Şandeya KCD û HDP'ê çûn Hewlerê
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî û Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk jî di nav de şandeyek, çû bajarê Hewlerê yê Herêma Federa ya Kurdistanê. Şande dê destpêkê bi Serokê PDK'ê Mesût Barazanî re hevdîtin pêk bîne.
Koçyîgît: Pir giring pêdivî makeqanûna demokratik heye
Hevberdevka HDK'ê Gulistan Kiliç Koçyîgît, diyar kir ku makeqanûna heyî maf û azadiyan naparêze û got: "Bi taybetî pêdivîyek pir zêde bi makeqanûna demokratîk ku hemû maf û azadiyê tevahiya civakan diparêze heye."
Ji bo Sûriyeyê xeteke nû: Dê Tirkiye û Îran tunebin
Hevserokê MSD'ê ya Helebê Mîrî Şîblî diyar kir ku bi Rûsya, Îran, Tirkiyeyê re dibe ku Fransa, Almanya, Misir, Urdun û Yekitiya Mîrnişînin Erebî jî tevlî hevdîtinên Astanayê ku amadekariya wan tê kirin, bibin û wiha got: "Ji bo herêmê xeteke nû tê xizkirin û dê hewl bê dayîn ku hebûna Tirkiye û Îranê bê bidawîkirin."
Ozkan: Agirbesta li Îdlibê ji bo leşker vekişin hat îlankirin
Pisporê Rojhilata Navîn û nivîskar Îslam Ozkan, bilêv kir ku agirbesta ku rejîma Şamê li Îdlibê îlan kir, ji bo leşkerên tirk ên li herêmê vekişin îlan kiriye û got: "Ger pirsgirêka li Îdlibê çareser bibe, wê li Sûriyeyê pêvajoya muzakereyê dest pê bike."
Başaran: Sedema çûyîna zarokên we ya çiya siyaseta şer a hikûmetê ye
Parlamentera HDP'ê Ayşe Acar Başaran bang li dayikên ku li ber derê Rêxistina HDP'ê ya Amedê rûniştine kir û ev tişt got: "Divê bê zanîn ku sedema çûyîna wan zarokan a çiya, girtina wan a girtîgehê û qetilkirina bi hezaran jin û ciwanan siyaseta şer a ku ji aliyê hikûmetê ve bi israr tê domandine."
Wezîrê Çandê yê berê Gunay: AKP bi darê zorê emrê xwe dirêj dike
Wezîrê Turîzm û Çandê yê berê Ertûgrûl Gunay, kesên ji AKP'ê îstifa kirin û Serokwezîrê berê Ahmet Davûtoglû jî di nav de 4 kesên sewqî desteya dîsîplînê hatin kirin nirxand.
'AKP, dixwaze bi qeyûman partiya me ceza bike'
Parlementerê HDP'ê Mahmût Togrûl, bi lêv kir ku ji ber helwesta HDP'ê ya di hilbijartina 31'ê Adarê û 23'yê Hezîranê de, niha tê xwestin partiya wan "bi destê qeyûman bê cezakirin" û got: "Dibe ku ev êrîş zêde jî bibin."
Hevserokên Giştî yên HDP'ê ji bo Demîrtaş bang kirin
Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervîn Bûldan û Sezaî Temellî, bertek nîşanî rewşa nediyar a li ser Hevserokê berê Selahattîn Demîrtaş didome dan û daxwaz kirin ku demildest wekîl û hilbijêrê wan ê girtî bê berdan.
'Alîgirên aştiyê dengê xwe li dijî qeyûman bilind dikin’
Parlementera Wanê Muazzez Orhan, di roja 18’emîn a şermezarkirina qeyûm de axivî û got: “Polîtîkayên cihêkar û bendbendiyê, tu tiştî bi gelên Tirkiyeyê na de qezenc kirin. Ji ber vê alîgirên aştiyê dengê xwe li dijî tayînakirina qeyûman bilind dikin.”
Kiliçdaroglû: Polîtîkaya Sûriyeyê ji serî ve şaş e
Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglû diyar kir ku polîtîkaya Sûriyeyê ji serî ve şaş e û heke wiha bidome dê 3 milyon penaberên din jî bên.
Li Mêrdînê roja 18’emîn: Em ê dawî li talan, derew û heramiyê bînin
Li Mêrdînê Nobeta Demokrasiyê di roja 18’emîn de ye. Wekîlê Serokê Meclîsê Mîthat Sancar axivî û got: “Em ê dawî li xesp, talan, derew û heramiyê bînin.”
Erdogan dîsa gef xwar: Heke Herêma Ewle nebe em ê neçar bimînin ku deriyan vebikin
Serokkomar Erdogan di mijara 'Herêma Ewle' de careke din gef li welatên Ewropayê xwar û ev tişt got: "Heke Herêma Ewle nebe em ê neçar bimînin ku deriyan vebikin."
Hevserokê KCD'ê Ozturk bang li Rêveberiya Herêma Federe a Kurdistanê kir
Hevserokê Giştî yê KCD'ê Berdan Ozturk, têkildarî operasyonên der sînor, tayînkirina qeyûman a Şaredariyên HDP’ê û tecrîda Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nirxandin kir. Ozturk, bang li Rêveberiya Herêma Kurdistana Federe kir û xwest li dijî van operasyonên dersînor bêdeng nemîne û got: "Divê em erk û perpirsiyariya xwe ya li dijî gel û dîrokê bilîzin."
Parêzer Aktar: Tu spartinek hiqûqî ku dê ji wezîfeyê dûr xistin mafdar bibîne nîne
Parêzerê Hevşaredar Selçuk Mizrakli, Mehmet Emîn Aktar derbarê îdiayên tayînkirina qeyûman de got: “Tê gotin lêpirsînek dest pê kiriye, lê têkildarî lêpirsînê ne parastinek ne jî beyanek heye. Ji dûrxistina hevşaredaran tu aliyê wê mafdar ê hiqûqî nîne.”
Tanrikulu yê CHP’î hevşaredarên li Wanê yên ji peywirê hatin girtin ziyare kirin
Wekîlê CHP’ê Sezgîn Tanrikulu yê hevşaredarên Bajarê Mezin ê Wanê yên qeyûm tayînê cihê wan hat kirin ziyaret kir, diyar kir ku bi pergal û feraseta heyî re, derî li rêyek têkoşînê ya nû hatiye vekirin û got: “Ji bo ku hemû welatiyên me li Tirkiyeyê bi awayekê wekhev, azad û dinava edaletê bijîn, em ê vî derî heya dawiyê vekin.”