilê bê avakirin û ji bo demokratîkbûnê gav bên avêtin.
DEM Partî: Em li dijî hemû zextên li ser muxalefetê ne
DEM Partiyê, operasyona li Îzmîrê li dijî CHP’iyan şermezar kir û got: "Em li dijî hemû nêzikatiyên çewsîner ên li ser muxalefê ne.”
Temellî: Divê zemîna hiqûqî were avakirin
Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî diyar kir ku divê pirsgirêka Kurd tenê weke berdana çekan neyê dîtin û got: “Divê daxwazên civakê bên cîbicîkirin. Hewceye zemîna hiqûqî were avakirin û temînat were dayin.”
Di doza lijneyê ya CHP’ê de dê xwe li benda ‘îtîraza li dijî bêpeywiriyê’ bigirin
Di danişîna doza lijneya CHP’ê de biryar hate dayin ku xwe li benda tekezbûna pêvajoya îtîraza li dijî biryara bêpeywiriyê bigirin.
Ayşegul Dogan: Pêdivî bi geşedanên pêvajoyê xurt dikin heye
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan diyar kir ku tu eleqeya biryara bihincet a Doza Kobanê bi hiqûqê nîne û got: “Pêdivî bi geşedanên pêvajoyê xurt dikin heye.”
Bakirhan di hevdîtinên li Ingilistanê de ji bo pêvajoyê ‘piştgirî’ xwest
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, li Ingilistanê tev li gelek çalakiyan bû. Bakirhan, têkildarî pêvajoya heyî agahî da û daxwaza piştevaniyê kir.
Wezîrê Dadê Tunç têkildarî 10’mîn Pakêta Darazê daxuyanî da
Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç, têkildarî 10’mîn Pakêta Darazê daxuyanî da. Tunç, diyar kir ku dê pêşî li zîhniyeta bêcezakirine bigrin.
DEM Partî bi Wezîrê Dadê Tunç re hevdîtin kir
Serokwekîlên Koma DEM Partiyê bi Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç re hevdîtin kir.
Hevseroka PJAK’ê: Em li dijî her cureyên êrişan amade ne
Hevseroka PJAK’ê Peyman Viyan diyar kir ku ew li dijî her cureyên êrişan amade ne û got: “Şer an jî teslimiyet. Dihat xwestin ku Îran bi temamî teslîm bibe. Dema ev nebûyî jî îcar stratejiya şer xistin meriyetê. Li dijî şer û pevçûnan, dermanê herî baş Konfederalîzma Demokratîk e.”
Tulay Hatîmogûllari bang kir: Bila meclis neyê girtin û ji bo çareseriyê bixebite
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari, bang kir ku Meclis neyê girtin û got: “Meclis, ji bo çareserkirina van pirsgirêkên me bi bila tavilê were bixebite.”
Hevdîtina DEM Partî û Wezîrê Dadê taloqî saet 16.30’ê hat kirin
Saeta hevdîtina tê payin îro Serokwekîlên Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît û Sezaî Temellî bi Wezîrê Dadê re bikin, hate taloqkirin.
Serokê Kongreya Rêveberiyên Herêmî yên Ewropayê serdana DEM Partiyê kir
Serokê Kongreya Rêveberiyên Herêmî yên Ewropayê Marc Cools û Hevraportor Bryony Rudkin serdana DEM Partiyê kirin.
DEM Partiyê li pêşiya Sîlîvriyê daxuyanî da: Daxwaza hemû hevalan aştî bû
Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan ku çûn serdana girtiyên siyasî, gotin: “Daxwaza hemû hevalên girtî, cîbickirina aştiyê bû.”