HDP: Hûn bi lêpirsînin bêbingeh nikarin darbeyê meşrû bikin
HDP: Hûn bi lêpirsînin bêbingeh nikarin darbeyê meşrû bikin

HDP'ê têkildarî lêpirsîna ku li Hevşaredara Wanê Bedîa Ozgokç Ertan ku qeyûm tayînê şûna wê hatibû kirin, hat vekirin daxuyaniyek da û diyar kir ku darbe nikare bi lêpirsînên bêbingeh bê meşrûkirin.

Orhan a HDP'î: Li şûna ku wezîr li wê derê rûne bila hevdîtinê bi Birêz Ocalan re bike
Orhan a HDP'î: Li şûna ku wezîr li wê derê rûne bila hevdîtinê bi Birêz Ocalan re bike

Parlementera HDP'ê ya Wanê Mûazzez Orhan bang li wezîrên AKP'î yên çûn ber deriyê HDP'ê kir û got: "Nexwe desthilatdar jî, çareseriyê di HDP'ê de dibîne. Belê em jî dibêjin; Em ji bo çareseriyê amadene. Birêz Ocalan pêşniyara çareseriyê pêşkêş kir. Li şûna ku wezîr li wê derê rûnin bila hevdîtinê bi Birêz Ocalan re bikin û pirsgirêkê çareser bikin."

Berdevkê HDP’ê Kubîlay: Em dayikên li ber HDP’ê vedixwînin Meclîsê
Berdevkê HDP’ê Kubîlay: Em dayikên li ber HDP’ê vedixwînin Meclîsê

Berdevkê HDP’ê Gunay Kubîlay diyar kir ku berpirsê pevçûn û şer yekser AKP ye û wiha bang li malbatên li ber avahiya partiya xwe kir: “Em dayikan vedixwînin Meclîsê.” Kubîlay got têkildarî teqîna li Pasûrê jî di derbarê partiya wan de operasyonek nû ya têgihiştinê pêk tînin.

‘Aqûbeta Kenan Evren çibû, wê ya AKP-MHP’ê jî ew be’
‘Aqûbeta Kenan Evren çibû, wê ya AKP-MHP’ê jî ew be’

Parlementerê HDP’ê yê Şirnexê Hasan Ozguneş di roja 25’emîn Nobeta Demokrasiyê de axivî û bal kişand ser daberya 12’ê Îlonê ya di sala 1980’an. Ozguneş, diyar kir ku darbekar û zilmkar wê di qutiya sergoyê ya dîrokî bên jibîr kirin û got: “Aqûbeta Kenan Evren çibû, wê ya AKP û MHP’ê jî ew be.”

Parlementera HDP’ê Surucu: Bi Ocalan re dest bi pêvajoyek nû bikin
Parlementera HDP’ê Surucu: Bi Ocalan re dest bi pêvajoyek nû bikin

Parlementera HDP’ê ya Rihayê Ayşe Surucu di roja 24’emîn Nobeta Demokrasiyê de axivû û got: “Em bang li desthilatdariyê dikin ku dest ji polîtîkayên qeyûm berde. Ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd û aştiyek birûmet bi Birêz Ocalan re dest bi pêvajoyek nû bikin.”

Guven: 2 dayikên li pêş HDP'ê rûniştin lêborîn xwestin û veqetiyan
Guven: 2 dayikên li pêş HDP'ê rûniştin lêborîn xwestin û veqetiyan

Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, di çalakiya Nobeta Demokrasiyê ya li dijî tayînkirina qeyûm de got: "Çalakiy rûniştina li pêş avahiya HDP'ê ya Amedê provokasyon e. Lê lîstika wan pûç dibe. Îro li gorî agahiyên ji mere hatin, du dayikên tev li çalakiyê bûbûn lêborîn xwestin û ji wir veqetiyan."

Sancar: Îktîdar li ber têkçûyînê ye werin em demokrasiyê ava bikin
Sancar: Îktîdar li ber têkçûyînê ye werin em demokrasiyê ava bikin

Wekîlê Serokê Meclîsê yê HDP'ê Mîthat Sancar diyar kir ku AKP êdî nikare welêt bi rêve bibe û got: "Hêzên demokrasiyê û mûxalefet dikarin desthilatdariyeke demokratîk ava bikin."

Hevberdevka KÎD’ê Kaya: AKP pêşengtiya xerabî û zilmê dike
Hevberdevka KÎD’ê Kaya: AKP pêşengtiya xerabî û zilmê dike

Hevberdevka KÎD’ê û Parlementera HDP’ê Huda Kaya, qeyûma tayînî şaredariyên HDP’ê kirin nirxand û got: “AKP bi her awayî bêhiqûqiyan dike. Ji ber vê yekê ketiye rewşekê ku pêşengtiya xerabî û zilmê dike.”

Nobeta Demokrasiyê li Wanê di roja 23'an de berdewam kir
Nobeta Demokrasiyê li Wanê di roja 23'an de berdewam kir

Li Wanê çalakiya Nobeta Demokrasiyê ya li dijî tayînkirina qeyûman di roja 23'an de berdewam kir. Çalakgeran di nobetê de diyar kirin ku dê li dijî zordestiyê têkoşîna xwe bidomînin.

Raportorê Neteweyên Yekbûyî wê Amedê ziyaret bikin
Raportorê Neteweyên Yekbûyî wê Amedê ziyaret bikin

Komîsyona Karên Derve ya HDP'ê diyar kirin ku wan rapora tayînkirina qeyûman amade kirin û di qada navneteweyî de ketin nava tevgerê. Komîsyonê destnîşan kir ku di çarçoveya qeyûman de Raportorê NY'ê wê bên Amedê ziyaret bikin.

‘Ev darbe di heman demê de li dijî şêniyên Derya Reş û Egeyê jî pêk hat’
‘Ev darbe di heman demê de li dijî şêniyên Derya Reş û Egeyê jî pêk hat’

Parlamenterê HDP’ê Murat Çepnî li Nobeta Demokrasiyê ya Wanê axivî û got: “Ev darbe di heman demê de li dijî şêniyên Deryaya Reş û Egeyê jî hatiye kirin.”

Sancar ê saziyên elewiyan ziyaret kir: Armanca me guhertina îktîdarê ye
Sancar ê saziyên elewiyan ziyaret kir: Armanca me guhertina îktîdarê ye

Parlamenterê HDP’yî Mîthat Sancar saziyên elewiyan ziyaret kir û diyar kir ku wan di 31’ê Adarê de îktîdarê têk biriye û niha jî armanca wan ew e îktîdarê biguherînin û got: “Niha dema yekîtiya me ye.”

HDP: Pirsgirêk polîtîk e werin em hemû dayikan li meclîsê guhdar bikin
HDP: Pirsgirêk polîtîk e werin em hemû dayikan li meclîsê guhdar bikin

Endamê MYK'ê yên HDP'ê bertek nîşanî lêpirsîna der barê rêveberên Rêxistinên HDP'ê yên Navçe û Bajarê Amedê de hatiye vekirin dan. MYK'a HDP'ê diyar kirin ku çareserî bi pirsgirêkan çareser nabe û wiha got: "Pirsgirêk polîtîk e. Werin em li dayikên bi salan in li aqûbeta zarokên xwe digerin, dayikên rastî neheqî û êrîşan tên bi hevre li meclîsê guhdar bikin.

Aksunger ê CHP'î: Bi qasî avê pêdivî bi îtîfaqa demokrasiyê heye
Aksunger ê CHP'î: Bi qasî avê pêdivî bi îtîfaqa demokrasiyê heye

Endamê Meclîsa CHP'ê Erdal Aksunger, diyar kir ku îktîdara AKP'ê di di polîtîkayên derve de ketiye tengasiyê û wiha got: "Li dijî îktîdarê bi qasî av û hewayê pêdivî ji îtîfaqa demokrasiyê heye"

Nobeta Demokrasiyê: Vîna Tirkiye xesp dikin
Nobeta Demokrasiyê: Vîna Tirkiye xesp dikin

Li Amed, Wan û Mêrdînê Nobeta Demorasiyê ya li dijî tayînkirina qeyûman di roja 20'an de berdewam dike. Siyasetmedar Nesrîn Nas li Amedê tev li Nobeta Demokrasiyê bû û got: “Bi tayînkirina qeyûnan vîna gelê Tirkiye xesp dikin." Berdevkê Platforma Gazî û şehîdên Gaziyan Volkan Kesanbîlîcî jî got: "Mixabin her car ji bo bûyerê nexweş em tên Amedê. Em ê her dem piştevanî û şêwirmendiyê xurt bikin."

< 211 212 213 214 215 > Rupel 213 / 291